Gundiyên gundê Til Ceman yê Girkê Legê bi xebateke komînal xaniyê welatiyekî ku agir pê ketibû, sererast kirin û kesên beşdarî vê xebata komînal bûne, diyar kir ku jiyana komînal ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe ji xwe re dikin esas.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Welatî bi rêya xebatên komînal hewl didin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi xebateke komînal şêniyên gundê Til Ceman ê Girkê Legê alîkariya şêniyekî gund kir, piştî ku agir bi mala wî ketibû.
Di 19’ê vê mehê de agir bi mala welatiyê bi navê Behaedîn Hisên ê ji Til Ceman ket.
Têkildarî sedema agir û şewatê Behaedîn Hisên got: “Ji ber sobeya mazotê agir bi malê ket.”
Ji bo alîkariya Hisên li gel şert û mercên jiyanê yên dijwar ku ji ber ferzkirina cezayên aborî li ser herêmê rû dan, bi dehan malbatên gund alîkarî da. Alîkarî bi rêya komîna gund pêk hat. Her malbatekê li gorî derfetên xwe pere dan da ku mala Hisên sererast bikin.
Behaedîn Hisên pesna xebata komînal da û diyar kir ku asta xurtbûna têkiliyên civakî nîşan dide û got: “Rihê hevgirtin û pêşkêşkirina alîkariyê ji bingehên jiyanê ne.”
Hisên spasiya hemû piştevanan kir û wiha domand: “Bi rêya piştevaniya şêniyên gund a madî û manewî, min pirsgirêka xwe çareser kir. Divê xebata komînal were belavkirin ku têkilî di navbera civakê de xurttir bibin û pirsgirêk werin çareserkirin.”
Li ser girîngiya xebata komînal şêniya gundê Til Ceman Şêrîn Eyûb destnîşan kir ku ew ê rêgeza hevkariyê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û pêkanîna xebatan berdewam bikin. Şêrîn Eyûb got: “Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya parastina têkiliyên civakê, li hember rejîmên zordar disekinin. Divê şênî jiyana komînal di çareserkirina tevahî pirsgirêkên xwe yan jî avakirina projeyên xizmetguzarî yan jî aborî de, ji xwe bikin esas.”
ANHA