Thursday, May 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Rêya çareseriyê Îmralî ye’

06/02/2022
in Uncategorized
A A
‘Rêya çareseriyê Îmralî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Besê Hozat: Eger tê xwastin ku demokrasî, edalet û hiqûq bê Tirkiyeyê, divê pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, wekî sûcê mirovayetiyê were dîtin û were mehkûmkirin.

 

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bûyerên girîng ên di rojevê de ji ANF´ê re nirxandin.

‘’Hêzên navneteweyî yekser piştgiriyê didin polîtîkaya qirkirinê’

Besê Hozat got, Rêber Apo muxatebê çareseriyê yê doza Kurdan e. Di çareseriya doza Kurdan de, muzakerevanê esasî ye. Bi tinehesibandina Rêber Apo ti çareserî pêk nayê. Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe.

Di beşa 1´ê ya roportajê de Besê Hozat, li ser komploya navnetweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan got, “Em dikevin sala 24’emîn a komploya navneteweyî. Ez hêzên komploger ên navneteweyî ku DYE pêşengiya wan dike, bi nefret şermezar dikim. DYE, Ingilîstan, Îsraîlê pêşengiya komployê kirine, li hemberî gelê Kurd û mirovayetiyê sûcê herî mezin ê dîrokê kirine. Bi komploya li dijî Rêber Apo re yekser tevlî qirkirina Kurdan bûn. Yanî, hêzên navneteweyî yekser piştgiriyê didin polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk. Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, pîlaneke nû ya Şark Islahatê ye. Di şexsê Rêber Apo de komplo li dijî gelê Kurd hatiye kirin.

Helwesta Rêber Apo, şehîdên fedaî yên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’û gelê me yê berxwedêr, ji xeynî dîlgirtina fizîkî ya Rêber Apo, komplo pûç kir.”

‘Têkoşîneke gerdûnî ye’

Hozat li ser kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan jî wiha got,  “Fikrê Rêber Apo di nav jin û gelan de, heyecaneke mezin, hêvî, têkoşîn û baweriya serkeftinê pêk anî. Di asta global de xwedî li Rêber Apo hate derketin. A niha têkoşîna pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo, bûye têkoşîneke gerdûnî.

Pergala tecrîd û êşkenceyê ya 23 salan, pergaleke komployê ye. Komplo ji bo ku di şexsê Rêber Apo de tevgera azadiyê tesfiye bike û qirkirina Kurdan pêk bîne, 23 sal in wekî pergala tecrîd û êşkenceyê didome. Dîktatorê faşîst Erdogan, li Îmraliyê tecrîd û zexteke gelekî giran a nemerdane dike û li ser navê Rêber Apo jî diaxive. Ev yek li gel pergala tecrîdê, îflasa siyaseta wî nîşan dide. Xwe diavêje ber hêz û bandora Rêber Apo û dixwaze bi vî şêvazî desthilatdariya xwe ya ketiye pêvajoya hilweşandinê, li ser pêyan bigre. Ji aliyekî ve li ser Rêber Apo tecrîdeke mutleq dide meşandin û ji aliyê din ve jî li ser navê Rêber Apo her roj daxuyaniyan dide, bê guman ev tişt jî rûreşiya dîktatorê faşîst nîşan dide. Jixwe HDP’ê yekser bersiva wî daye. Diyar kirine ku bila deriyê Îmraliyê were vekirin û fikra Îmraliyê çi ye bila her kes lê guhdarî bike. HDP û gelê Kurd dizanin ka Erdogan dixwaze çi bike. Ji ber vê jî hesabê wê ji roja pêşîn ve hatiye pûçkirin.”

‘CHP heta ku rast nêzî doza Kurdan nebe wê nikaribe siyaseteke baş bike’

Li ser daxuyaniyên CHP´ê yên elaqedarî pirsgirêka Kurd jî Besê Hozat wiha nirxand: “CHP heta ku rast nêzî doza Kurdan nebe û bala xwe nede serokên siyasî yên Kurdan, wê nikaribe siyaseteke baş bike. CHP heta ku Rêber Apo wekî mûxatebatê sereke yê Kurdan nebîne û qebûl neke, Kurd wê li wan helal nekin. Dema ku CHP pergala tecrîda faşîst a derveyî hiqûq û qanûnê ya li Îmraliyê meşrû bibîne, wê nikaribe ji Kurdan û civaka Tirkiyeyê re qala hiqûq û edaletê bike. Herwiha CHP hevdîtina bi Rêber Apo re sûc bibîne, wê nikaribe rêya demokrasiyê ji Amedê bide derbaskirin. Rêya ku ji Îmraliyê derbas nebe, wê ji Amedê jî derbas nebe. Rêya demokrasiyê ji Îmraliyê derbas dibe. Rêya edaletê ji Îmraliyê derbas dibe. Rêya hiqûqê ji Îmraliyê derbas dibe. Heke demokrasî, edalet û hiqûq wê were Tirkiyeyê, divê pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, wekî sûcê mirovayetiyê were dîtin û were mehkûmkirin. Kesên ku ev pergal ava kirine û dewam kirine, divê werin dadgehkirin.

Rêber Apo di çareseriya doza Kurdan de muxatebê çareseriyê ye. Di çareseriya doza Kurdan de muzakerevanê esasî ye. Bi tunehesibandina Rêber Apo ti çareserî pêk nayê. Rêya çareseriyê di Îmraliyê derbas dibe. Pêvajoya çareseriyê ya ku Rêber Apo aktorê sereke ye, di meclîsa Tirkan de dikare were nîqaşkirin.”

 

Post Views: 32
ShareTweetPin

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.