Li Awustruralya filmekê ji bo ku serhatiya koçberiya piştî şer û avakirina civaka pirreng nîşan bide, projeyek da ber xwe.
Li Awustruralyayê filmekê ji bo ku serhatiya koçberiya piştî şer û avakirina civaka pirreng nîşan bide, projeyek da ber xwe. Behsa 8 serhatiyan dike û ji bo vê tîmeke ji 8 nivîskar, 5 derhêner û deh zimanan, li ser film xebitiye. Di nava zimanên wê de Kurdî jî bi du zaravayên xwe heye: Kurmancî û Soranî. Navê filmê Here Out West e. Film behsa serpêhatiyên wan mirovan dike ku li rojavayê Sydneyê dimînin. Her 8 serpêhatî jî piştî revandina pitikekê ji nexweşxaneyeke Sydneyê bi rengekî ji rengan digihin hev. Dîmenên filmê jî li taxeke keviya bajêr a li Black town hatine girtin. Film vê mehê wê li sînemayên Awusturalyayê bê nîşandan. Film wê piştî ne bi gelekî jî di kanala televîzyonê abc de were nîşanda.
Navê Filmê: Here Out West
Derhênerên filmê: Fadia Abboud, Lucy Gaffy, Julie Kalceff, Ana Kokkinos, Leah Purcell
Dirêjahiya filmê: 101 deqîqe
Ozgûr Polîtîka