Li kantona Hesekê beravên çemê Xabûr, wargeheke guncew ya şînatiya sûsê ye. Gelek şêniyên Til Temirê wê derdixin da ku debara xwe bikin.
Xeyrullah El-Sebah ê ji gundê Wadî Necmê li başûrê navçeya Til Temirê her sibeh saet 07:00`an tevî alavên kolandinê û hevalên xwe berê xwe didin beravên çemê Xabûrê ku ji Til Temirê heta Hesekê dirêj dibe. Ji bo ku debara xwe bikin, şînatiya sûs derdixin û difroşin.
Ciwanê 30 salî, kokên şînatiya sûsê ku hin caran heta nîv metreyî di bin erdê de ye bi alavên xwe derdixe. Piştre dike turikê xwe û piştre bifroşe û dest tijî vegere mala xwe.
Xeyrullah El-Sebax têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Ez bi vî karî debara malbata xwe peyda dikin.”
Piştre behsa mewsima çînina sûsê kir û got: “Îsal ji berê kêmtir e. Ji ber ku baran kêm bariye û avê çemê jî kêm bûye. Piştî ku dewleta Tirk ew qut kir. Rojane em tenê 10 heta 15 kîlo sûs diçinin, li gorî salên berê, ev miqdar kêm e.”
Bi rêya milêb û bivir kokê sûsê tê berhevkirin ku zêdetirî nîv metreyî di bin erdê de ye. Xeyrullah El-Sebax got: “Destpêkê me li devera di navbera gundê Til Reman ê li başûrê Til Temirê û bajarê Til Temirê de lê geriya. Bi dehan jin, zarok û mêr vê şînatiyê diçinin û debara xwe pê dikin. Kîloya wê digihêje hezar lîreyî.”
Mewsîma çinîna sûsê bi destpêkirina zivistanê re destpê dike û dawiya havînê bi dawî dibe. Bi giştî li ser beravên çemê Xabûrê belav dibe û av ji bo belavbûna wê gelek girîng e.
Sûs li Sûriyê, Misir, Asya Biçûk, Asya Navîn û Ewropayê şîn dibe. Bi piranî musliman di meha Remezanê de ava wê vedixwin. Gelek sûdên wê hene ji ber wê gelek şênî ava wê vedixwin. Tê de madeya glîsîrhîzîn heye ku bi 50 caran ji şekr şîrîntir e.
ANHA