Thursday, May 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Emê planên we bi têkoşînê pûç bikin`

06/02/2022
in Uncategorized
A A
`Emê planên we bi têkoşînê pûç bikin`

Smokes rises from the Syrian town of Tal Abyad after Turkish bombings, in a picture taken from the Turkish side of the border near Akcakale in the Sanliurfa province on October 9, 2019. - Turkey launched an assault on Kurdish forces in northern Syria on October 9 with air strikes and artillery fire reported along the border. The Turkish President announced the start of the attack on Twitter, labelling it "Operation Peace Spring". It triggered criticism from Western countries who have allied with the Kurdish-led Syrian Democratic Forces (SDF) against the Islamic State jihadist group (IS). (Photo by BULENT KILIC / AFP)

Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed-Ronahî

Li dijî êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, şêniyên Qamişlo gotin, divê hêzên navdewletî bêdeng nemînin û rê li ber van êrişan bigrin.

 

Ev demeke dirêj e herêma bakur û rojhilatê Sûriyê di binê gef û êrişên dewleta tirkî ya dagîrker de ye. Dewleta tirkî bi êrişên xwe dixwaze ewleyî û aramiya herêmê ya di binê kontrola Rêveberiya Xweswer de têk bibe. Li hemeberî van êrişan, gelê herêmê bi tevayiya pêkhateyên xwe, li ber xwe didin û van gef û êrişan bi çalakiyên cuda şermezar dikin.

`Erdogan bi êrişên ser bajarê me tola çeteyên xwe radike`

Derheqê vê mijarê de welatiya bi navê Heya Hecî ji rojnameya me re wiha axivî: “Çima hêzên navdewletî li dijî sûcên ku dewleta tirkî di heqê gelê Kurd de dike, bêdeng in. Li ser çi bingehî Erogan êrişî me dike, yê sûcdar û divê bê darizandin ew bixwe ye. Lewra wî xaka me dagîr kiriye. Em bi saya xwîna keç û xurtên xwe li ser xaka xwe dijîn. Her ku çeteyên DAIŞ`ê di şerê li hemberî şervanên me de têk diçin, dewleta tirkî bi êrişan xwe yên ser herêmên me tola wan radike. Mînaka herî berbiçav jî dema DAIŞ di şerê li girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de têk çû, dewleta tirkî bajarê Dêrik, Mexmûr, Şingal û gundewarê Amûdê bi belafirên şer bombebaran kirin.”

Heya Hecî di dawiya axaftina xwe de got, di van rojên hesas de, ya herî girîng û pêwîst berxwedane gel e, lewra em di rojên dîrokî de derbas dibin. Divê gelê me bi tevayiya pêkhateyên xwe derfetê nede ti kesî ku yekîtî û biratiyê têk bibe.

`Bila cîhan çavê xwe ji sûc û êrişên dewleta tirkş re negire`

Li ser heman mijarê Ezîza Elî jî diyar kir ku divê çeteyên DAIŞ`ê werin darizandin. Ezîza axaftina xwe wiha domand: “Hebûna DAIŞ`ê li ser tevayyya cîhanê xeter e. Banga me ji hêzên navdewletî re ew e ku, van çeteyan darizînin. Rojane keç û xortên me bi destê van çeteyên hov tên şehîdxistin. Sedem çi ye ku dewletên têkildar nayên welatiyên xwe yên çete, nabin?”

Ezîza Elî axaftina xwe wiha qedand: “Gelên herêmê bi tevayiya pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Suryan, Erman ji bo jiyaneke azad, gelek berdêlên giran dane. Ji ber wê em bi ti awayî êrişên dagîrkeriyê qebûl nakin û bi ruhê şervanên xwe emê li ber xwe bidin. Bila cîhan çavê xwe ji sûc û êrişîn dewleta tirkî re negire. Lewra tev jî armanca dewleta tirkî ya faşîst dizanin. Ji bo tevayiya rêxistinên mafên mirovan û saziyên demokratîk banga me ew e ku, bêdeng nemînin, lewra Erdogan dev ji siyaseta xwe ya hovane bernade.”

Post Views: 55
ShareTweetPin

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.