M.Emîn Sadûn
Tişta xuya û nabe cihê gengeşe û nîqaşê, ew e ku pîlangeriya qirêj ya li ser girtîgeha Xiwêranê bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk hat pûçkirin û bingor bû. Herwiha terorîstan armancên xwe bi dest xwe ve neanîn. Ew pîlangeriya ku tevna wê bi destê hêz û istixbaratên çend dewletên serdest û herêmî hatibû danîn û ristin bi ser neket.
Lê tişta balkêş di van rûdan û bûyeran de tayê wê yê zirav hat dîtin û pey re rewşin nependî hatin xuyakirin, ew bû ku piraniya gelê Herêmê, bi tevahiya ol, netewe û pêkhateyên xwe ve, piştgirî û piştevanî dan oprasyona Gurzê Gelan ya Hêzên Sûriya Demokratîk ragihandî û her yek li gorî hêz û şiyana xwe palpiştî da oprazyonê û deverên xwe parastin. Wek hêzeke piştevaniyê cihê xwe di nava wî şerî de girtin û bi hişyarî bi rola xwe ya berpirsyar rabûn. Kanalên ragihandinê pir çalak bûn û tora mîdya civakî jî piştekeke hêzder û dilxweşker bû û rastî û moral bilin dikirin û dost û hevalbendên Rêveberiya xweser jî dest hilanîn û kêmayî nekirin. Jixwe gelê me bi tevayiya çînên xwe ve, herwiha bîr û hizrên xwe yên siyasî yên cuda cuda jî, bi kûrayiya metirsiya vê plangeria sîstematîk gihan û bi roleke erênî û pozîtîv rabûn. Herwiha helwestên zelal ragihandin û ji hêzên kurdî yên di nava itîlafa Ixwancî ya şovînî û terorist de, xwestin ku helwesta xwe eşkere bikin û dan xuyakirin ku ev hêza regezperest ajandeyên dewleta tirkî pêk tîne û tiştekê wê û gelê Sûriyê bi hev re nemaye. Ji ber vê rewşa cuda û balkêş di vê qonaxa hestiyar de, ji her wextî pirtir tê xwestin ku yek li rewşa xwe ya navxwe û hundir vegere û ji nêzîk ve li ser nakokî û hevrikiyên civakê raweste. Ji ber wê pêwîst e, Ceneral Mezlûm Ebdê, fermandarê Hêza Sûriya Demokratîk, plana stratejieke nû ragihîne û gav in dîtir bavêje û bi kûrbûnî û hûrbûnî li ser qonaxa piştî vê bûyerê bisekine û rêyên çareseriyan li pêşiya lihevhatin û hevgirtina gelan xweştir bike û ji nêzîk ve tevlî êş, jan, derd, aloziyên gel û pirsgirêkên civakê bibe û ji wan pisgirêk û aloziyan re li çareseriyên cidî bigere.
Qonax pir balkêş û metirsîdar e û gel bi wî û hêza ku ew pêşengiya wê dike jî bawer e û pêwîst e em bidin zanîn ku sînor û derfet ji bawerî û xweragirtinê re heye û divê her yek vê rastiyê jî bizane û berçav bigire û vê derfeta zêrîn ji dest xwe bernede.