Piştî rabûna qedexeya derketina derve û ragihandina QSD’ê ya kontrolkirina girtîgeha Sînaa, rewşa Hesekê aram e.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê û ketina şaneyên çeteyên DAIŞ’ê di nava taxên Xiwêran û Zihûr de, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser qedexeya derketinê ya giştî ragihandibû. Duh qedexeya derketinê bi dawî bû û operasyonên lêgerînê li nav taxên bajêr berdewam dikin.
Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser duh ragihand ku qedexeya giştî li ser kantona Hesekê bi dawî bûye û qedexeya qismî li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji saet 6’ê êvarê heta 6’ê sibehê dê dewam bike.
Piştî bidawîbûna qedexeya giştî, li Hesekê îro liv û tevgera welatiyan didome û êdî rewş aram e. Her wiha dikan, bazar û xwaringehan vekirî ne.
Li taxên Xeşman û El-Salihiyê jî operasyona lêgerînê berdewam in.
ANHA






