Thursday, May 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi pêşengiya jinê, Kurd û Erebên Hesekê parastina xwe ya rewa pêk tînin

06/02/2022
in Uncategorized
A A
Bi pêşengiya jinê, Kurd û Erebên Hesekê parastina xwe ya rewa pêk tînin
Share on FacebookShare on Twitter

Serbest Etê/Hesekê

HPC`ê bi Kurd û Erebên xwe li bajarê Hesekê teqez kirin ku wê heta dawiy; li ser xeta şehîdan bin, parastina xwe ya rewa pêk bînin û rê nedin serkeftina êriş û planên dijimin.

Hevgirtina Kurd û Ereban êrişa DAIŞ`ê şkand

20ê Çileyê, çeteyên DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Xiwêran ya Hesekê kirin. Bi vê êrişê xwestin çeteyên xwe yên girtî birevînin û li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê tevlîheviyê derxin. Ev êriş wek komployeke mezin li ser Rêveberiya Xweser û gelên herêmê hat niraxandin. Lê bi saya 121 şehîdên Kurd û Ereb ev êriş hat şkandin. Bi dewamkirina êriş û komployên li ser gelan, Hêzên Parastina Civakê (HPC) bi Kurd û Erebên bajêr vîna azad ya civakê nîşan dan, kolan û taxên xwe ji her êrişê diparêzin.

Pêşengiya jinê di parastina rewa de   

Endama Hêzên Parastina Civakê ya jinê (HPC) ya taxa Tela`a ya bajarê Hesekê Sureya Dawid, ku li taxa xwe tevî du jinan erkê xweparastinê pêk tîin ji me re axivî û got, ji destpêka şoreşê ve me hêza xwe ya civakê bi rêxistin kiriye. Ji 20`ê meha borî ve jî li hemberî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê di serî de jin, pîr, kal, mêr û ciwanên bajêr, ji bo xweparastinê daketin qadan. Bila her kes bizane, şervanên QSD`ê ne tenê ne, gel li kêleka wan e; ew parazavên me ne û em jî xwediyên wan in.

Ji qadên berxwedanê yên Hesekê berxwedana Îmralî hat silavkirin

Sureya teqez kir ku wê wek jin ti carî rê nedin çeteyên DAIŞ`ê û dewleta tirkî ya dagîrker ku di êriş û planên xwe de bi ser bikeve û bi vê peyamê axaftina xwe qedand: “Divê civak hişyartir be. Herwisa em bang li tevayiya gelê xwe dikin ku her kes di vê berxwedanê de rola xwe bilîze. Em ji qadên berxwedanê yên Hesekê silavan ji bo Rêber Apo dişînin û berxwedana li Îmralî pîroz dikin, herwiha em hêza xwe ji wî digirin.

 ‘Emê ji bo parstinê têkoşîna xwe bênavber bidomînin’

Herwiha Endamê HPC`ê yê taxa Ezîziyê Mesûd EL-Mixilf ku bixwe Ereb e, ji me re axivî û ev agahî da: “HPC bi xebata xwe teqez kir ku hêza bingehî ya civakê ye û di vê rewşa dawî de roleke sereke dilîze. Bi hevkariya saziyên leşkerî û şervanên xwe, me aramiya taxên xwe parast. Em bi hêzên ewlekariyê re hevkar bûn û kesên biguman û bixeter radestî saziyên têkildar kirin. Herwiha me koçberên ji ber DAIŞ`ê revîn ji taxa Xiwêran û Zihûr himbêz kirin û li mal û ciyên parastî bi cî kirin. Wek HPC em soz didin şervan û gelên xwe ku emê li ser piyan bimînin; destkeftiyên xwe biparêzin û têkoşîna xwe bidomînin.”

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.