Thursday, May 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCK: Dewletên li dijî DAIŞ’ê koalisyon ava kirîn, Rûsya û Iraq hevparên van êrişan in

06/02/2022
in Uncategorized
A A
KCK: Dewletên li dijî DAIŞ’ê koalisyon ava kirîn, Rûsya û Iraq hevparên van êrişan in
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

KCK’ê diyar kir ku welatên li dijî DAIŞ’ê koalisyon ava kirîn, Rûsya û Iraq hevparên van êriş û kuştinan in û  bang li gelên cîhanê kir ku li hemberî van kiryarên qirkirina gelan, bibin xwedîhelwest.

 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên hemwext ên dewleta Tirkam yên ser Rojava, Şingal û Mexmûrê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê, sivîl û şervanên di encama êrîşê de şehîd bûyîn bîr anîn û ji kesên birîndar re şîfa xwest.

Têkoşîna 4 parçeyên Kurdistanê şefên faşîzmê har û dîn kirin

KCK’ê ragihand ku têkoşîna gelê Kurd a li 4 parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, tifaqa faşîst a Erdogan-Bahçelî xiste asta têkçûnê û wiha pê de çû:“Tevî hemû êrîşan, gelê me li derveyî welat, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, Rojava, Başurê Kurdistanê, Şengal, Mexmûr û Ewropayê li dijî polîtîkaya şkandina îradeyê, berxwedaneke dîrokî nîşan da. Gelê Kurd li her derê li ser piyan e. Li aliyê din êrîşên li hemberî gerîla rastî berxwedaniyek fedayî hat û hetin şikandin. Dema ku Komîteya Navendî ya PKK’ê encamên van hemû rastiya berxwedanê aşkera kir û helwesta Kurdê azad wê ji niha û pê ve çawa be, diyar kir; Faşîzma AKP-MHP’ê hişê xwe winda kir û êrîşî Mexmûr, Şengal û Rojava kir. Cihê ku êrîş kiriye jî cihên ku sivîl lê dijîn e. Vê yekê armanc kirin ku gel bitirsînin û serî bi tewînin. Armanca êrîşa li ser Mexmûr, Şengal û Rojava ev e.“

‘PDK amûrê dewleta tirkî yê propagandayê ye.’

KCK’ê, di daxuyaniya xwe de anî ziman ku PDK dixwaze van êrîşan rewa bike û got: “PDK propaxandaya li gor daxaza dewleta Tirk dike û dibêje, ‘êrîş ne li dijî sivîlan pêk hatiye, li dijî hêzên leşkerî pêk hatiye’. PDK amûrê dewleta tirk yê propagandayê ye.“

‘Êrîşa li ser QSD’ê êrîşa li ser gel e’

Di berdewamiya daxuyaniyê de KCK’ê got ku taybetmendiya hevpar a Şengal, Mexmûr û Rojava berxwedana fedaî ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ye û di têkbirin û paşvebirina DAIŞ’ê de roleke bingehîn lîstin û got: “Di şerê li dijî DAIŞ’ê de, Rojava 12 hezar şehîdên xwe hene. Şengal bi sedan, Mexmûr bi dehan şehîd dane. Bê guman gerîlayên HPG û YJA STAR’ê di berxwedana gelê Rojava, Şengal û Mexmûrê ya li dijî DAIŞ’ê de li kêleka wan rawestiyan. Vê berxwedana gelê me bi hêzên xwe yên xweparastinê re rê li dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ya li Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojava girt. Bi vê berxwedanê nehiştin Iraq, Sûriye û Rojhilata Navîn bikeve destê DAIŞ’ê. Nehiştin ku DAIŞ bibe bela serê hemû mirovahiyê. Hêzên xweparastinê yên li Rojava, Şengal û Mexmûrê gel bi xwe ye. Hêzên xweparastinê ji gel veqetandin, tişek şaş e. Êrîşa li ser hêzên xweparastinê, êrîşa li ser gel e. Êrîşa li ser QSD’ê êrîşa li ser gel e. Her hêza ku gelê xwe li hember her cûre êrişa diparêze, rewa ye.“

KCK’ê bibîrxist ku qada hewayî ya Rojava ya DYA û Rûsyayê ye, Şengal û Mexmûr di bin kontrola DYA’yê de ne. Herwiha bibîr xist ku Iraq jî weke dewleteke serwer ji vê qada hewayî berpirsyar e, li cihê hatiye bombebaran din ala Iraqê jî hatiye parçekirin.

‘Bêdengî wê wek mînaka herî zelal a bêexlaqiya siyasî bikeve dîrokê’           

KCK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “ Hêzên Koalîsyonê, bi taybetî DYA, destûrê dide balafirên şer ên Tirk ku hevkarê yekem ê DAIŞ’ê ye. Di êrîşên li dijî Rojava, Şengal û Mexmûrê de heta niha gelek komkujî hatine kirin.  Bêdengî û helwest ne nîşandana DYA, Rûsya û hemû hêzên koalîsyonê hevkariya van êrîşan e. Hevkarê van komkujî û kuştin in. Ev helwest êdî tam bêexlaqiyeke siyasî ye. Di dema ku dewleta Tirk êrîşî gelê Rojava, Mexmûr û Şengalê yên ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe didin; Bêdengiya kesên ku dibêjin em li dijî DAIŞ’ê ne, wê weke mînaka herî zelal a bêexlaqiya siyasî bikeve dîrokê. Ji van hêzan dipirsin gelo hûn alîgirê yên ku li dijî DAIŞ‘ê şer dikin in, yan li gel DAIŞ‘ê û hevalbendên wê ne.“

‘Divê gelê cihanê van kiryarên dij mirovî qebûl neke û rabe ser piyan’

KCK’ê anî ziman ku divê tevahiya gelê cîhanê li dijî êrîşan bertekên xwe bînin ziman û rabin li ser piyan. “ Li hemberî vê rastiyê ne tenê gelê Kurd û dostên wan, hemû gelên cîhanê, kesên demokrat, rewşenbîr, hunermend û kesên xwedî wijdan û exlaq in, divê li dijî Tirkiyeyê û DYA, Rûsya, welatên Ewropa û Iraqê ku rê li ber van êrîşan vedike, bibin xwedî helwest û rabin li ser piyan. Helwesta pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigire, divê li her derê were pêşxistin. Ger wiha nebe hêzên li pişt dewleta Tirk a faşîst, qirker, kolonyalîst wê xwe veşêrin û ev jî wê cesaretê bide êrîşên dewleta Tirk.

Ti êriş nikarin serê gelê kurd bitewînin û tekoşina wa lewaz bikin. Em weke Tevgera Azadiya Kurdistanê timî li gel, gelê xwe yê Rojava, Şengal û Mexmûrê ne. Em di têkoşîna wan ya azadiyê de serkeftinê dixwazin.“

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.