Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şanogeran jî got PKK’ê ji lîsteyê derxin

06/02/2022
in Uncategorized
A A
Şanogeran jî got PKK’ê ji lîsteyê derxin
Share on FacebookShare on Twitter

Kampanya ji bo PKK´ê bi pêşengiya hezar rewşenbîr, akademîsyen, siyasetvan, zanyar, hunermend û aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin, dewam dike.

 

Şanogerên navçeya Çemçemal a ser Silêmaniyê, piştgirî dan kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ û gotin, li Rojhilata Navî PKK yenake partî ye ku piştî girtina rêberê wê, rêbaza wî weke dibistanekê dewam dike û rola PKK’ê ya li heremê jî bilind dinirxînin.

Kampanya ji bo PKK´ê bi pêşengiya hezar rewşenbîr, akademîsyen, siyasetvan, zanyar, hunermend û aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin, dewam dike. Heman kampanya roja 29’ê Çile bi tevlibûna gelek rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrin û siyasetvanan li seranserê Başûrê Kurdistanê jî dest pê kir. Ev kampanya li tevahiya bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê wê belav bibe.

Şanoger Helwêst Nerîman diyar kir ku derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ girîng e û got, “PKK’ê li her çar parçeyên Kurdistanê xema neteweyekê hilgirtiye. Xema berîk û wezîfeyan hilnegirtiye. Lewma divê PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin. Rêber Apo yekane rêber e ku di girtîgehê de be û rêbaza wî dîsa jî dewam dike.”

Rêbaza Ocalan dibistanek e

Şanoger Helwêst Nerîman got, divê li Rojhilata Navîn rêbaza Rêber Ocalan weke dibistanekê were temaşekirin: “Divê em jî weke hunermend bi rêya sînema û şanoyê neteweya Kurd mezintir nîşan bidin. Li gel bîr û felsefeya Ocalan a li ser aştiyê, nîşanî cîhanê bikin. Îsbat bikin ku cihê wî negirtîgeh e. Divê vî rêberî navendek mezin a lêkonîna li ser aştiya Rojhilata Navîn hebe û tez û fikrên wî pêk bîne.”

Şanoger Mihemed Salih jî got, “Kampanya komkirina îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bi taybetî girîng e. Bêyî cudahiya îdeolojî û bîrûrayê, divê li her çar parçeyên Kurdistanê helwêsta me hebe. Nabe rêberekî mezin ê weke Abdullah Ocalan di girtîgehê de be. Niha divê ji her demê zêdetir em yekdeng û yekhelwêst bin da ku em mafên xwe bi dest bixin û bibin dewleteke serbixwe.”

ROJNEW

 

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.