Yûsif Kara: Beriya êrişa bi ser wargehê de, ceyrana wargehê hate qutkirin, PDK´ê rêya Hewlêrê vekir û bangên alîkariyê hatin kirin. Ev hemû bi pîlan bûn, hemû girêdayî êrişa bi ser wargehê de bûn, xwestin bi yek carê wargehê vala bikin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, pêr bi şev saet 22:00’an Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kir.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê, di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê şehîd bûne û bi dehan kes ji şêniyê wargehê jî birîndar bûne.
Hemwext balafirên şer ên dewleta dagirker Şengal û Derika Rojavayê Kurdistanê jî bombebaran kirin. Li Şengalê bombebaranê qederê 4 saet û nîvan dewam kir.
Êrişa li dijî Mexmûrê
Li Mexmûrê bûyerên balkêş qewimîn. Beriya êrişê ceyrana(kerebe) wargehê hat qutkirin, PDK’ê rêya Hewlêrê vekir û bangên alîkariyê hatin kirin. Derbarê armanca êrişên dewleta Tirk ên li dijî wargeha Mexmûrê, beriya êrişê qutkirina ceyranê, vekirina rêya Hewlêrê, helwêsta PDK û Iraqê, û helwêsta gelê Mexmûrê de, Hevserokê Meclîsa Gel ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Yûsif Kara ji rojnameya me re axivî.
‘Iraq jî di nav vî karî de heye’
Yûsif Kara destpêkê behsa êrişê kir û got, êriş bi balafirên şer pêk hatiye, li dijî 8 cihan êriş hatiye kirin û axiftina xwe wiha domand:“Qazanek (bombeyên yek tonî) neteqiyaye; bandoreke nerênî li ser zarokan çêbû. Ji ber ku dengekî gelekî bilind hebû. Ev ne cara yekê ye ku êriş dibe, pîlaneke giştî ye. Ji ber ku hemwext li Şengal, Dêrik û Mexmûrê dan, ji bo vê, ev projeyek e. Ax, şeref û kerameta welat e, lê îro Tirkiye tê, şeref û kerameta Iraqê binpê dike. Destê Iraqê di êrişê de heye û hevkar e. Li ser me Kurdan bazirganiyê dikin. Helwêsta Iraqê ya niha li hemberî wargehê, îsbata vê êrişê ye. Armanca wan têkdan û valakirina wargehê ye.”
Gelo NY jî parçeyek ji êrişê ye?
Hevserok Yûsif Kara behsa hevdîtineke wan a bi midûrê giştî yê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) re kir û ev agahiyên girîng dan: “Beriya niha hevdîtineke me bi midûrê giştî yê NY´ê yê Iraqê re çêbû. Çend pirs ji me kirin. Ji me re gotin, ma hûnê heta kengî li Mexmûrê bimînin? Bê guman ev pirs di vê pêvajoyê de watedar e! bi vê êrişê, xwestin gel bitirsînin, panîkê çêkin û di encama vê tirsê de wargehê vala bikin.”
PDK’ê yekser rê vekir
Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yûsif Kara behsa rola PDK’ê jî kir û got, “Piştî bi salan rêgiriyê, PDK’ê rêya Hewlêrê vekir. Ev yek jî hesab kirine. PDK di vir de xwedî roleke sereke ye, di nava biryara rabûna balafiran de ye. Hinek berpirsên wan gotin, em ji alîkariyê re amade ne. Ez vê, weke alîkariyeke mirovî nabînim, ew jî bi pîlan bû. Xwestin gel bixapinin û wargehê vala û wêran bikin.”
Ceyran qutkirin
Xisûseke din a balkêş a ku Yûsif kara balê dibe ser, qutkirina kerebê ye: “Beriya êrişê bi kêliyekê, ceyrana wargehê hat qutkirin, ceyrana wargehê ji Herêma Kurdistanê tê. Piştî êrişê yekser careke din ceyran hat. Baş e, heger balafirê li têlekê yan jî trafoyekê daba, wê çawa ceyran piştî wê bi deqeyekê hatiba.”
Rayedarên Iraqê tenê li sivîlan pirsî
Agahiyeke din a ku hevserokê wargehê da me, li ser helwêsta piştî êrişê ya rayedarên Iraqê bû: “Li Mexmûrê fermandarên Iraqê telefonî me kirin, pirs kirin. Lê pirsên wan jî balkêş bûn. Digotin sivîl in yan na? Ew jî parvekirina rolê bû, ev jî îsbata vê pîlanê ye. Ji bo wan, heger ne sivîl bin, rewa ye. Em alîkariyekî bi wî rengî layiqê wargehê nabînin, hem ji pişt ve xencer dikin, hem jî dibêjin, ‘em dixwazin alîkariyê bidin’. Em ê li ser piyan bin, çalakiyên me wê dewam bikin, weke wargeh helwêsta me zelal e.”
Dronên bi sîleh geriyan
Kara, wiha domand: “Heger Iraq ne hevkarê êrişan be, çima heta sibehê dronên bi sîleh geriya? Bi taybet Iraq û PDK´ê hevkarê sereke ne, heman peywendî û têkiliya wan heye. Li ser Şengalê çi senaryo heye, li ser Mexmûrê jî heman senaryo heye. Destê xiyanetê di van êrişan de heye, bi dijminê xwe re bûne yek û anîna balafiran bi ser zarokan de ne karekî exlaqî. Navê wê xiyanet e, êşa vê xiyanetê ji hevkariya Iraqê ya bi Tirkiyeyê re girantir e.”
Peyama wargehê berxwedan e
Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yûisf Kara di dawiyê de behsa helwêsta şêniyên wargehê kir û bang jî li Kurdan kir da ku xwedî li berxwedana wargehê derkevin: “Em ê berxwedan, hêrs û kîna xwe zêde bikin, em ê li ber xayinan rabin. Em ê Mexmûrê bernedin û belav nekin, çidikin bila bikin em ê xwediyê vê helwêsta xwe ya zelal bin. Em ê girêdayî îradeya rêbertiya xwe bin.
Ez bang li Kurdên bi şeref hemûyan dikim, êdî em rabin ser xwe û ji van êrişan re bêjin, êdî bes e. Em bibin yek deng û helwêst. Divê em li bendê nemînin, bi çalakiyên xwe saziyên mafên mirovan hişyar bikin da ku bila bi berpirsyariyên xwe rabin.”
Yenî Ozgûr Polîtîka