Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd li hemberî dorpêça hikumeta Şamê hewl didin debara xwe bikin

03/02/2022
in Uncategorized
A A
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd li hemberî dorpêça hikumeta Şamê hewl didin debara xwe bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Welatiyê bi navê Hemo Şêx Hemo li taxa Şêxmeqsûd hewl dide bi çandina sebzeyan di cihekî piçûk de li kêleka mala xwe, debara jiyana xwe bike, da ku bandora dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxê sivik bike.

Hikumeta Şamê bi dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hewl dide rê nede ku madeyên bingehîn ên wekî ard û sotemenî bikevin taxan.

Şêniyên taxê jî li nêzî malên xwe an jî li ser banê xaniyan çandiniyê dikin.

Bi sedan şêniyên taxê ji bo dabînkirina pêdiviyên malê, ji ber dorpêça ku hikumetê ferz kiriye, li malên xwe sebzeyan diçînin. Welatiyê bi navê Hemo Şêx Hemo jî li ser banê mala xwe li Kolana Zihûr hin cure sebze çandine.

‘EMÊ LI HEMBERÎ DORPÊÇÊ LI BER XWE DIDIN’

Hemo wiha dibêje: “Em ji ber dorpêçê gelek zehmetiyan dikişînin, ji ber wê jî em li malên xwe sebzeyan diçînin da ku pêdiviyên xwe yên malê dabîn bikin.”

Hemo destnîşan kir ku sebze pir buha ne, ji ber şert û mercên zehmet ew nikarin sebzeyan bikirin, lê ruxmî wê jî ew li hember dorpêçê li ber xwe bidin. Hemo anî ziman ku ew ji bo debara malbata xwe sebzeyan diçîne û got: “Her roj em ji van sebzeyan dixwin.”

Hemo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê li hemberî dorpêça hikumeta Şamê bisekinin û bang li rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî kir ku zextê lê bikin da ku dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestîne.

ANH

 

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.