Stranbêjên ciwan yên Bakurê Kurdistanê, nerazîbûna xwe nîşanî astengkirina mûzîka kurdî dan û gotin, bi astengkirinan wê nikaribin zimanê kurdî û dengê mûzîka kurdî bibirin.
Stranbêjên ciwan yên bakurê Kurdistanê, nerazîbûna xwe nîşanî astengkirina mûzîka kurdî da û gotin, bi astengkirinan wê nikaribin zimanê kurdî û dengê mûzîka Kurdî bibirrin.”
Li Kolana Istiklalê ya Beyoglû ya Stenbolê polêsên Tirk nehiştibûn mûzîkjenên kuçeyan bi Kurdî bistirînin. Piştî ku dîmenên vê astengkirinê li ser medyaya dîjîtal belav bûbûn, gelek kesan nerazîbûn nîşan da.
Li Amedê xebatkarên Akademiya Ma Musicê jî nerazîbûn nîşanî astengkirina muzîka Kurdî dan.
Li her derî Kurdî
Perwerdekarê akademiyê Xebat Yîgît got, zext û zora li ser ziman û çanda Kurdî bi salan e didome: “Muzîka Kurdî careke din hat astengkirin. Paşê wekî asteng nekiribin, daxuyanî dan. Ev daxuyanî ne jidil in. Em muzîkjenên Kurd, em ê nehêlin zimanê me winda bibe. Stranên me wê neqedin. Em ê tim binivîsin, bibêjin.”
Muzîkjen Evîndar Dulek jî got, “Dewleta Tirk êdî di her warî de hewl dide dengê Kurdan bitepisne. Em jî li ber vê radibin. Tu divê, bila li seranserê cîhanê muzîka Kurdî û zimanê Kurdî qedexe bikin. Lê ew ê nikaribin di jiyana mirovan de qedexe bikin. Ew ê nikaribin zimanê Kurdî û dengê muzîka Kurdî bitepisînin. Êriş çi dibin bila bibin, em ê li her derî zimanê xwe û stranên xwe biparêzin û bibêjin.”
Li dijî zordariyê timî têkoşîn
Muzîkjen Sarya Ertaş jî qedexekirina konserên bi boneya salvegera 30´î ya damezrandina Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) bi bîr xistin û got, “Wê demê jî destûr nedan. Ji ber ku Kurdî ye, mudaxeleyên bi vî rengî dikin. Bi qest û zanebûn dikin. Lê me wê çaxê jî nerazîbûn nîşan da, em niha jî nîşan didin. Her ku ev mudaxele zêde dibin, em bêtir dixebitin. Ew çi qasî di tinekirinê de israr dikin bila bikin, em ê jî di hebûnê de bêhtir israr bikin. Em xebatkarên muzîka Kurdî, em ê tim têbikoşin.”
MA