Thursday, May 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerê xwînrêjtinê berdewam e.

06/02/2022
in Uncategorized
A A
Girtîgeha Xiwêranê…pêbînî û daxwazî
Share on FacebookShare on Twitter

Emîn Sadûn.

Weke tê dîtin û şopîner jî diyar dikin, ku ji roja Rêveberiya Xweser hatî damezrandin heta roja îro, dewleta tirkî bi hevalbendên xwe ve, ji çeteyên Sûriyê û rêxistinên tundrew û tarîxwaz bi tevayiya hêza xwe şerê vê rêveberiyê dikin. Turkiya Erdoxan ya faşîst cihê xwe yê jeopolîtîk, peywendiyên xwe yên dîplomatîk û têkiliyên xwe yên berjewendîkar di nava wî şerî de bi kar anîne. Herwiha gef û êrîşên leşkerî li ser bakur û rojhilatê Sûriyê û rêveberiyê nesekinandine. Jixwe êrişên leşkerî û siyasî yên dewleta tirk ya faşîst, bi piştgiriya rejima Sûriyê, Rûsya û Emerîka li gorî rêkeftinên veşartî, beşeke mezin ji xaka Sûriyê û deverên kurdî dagîr kirine. Turkiyê tevayiya teknîkên şer yên kevin û nû û her rengê şerê germ û yê sar li hemberî Rêveberiya Xweser bi kar anîne û hê jî berdewam e.

Şerê taybet cihekî mezin û bergeheke berfereh di nava wan şerên domdar de girtiye û bi wî şerê qirêj û gemar dixwaze derûniya xelkên herêmê bihejîne û civakê ji hev bêxe. Herwiha bêbaweriyê lewaz bike, hêviyan di malzarokan de bifetisîne û deriyê parçebûn û pevçûnê di civakê de veke. Lê heta ku van armancan bi demê re pêk bîne, sînorên şer li piştê hiştin vekirî û carna bi xwe û carna piştgirî da hêzên çete û carna jê destek da rêxistinên terorist yên mîna DAIŞ`ê. Armana wê ya sereke bicînebûna aramiyê li herêmên Rêveberiya Xweser e.

Çawa ku tê anîn li seranserê cîhanê dema deverek ne aram be pêşketin li wir çênabin û projeyên mezin pêk nayên.

Ji ber dewleta tirkî vê baş dizane naxwaze agirê şer li ser bakur û rojhilatê Sûriyê rawestîne, li dijî Rêveberiyê plansaziyan dirêse. Armanca wê ya dawî ji vî şerî lawazkirin, bêhêzkirin û jikarxistina rêveberiyê ye û domahiyê roxandin û tinekirina wê ye. Rastiya naveroka vî şerî ew e ku gelê herêmê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî ji mafê xwe yê rewa were bêparkirin û hebûna wî li ser xaka wî ya dîrokî bikeve metirsî û nemanê. Divê em bizanin ku ev rêveberî bi xwîn, ked û xwêdanê hatiye avakirin û bi berdêlên mezin hatiye ragihandin. Ji ber wê destkeftiyeke neteweyî û niştimanperwerî ye û dive gelê me bi tevayiya hêza xwe vê destkeftiya dîrokî biparêze û lê xwedî derkeve. Lewra xwedîderketina vê erkekê mirovî, neteweyî, welatparêzî û exlaqî ye.

 

Post Views: 31
ShareTweetPin

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.