Navenda Nûçeyan-Qamişlo
QSD`ê nasnameya 7 şervanên ku 3`ê ji wan 23`ê Çileyê di operasyona dijî çeteyên DAIŞ`ê de li girtîgeha Sînaa ya li Hesekê û 4 ji wan jî di êrişên dewleta Tirkiyê ya dagîrker li serstasyona elektrîkê ya li gundê Tiqil Beqil yê girêdayî bajarê Dêrikê şehîd bûne, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî navên 7 şehîdan ragihandin. Herwiha di daxuyaniyê de soza pêkanîna armancên şehîdan hate dayîn.
Daxuyanî wiha ye:
“Em bi rêzdarî 7 rêhevalên xwe ku di Pêngava ‘Gurzê Gelan’ û li Dêrikê şehîd bûne, bi bîr tînin.
Di çarçoveya Pêngava ‘Gurzê Gelan’ li dijî êrişên çeteyên rêxistina terorîst ya DAIŞ`ê li ser girtîgeha Hesekê de ku rêhevalê me Îsa, Medenî û Xidir di 23’yê Çileyê de bi lehengî şer kirin gihaştin asta şehadetê.
Di nava plana berfireh ya çeteyên rêxistina terorîst ya DAIŞ`ê de li ser girtîgehê û bi destekdayîna ji dewleta Tirkiyê, êriş bi rihê fedayî yê şervanên me û gelê herêmê, têk çû Piştî têkbirina êrişa li ser girtîgeha Sinaa, dewleta Tirkiyê serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Hesekê tehemûl nekir. Di 1`ê Sibatê de bi balafirên şer stasyona kehrebeyê ya li nêzî gundê Teqil Beqil yê Dêrikê bombebaran kir û di encama wê de rêhevalê me Mihyedîn, Xebat, Siyabend û Şiyar şehîd bûn.
Rêheval Xemgîn, Şiyar, Medenî û Siyabend li dijî dagîrkeran tê koşiyan û ji destpêk tevlêbûna li nava şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê ve qehremaniyek mezin meşandin. Têkoşîna xwe bi heman rihî li dijî çeteyan berdewam kir. Xwedî helwestên xurt û layîqê şoreşê bûn û ji ber wê jî tê koşiyan û gihaştin asta şehadetê.
Her rêhevalekî me ji welat û gelê xwe hez dikir û xewn û xeyalên wan tenê girêdayî serketinê bûn. Her çar û bi baweriyeke kûr û girêdaneke xurt bi nirxên azadiyê ve ku her kêlî di jiyana xwe de pêk anîn. Ji roja yekemîn ya destpêkirina gera azadiyê û heta gihaştin asta şehadetê ji bo gel û welatê xwe gav paşde neavêtin. Ev jî bi girêdana wan bi nirxên gel û şoreşê ve, diyar bû. Di rewşên zehmet de nûnertiya nirxên şehîdan, gel û rêveberiyê kir û bûn beşek ji jiyana wan ay rojane.
Rêhevalên me Îsa, Xidir û Mihyedîn zarokên vî gelî û vê axê ne. Bi hezkirin erkên xwe di nava Şoreşa Rojava de pêk anî û li dijî hemû cûreyên dagîrkeriyê, tê koşiyan. Di şexsê her 7 rêhevalên xwe de em hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin. Bîranîna wan hêza me di têkoşîna li dijî dagîrkeran, de zêdetir dike. Careke din em soza xwe bi şehîd, gel û rêveberiya xwe re nû dikin ku em ê têkoşîna ji bo azadiyê berdewam bikin heta ku em serkeftinê bi dest bixin.
Nasnameyên şehîdan wiha ye:
Navê Tevgerî: Mihyedîn
Nav û paşnav: Mihemed Mihemed
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Hesen
Cihê ji dayikbûnê: Dêrik
Cih û dîroka şehadetê: Dêrik 1`ê Sibat – 2022`an
Navê Tevgerî: Siyabend Bêkes
Nav û paşnav: Ebdurehman Şêxo
Navê dayikê: Yasmîn
Navê bav: Mûsa
Cihê ji dayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Dêrik 1`ê Sibat – 2022`an
Navê Tevgerî: Şiyar Kobanê
Nav û paşnav: Mihemed Îsmaîl
Navê dayikê: Ferîde
Navê bav: Ehmed
Cihê ji dayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrik 1`ê Sibat – 2022`an
Navê Tevgerî: Xemgîn Bilbil
Nav û paşnav: Mihemed Hesen
Navê dayikê: Zelûx
Navê bav: Hesen
Cihê ji dayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Dêrik 1`ê Sibat – 2022`an
Navê Tevgerî: Îsa
Nav û paşnav: Îsa Abdullah
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Ehmed
Cihê ji dayikbûnê: Amûdê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrik 1`ê Sibat – 2022`an
Navê Tevgerî: Medenî Norşîn
Nav û paşnav: Medenî Bozkurt
Navê dayikê: Nûriye
Navê bav: Rîda
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê – 23`ê Çile – 2022`an
Navê Tevgerî: Xidir
Nav û paşnav: Xidir El-Salih
Navê dayikê: Emşe
Navê bav: Hisên
Cihê ji dayikbûnê: Hisên
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê – 23`ê Çile – 2022`an