Nûra Şêxmûs Ehmed ya ji gundê Bab El-Xêr ya Til Temir di bin firîna balafirên dewleta tirkî ya dagîrker de ji bo parastina zarokên xwe stargehek çêkir.
Nûra Şêxmûs Ehmed diyar kir ku ketiye sala sisiyan ku di vê rewşê de dijîn û wiha dom kir: “Sê sal in em bi êrîş û topbarana dagirkerên tirk û çeteyên wan re rû bi rû dimînin, bêtirî topên ku tên gundê me û gundê Eboş, ji Barageha Inêg El-Hewa a dagirkerên tirk ku tenê bi çend km rojavayî me dikeve, tên. Êrîş herî zêde sivîlan hedef digre, gelek mal û milkên sivîlan jî hatine hilweşandin û zirarên mezin dîtine. Dîsa berî çend rojan gundê me û derdorê dan ber topan, sivîl dîsa ber bi çolê ve çûn û wê şevê di nava zeviyan de di bin wê baranê û seqemê zivistanê de razan. Gelek caran dema topbaran dest pê dike û dirêj dibe, em nikarin gava xwe bavêjin derveyî malê û herin Til Temirê ji bazarê zebzeyan bikirin. Ji ber wê jî me li hewşa mala xwe şîkayî çandine, wekî pîvaz, reşad, bexdûnis, pelê silkan û tilpik û gelek tiştên din. Ava şêrîn di gund re derbas nabe, ji ber wê em bi ava şor baxçeyên xwe avdidin. Ji dema ku dagirker nêz bûne pirsgirêkên me yên kehrebê û avê çareser nebûye. Sê caran saziya enerjî û eliktirîkê hatin kehrebe çêkirin lê ev saleke em bê ronî ne û şevên me tarî ne. Dagirker eliktirîkê jî hedef digrin.”
“Di bin topbaranê de me binerd kola”
Nûra Şêxmûs Ehmed da zanîn ku wan rêbazekî parastinê ku xwe ji topên dagirkeran avakirine û wiha pêl da gotina xwe: “Êdî mayina li çolan û razana di bin baranê de û di havînê de di wê germê de nedibû. Da ku em rêbazekî nû avabikin û xwe nespêrin derketina ji derve binerdek kolandiye. Binerd ji mangeyeke dirêjbûna wê 3 mitro bi pehinbûna 2 mitroyan pêk tê. Dîwarê hundir jî bi axê hatiye seyandin. Çêkirina wê heftiyekê dirêj kir, ku me û karkeran bi bêr û qazmeyan binerd koland. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di bin firîna balafirên keşfê de û topbarana gundewaran de binerd hat kolandin, ruxmî xeteriya wê jî me domand û bi dawî kir.”
“Rêbazên nû yên parastinê li herêmê pêş dikevin”
Nûra Şêxmûs Ehmed da xuya kirin ku ev rêbazê ku li herêmê nû pêşketiye êdî li gundên din jî belav dibe û wiha pêde çû: “Piştî ku mala me dest pê kir, êdî gundên derdora me jî dest bi çêkirina binerd kirin. Ji ber ku rêjîma Sûrî jî zirarê dide malên sivîlan, sivîl dest bi kolandina binerdan kiriye, da ku li malên xwe bimînin û xwe ji topbarana dijmin jî diparêzin. Wekî kurdên ku di vê xetê de jiyan dikin, me yekemîn car dest bi çêkirina binerd kir. Paşê li gundên din bi taybetî malbatên me yên ereb jî destpêkirin û roj bi roj pêşdikeve. Binerd wekî dîwarekî ye ku em xwe bispêrin wê. Gelek caran dema ku topbaran çêdibe em têde xwarinê dixwin û radizên.”
Nûra Şêxmûs Ehmed balkişand ser rola hêzên garantor Rûsiya û Emerîka li herêmê û ev tişt anî ziman: “Hêzên Rûsiya û Eemrîka bi erkê xwe ve ranabin, ji ber dema topbaran çêdibe dagirkeran ranawestînin. Her wiha piştî topbaran jî diqede û sivîl ziraran dibînin, her dû hêz jî qaşo garantor in nayên û rewşa sivîlan nanhêrin û napirsên gelo tiştek ji wan hatiye ya na. Lê baweriya me bi wan nayê, em pişta xwe bixwe û şervanên xwe xurt dikin, ji ber hêza ku wê me biparêze şervanên me ne. Şervan bi me û em jî bi şervanên xwe xurt dibin.”
“Xwestin koka me biqelînin, lê ji bîr kirin ku em tov in”
Nûra Şêxmûs Ehmed armanca dagirkeran bibîr xist û girîngiya hebûna xwe bilêv kir: “Bi topbaran û şerê taybet dijminên me xwestin em gundên xwe vala bikin, lê ne top û ne jî balafirên wan me tirsandin. Xwestin koka me hilînin, lê çete û dagirkerên tirk ji bîrkirin ku em tov in û li her derê şîn tên. Em ji vê derê ne û em ê li vir bin. Çi hêz were wê nikaribe me ji axa dapîr û bapîrê me derînin. Heya niha bîranînên dapîr û bapîrên me di her qoncikek gund de ne, ji bo vê yekê jî çiqase êrîş pêk werin em ê vê axê biparêzin. Çi bibe em amade ne ku heya dawiyê jî li ser vê axê birûmetî bijîn. Ger qesran ji mere werin lêkirin, em ê ji vir dernekevin.”
“Binerdan çêkin”
Nûra Şêxmûs Ehmed bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: “Em gelekî şoreşger in, li gorî şoreşgertiya xwe xwe birêxistin dikin. Em amade ne li vir bimînin, heya roja xwe ya dawî. Yan em jiyaneke azad an jî mirineke birûmet bimrin. Bila em li vir birûmetî bimrin, baştire ku li ser sînorê welatan perîşan bibin. Em wekî sivîl hêzê ji hebûna hevdû digrin. Divê ku sivîlên li seranserî xeta agir ji Til Temirê heya Eyn Îsa, Kobanê û bajarên din, binerdan ava bikin û zarokên xwe biparêzin. Ew çareya herî baş e.”
JINHA