Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêniyên Amûdê şehîdê operasyona `Gurzê Gelan` spartin axê

07/02/2022
in Uncategorized
A A
Şêniyên Amûdê şehîdê operasyona `Gurzê Gelan` spartin axê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Îro saet 10:00`an bi hezaran şêniyên bajarê Amûdê bi merasimeke girseyî şehîd Îsa Ebdulah ku di oparasyona `Gurzê Gelan` de şehîd bûbû li goristana Şehîd Silêman spartin axê.

Merasimê bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Pişt re li ser navê Meclisa Malbatê Şehîdan Seîd Ferso, axivî û êrişên çeteyên DAIŞ`ê herwiha kiryarên dewleta tirkî ya dagîrker şermezar kirin û wiha got: “Em sersaxiyê ji tevayiya malbatên şehêdan re dixwazin. Hebûna me bi saya xwîna şehîdan e. Ji bo wê divê em li keda wan xwedî derkevin û hêviyên wan yên azadiyê pêk bînin.”

Herwiha bi navê Kongreya Star Remziya Mihemed sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, van pakrewanan li dijî çeteyên hov li ber xwe da û şer kirin heta ku gihîştin asta şehadetê. Êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser zindana Sînaa ya Hesekê ne tiştekî piçûk û hindik bû. Çeteyan dixwest bi vê êrişê nasnameya me tine bikin û destkeftiyên heyî têk bibin. Rast e dewleta Tirkan ya dagîrker bi plan êrişan dike, lê ti caran palanên wê bi ser nakevin.

Remziya Mihemed di dawiya axaftina xwede got, em tola şehîdan li erdê nahêlin emê bi rihê têkoşîna şehîdên xwe planên dewleta tirkî têk bibin.

Herwiha Hevserokê Meclisa Leşkerî ya bajarê Amûdê Berxwedan Amûdê diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê ev êriş ne bi tena serê xwe kirin, lê belê bi alîkariya hevalbendên xwe kirin û got, me azadî ne bi hêsanî bi dest xistiye, ji ber wê em ti carî dev ji azadiya xwe bernadin. Divê em ji berdêlên didin netirsin, gelê Rojava ketiye ser rêya azadiyê û ti kes nikare wî ji rêya azadiyê paş de vegerîne.

Pişt re bi sloganên `şehîd namirin, tola we li erdî namine û biji Rêber Apo` şehîd spartin axê û meresim bi dawî bû.

 

Post Views: 55
ShareTweetPin

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.