Thursday, May 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêveberiya Sewalkariyê barê sewalvanan sivik dike

06/02/2022
in Uncategorized
A A
Rêveberiya Sewalkariyê barê sewalvanan sivik dike
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Ji bo çareserkirina pirsgirêka sewalvanan, herwiha peydekirina êm ji sewalan re, Rêveberiya Sewalkariyê ya Kantona Qamişlo madeya Nexalê li Sewalvanan belav dike.    

 

Di van salên dawî de rewşa hewayê li seranserê dinyayê hatiye guhertin. Çimkî baran kêm e û ne di dema xwe de dibare. Ji ber wê bandoreke neyînî li çandinî û sewilkariyê hatiye kirin. Îsal jî baran li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kêm e. Ev jî ziyanê ne li çotkaran tenê li sewalvanan jî dike. Li kêleka vê pirsgirêkê jî bihayê êmê sewalan pir bilind e, kesên ku sewalên wan hene êdî nikarin êm ji sewalên xwe re bikirin.

Projeya belavkirina êmê sewalan her sal ji aliyê Rêveberiya Sewalkariyê ve pêk tê. Ev proje barê madî li ser milê xwediyên sewalan sivik dike. Lewra şêniyên Herêma Cizîrê bi taybetî yên gundan piraniya wan sewalan xwedî dikin. Herwiha çavkaniya wan ya sereke xwedîkirina sewalan e.  

Derbarê mijarê de rêveberê beşa sewalkariyê Mihemed Kazim Hisên da zanîn ku ji destpêka salê ve dest bi belavkirina êmê sewalan kirine û axaftina xwe wiha domand: “Salên ku baran zêde dibariya şînatî çêdibû û welatiyan sewalên xwe diçêrandin. Ji ber wê berhemên sewalan yên weke penîr, mast, şîr û her wekî din hebûn. Lê îsal baran zêde nebariya û rewşa kesên ku sewalan xwedî dikin pir zehmet bûye. Ji bo wê me xwest ku alîkariya sewalvanan bikin. Me êm li kantona Qamişlo û Hesekê belav kir. Lê hê belavkirin bi dawî nebûye. Gropa me ya belavkirinê ji 15 komîteyan pêk tê. Destpêkê me li her bajarî jimara sewalan diyar dikir, da ku li gorî hejmara sewlan êm were belavkirin. Em ji bo her pezê 10 kîlo û çêlek, hesp, deve û gamêş her 50 kîlo nexalê didin. Bihayê her kîloyî li deverên din zêdeyî 800 lîreyên Sûrî ye, lê em bi 450 lîreyî didin. Ji ber ku derfetên me kêm in em her şeş mehan çarek êm belav dikin. Êmê ku em didin jî berhemê aşê me ye.”

Mihemed Kazim bîr xist ku gelek cudayî di navbera belavkirina par û îsal de heye û gor, lewra îsal jimara sewalan kêmtir e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sala çûyî me 5 hezar ton êm zêde belav kirin. Çimkî di jimara sewlên par de pir xapandin hebû. Gelek kesên ku sewalên xwe firotibûn jî êm digirtin. Gelek jê jî bi du navan bûn. Lê îsal me bi baldarî rewşa sewalan şopand û pişt re dest bi belavkirinê kir. Jimara par mezin bû û êm têra tevan nedikir. Par me nêzî 20 hezar tonî êm belav kir. Îsal em dikarin bi 15 hezar tonî belavkirinê bi dawî bikin. Bajarê herî zêde sewal lê hene Til Hemîs, Til Koçer, hol û Til Birak in.”

Rêveberê beşa sewaldariyê Mihemed Kazim Hisên di dawiya axaftina xwe de got, hê belavkirin li hin bajaran bi dawî nebûye û ev li axaftina xwe zêde kir: “Heta niha me belavkirin li Til Hemîs, Til Koçer û li Til Birak bi dawî kiriye. Bajarê ku hê belavkirin lê bi dawî nebûye jî Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrîk e.”

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.