Thursday, May 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ne çand hiştin ne jî Sûr

06/02/2022
in Uncategorized
A A
Ne çand hiştin ne jî Sûr
Share on FacebookShare on Twitter

Bajar, ji cihekî fizîkî wêdetir taybetmendiyên civaka tê de didin der. Li gorî rewşa çandî û civakî teşe digire û bi gotineke din rengê civakê nîşan didin.

 

Ji ber vê bajar û civaka ku di wan de dijîn weke parçeyên ji hev nayên cihêkirin tên dîtin. Navçeya Sûrê ya Amedê ya ku ji mêj ve nasname û baweriyên cuda bi hev re lê diman jî bi van taybetmendiyên xwe yek ji van bajaran e. Lê navçeya Sûrê ku bîra wê heye, hem ji ber hilweşandina bi qedexeyan re dest pê kir hem jî bi avakirina malên ku dişibin girtîgehê, van taybetmendiyên xwe yek bi yek ji dest dide.

Me dîmenên deverên qedexekirî yên taxên Sûrê yên ku ev 6 sal in ji gel tên “veşartin”, girtin.

Malên dişibin girtîgehan çêkirin 

Li Sûra di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Dinyayê ya Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de di 6 û 13’ê Îlonê, 10´ê Cotmehê û 28’ê Mijdara 2015’an de 4 caran qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Di 2’ê Kanûna heman salê de li taxên Cevat Paşa, Dabanoglû, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmazê qedexe hatibûn ragihandin. Ev qedexe bû qedexeya herî dirêj a dinyayê. Li gorî raporeke Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), ji sedî 72’yê her şeş taxan piştî qedexeyan hatiye hilweşandin. Wekî din mizgeft, dêr, dibistan, hemam jî di nav de 334’ê wan tomarkirî, bi giştî 3 hezar û 569 avahî hatin hilweşandin. Li şûna van malan malên ku dişibin girtîgehên bi tîpên F û S hatine lêkirin. Ev mal bi kevirên bazalt ên bi makîneyê hatine birrîn û bi yek rengî li dijî avahîsaziya bajar hatine lêkirin. Demeke dirêj dora van malan bi bariyeran hat girtin. Beriya demekê, destûra ketina nava van malan hat dayîn

Dîmenên nû yên ciyên qedexe

Herî dawî qeyûmê Sûrê, Abdûllah Çîftçî Kanûna 2021’ê daxuyanî dabû û gotibû, ketin û derketine 6 taxan ne qedexe ye, tenê deverên şantiyeyan girtî ne. Deverên şantiyeyan jî taxên Cevat Paşa, Dabanoglû, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmaz ku piştî qedexeyan herê zêde ew hatin hilweşandin.

Em çûn van deveran û me dîmenên wan girtin. Her çiqasî bê gotin ku qedexe ne jî ne xebatkarên şantinyeyan ne jî kesên ji resterasyonê berpirsyar, me asteng nakin ku em li nav avahiyên dîrokî bigerin. Belim jî ji ber ku me ji şantiyayê peywirdar dizanin, dengê xwe li me nakin.

Axir, min bi hevalê li cem xwe re wênegira xwe derxist û dîmenên avahiyên dîrokî yên 6 sal in ji herkesî tên veşartin û li ser piya mane, yek bi yek girtin. Li ser hin avahiyên dîrokî wêneyên mezin ên serokkomarê Tirk Erdogan, alaya Tirk û Mustafa Kemal hebûn. Ev wêne jî esas bajar ji bîra wî yekcar qut dikin.

MA

Post Views: 47
ShareTweetPin

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.