Thursday, May 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komploya 15ê Sibatê, bi tecrîd û êrişên qirkirinê didome

06/02/2022
in Uncategorized
A A
Komploya 15ê Sibatê, bi tecrîd û êrişên qirkirinê didome
Share on FacebookShare on Twitter

Jiyan Ebas-Qamişlo

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Cizîrê, Komploya 15`ê Sibatê şermezar kir û diyar kir ku armanc û planên komploya navneteweyî hatine qelskirin, lêbelê bi tevayî nehatine pûçkirin û komplo dewam dike.

 

15`ê Sibata 1999`an bi Komployeke navneteweyî Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan radestî dewleta tirkî ya dagîrker kirin. Ev 23`ê sal in komploya navneteweyî ya li dijî hebûna gelê Kurd, bi tecrîdeke giran ku li dij mirovayiyê ye dewam dike û di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, gelê Kurd ji her alî ve tê qirkirin.

‘Armanca wan tinekirina tevgera azadiyê bû, lê bi ser neketin’

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Cizîrê Hisên Ubêd diyar kir ku armanca komploya 15’ê Sibata 1999’an, pêşîgirtina li têkoşîna azadiya gelê Kurd bû. Herwiha teqez kir ku tecrîda girankiri ya li ser Rêber Apo û êrişên dewleta tirkî yên qirkirina Kurdan dewama komploya 15’ê Sibatê (Komploya Navnetewî) ye û axaftina xwe wiha domand: “Encama komployê tersî planên hêzên hegemon derket, nikarîn pêşiya fikrê Rêber Apo bigirin û têkoşîna azadiya gelên bindest xurttir bû. Dewletên dagîrker ev ji bo planên xwe yên li ser gelan wek metirsiyeke mezin dîtin. Ji ber wê dewleta tirkî ya dagîrker êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike û dijbera şoreşa me ye.”

Ubêd herwiha diyar kir ku projeyên sîstema kapîtalîst û dewleta tirkî ya dagîrker yên li dijî civakên Rojhilata Navî heta roja îro didomin û ev nirxandin kir: “Rêjima Tirkiyê her bi xewn û xeyalên ku dewleta Osmanî ji nû ve ava bike dijî. Jixwe ev proje bi alîkariya hêzên hegemonîk tê plankirin. Ji bo wê, planên qirêj bi tinekirina civakan, herwiha xurtkirina nijadperstiyê li ser esasê yek al, yek dewlet û yek zimanî pêk tîne.”

‘Li dijî siyaseta dewletên komploger hevgirtîna gelên Rojhilata Navî pêwîst e‘

Hisên Ubêd got, Rêber Ocalan rêberekî neteweyî ye û ji bo mirovayiyê û tevayiya civakan têdikoşe. Herwiha aştî û fikirê demokratîk li Rojhilata Navî belav dike da pirsgirêkên heyîn werin çareserkirin.

Hisên Ubêd bal kişand ser gel û civakên fikir û felsefeya Rêber Ocalan qebûl dikin û wiha dewam kir: “Tevayiya gelan li ser bingehê fikirê Ocalan têdikoşin. Lewra fikrekî neteweyî ye û li dijî paşverûtiyê ya hêzên desthilat ya bi sedê salan e”.

Hisên herwiha bang li gelê Rojhilata Navî kir ku li dijî siyaseta dewletên komploger hevgirtina xwe ava bikin û wiha domand: “Dewletên komploger bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hewl didin azadiya civakan têk bibin.”

‘Êriş, tecrîd û polîtîkayên li dijî gelan, ji komploya navnetewyî ne qut in‘

Hisên Ubêd bal kişand ser politîkayên qirêj yên dewleta tirkî û axaftina xwe wiha domand:” Projeyên qirêj yên dewleta tirkî û alîgirên wê bi mayîndebûna sîstema neteweya demokratîk hilweşin. Ji ber wê li Îmralî tecrîda li ser Rêber Apo her ku diçe girantir dikin. Herwiha ji 23’yê Nîsana 2021’ê ve artêşa tirkî bi çekên kîmyayî qadên gerîla topbaran dike. Di heman demê de bi erêkirina dewletên hegemon êrişî deskeftiyên gelên bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Ev kiryar bi giştî ji komploya 15’ê Sibata 1999’an ya di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd hatî kirin ne qut in.”

Hisên Ubêd bi van gotinan axaftina xwe qedand: “Em dizanin ku polîtîkaya niha ya li ser gelê Kurd tê meşandin dewama komploya navneteweyî ya berî 23 salan e û armanca wê jî lewazkirina têkoşina azadiyê û rakirina deskeftiyên Kurdan ji holê ye. Lê rojbiroj bi fikir û felsefeya Rêber Apo û bi hevgertina gelên bindest têkoşîna li dijî faşîzm û dagîrkeriyê xurttir dibe û ev têkoşîn wê dawiya faşîzmê û desthilatdariyê bîne.”

 

Post Views: 53
ShareTweetPin

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.