Navenda Nûçeyan-Qamişlo
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ihsan Şiblî bang li civaka navneteweyî kir ku sozên dayîn bi cih bîn in û sûcên dewleta Tirkiyê ya faşîst rawestînin.
Gerîla ji 23`ê Nîsana 2021`ê ve li hemberî êrişên artêşa Tirkiyê ya dagîrker yên ser Herêmên Parastina Medya berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê ragihand ku artêşa dagîrker ji bo têkbirina vê berxwedanê di nava 6 mehan de 232 caran çekên Kîmyayî bi kar anîne. Herwiha HPG û KCK’ê gelek caran banga avakirina komîteyên navneteweyî yên serbixwe ji bo lêkolîna çekên kîmyayî yên ji aliyê dewleta dagîrker ya Tirkan ve tên bikar anîn, kir. Lê hêzên navneteweyî bêdeng man.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Girkê Legê Ihsan Şiblî, sûcên dewleta tirkîl ya dagîrker şermezar kirin û wiha axivî: “Sûcên dewleta tirkî ya dagîrker li Herêmên Parastinê yên Medya pêk tîne ne nû ne, dewleta tirkî ya faşîst xwediya dîrokeke xwîndar ya demdirêj e ku ji pêşiyên xwe Osmaniyan girtiye.”
‘Berxwedana gerîla ji bo mirovayî û aştiyê ye’
Şiblî da zanîn ku dewleta Tirkan di êrişên xwe de, siyaseta tinekirinê li dijî gelan dimeşîne; azadî û demokrasiyê dike hedef û axaftina xwe wiha domand: “Siyaseta qirkirinê ya li dijî Kurdan hê jî dewam dike. Dewleta Tirkan ya dagîrker ji bo ku hebûna xwe biparêze di êrişên xwe yên li dijî gerîlayan de çekên kîmyayî bi kar tine, lê wê nikarbe bighîje armanca xwe. Lewra gelê Kurd li ber xwe dide û gerîla di riya avakirina civakeke azad û demokratîk de berxwdaneke bêhempa raber dikin.”
‘Gerîla nirx û dîroka gelê Kurd û tevayiya gelên Rojhilata Navî diparêzin’
Şiblî diyar kir ku PKK di berxwedana xwe ya li dijî êrişên dagîrkeriya Tirkiyê de prensîba civaka azad kiriye bingeh û axaftina xwe wiha domand: “Gerîla nirx û dîroka gelê Kurd û gelên Rojhilata Navî diparêzin û armanca wan xurtkirina Neteweya Demokratîk û biratiya gelan e.”
Şiblî herwiha bal kişand ser girîngiya berxwedana dîrokî ya gerîla, ya ji bo azadiya gelên Rojhilata Navî û wiha axivî: “Berxwedana gerîla berxwedana li hemberî planên dewleta Tirkiyê yên ji bo vegerandina Împaratoriya Osmanî ye ku li dîjî gelên Rojhilata Navî tevan e û dixwaze plana xwe bi dagîrkirina xaka Kurdistanê pêk bîne.”
`PDK di êrişan de piştgiriyê dide MÎT’ê`
Şiblî diyar kir ku êrişên dewleta Tirkiyê ya dagîrker yên li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê, êrişên li dijî doza gelê Kurd û neteweya demokratîk in û axaftina xwe wiha domand:”Dewleta Tirkiyê ya faşîst ji xistina navê PKK’ê ya “lîsteya terorê” sûdê digire û çekên kîmyayî li dijî gerîla û gundên Kurdan yên başûrê Kurdistanê bi kar tîne, lê mixabin PDK hevkariya dewleta Tirkiyê ya dagîrker dike û bûye alavek di destê MÎT`a Tirkiyê de.”
`Dewleta Tirkan ya dagîrker dixwaze tola DAIŞ`ê hilîne û hewl dide vejîne `
Ihsan Şiblî diyar kir ku ji ber serkeftina gerîla li hemberî dewleta dagîrker, bi komên çete yên herî hov (DAIŞ’ê) xwast tola xwe hilîne û vê jî têrê nekir çekên kîmyayî bi kar anin.”
Şiblî bang li civata navneteweyî kir ku li dîjî bikaranîna çekên kîmyewî ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tên bikaranîn rawestin û got, bêdengî nîşan dide ku berjewendiyên hevbeş di navbera wan de hene. Ev berjewendî li ser kuştinê û xwîna gelan, xweza, dîrok û civakê hatine avakirin.”