Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di Gurzê Gelan De, Parastina Rewa

03/02/2022
in Uncategorized
A A
Di Gurzê Gelan De, Parastina Rewa
Share on FacebookShare on Twitter

Serbest Etê/Hesekê

Di destana ‘Gurzê Gelan’ de dayîk, jin û ciwanên Hesekê li kolan û taxên Bajêr de, ji bo parastina xwe li gel şervanên QSD`ê tevgeriyan. Vê yekê di asta herî jor de girîngiya pergala Xweparstina Rewa nîşanî cîhanê da.

Çetyên DAIŞ`ê 20’ê Çileyê êrişî girtîgeha Xiwêran ya bajarê Hesekê kir. Lê li hemberî vê êrişê Hêzên QSD, YPG-YPJ û Asayîşê rûpeleke zêrîn ya berxwedanê tevlî pirtûka azadiya gelan kirin. Li dervî dîwarên girtîgehê jî gelên Hesekê (Kurd, Ereb û Sûriyanan) di destana ‘Gurzên Gelan’ de parastina kolan û taxên xwe kirin.

Dayîk, jin û ciwan Gurzê xwe li hemberî çeteyan bilind kirin

Êrişa ser Girtîgeha Hesekê ya herî mezin ya çeteyên DAIŞê, piştî şkandina wê ya li Baxûza Dêrazorê bû. Ev êriş hişt ku dewletên xwediyên artêşên herî bihêz, tirsa xwe ragihînên. Lê tevlî QSD’ê, jin ,ciwan, kal û dayîkên Hesekê gotineke din bi destan û pergala xwe ya parastinê ji cîhanê re vegotin û li nava tax û kolan bajêr, xalên xwe yên ewleyiyê çêkirin û dest bi parastina xwe kirin.

Hevserokê Komîteya Xweparastin û Ewleyiyê ya Meclisa Bakur ya bajarê Hesekê Hecî Ebdusemed ji me re axivî û wiha got: “Ji destpêka êrişê ve şêniyên bajêr bi Kurd, Ereb û Suriyan xwe wek erk û hevkarî bi hêzên Asayîşê û QSD`ê re, li tevayiya taxên bajêr bi cî kirin û xalên xwe yên kontrolê li nava kolanan danîn. Ev jî asta bilind ya baweriya gel bi xweparastinê nîşan dide.”

Hacî herwiha diyar kir ku ew tensîq û têkiliyê bi hêzên leşkerî dikin û xebata xwe birêkûpêkî pêk tînin û ev agahî da: “HPC vîn û hêza civakê ye, me karî nîşanî cîhanê bikin ku hêza gelan hêza serkeftinê ye. Jixwe me serkeftinên mezin û biencam bidest xistin. Lewra me karîbûn çend şaneyên çeteyan destgîr bikin.”

Gelên daîyk pêşeng bin wê serî daneynin

Gurzê Gelan bê mohera dayîkan derbas nebû. Dayîkan li tenîştê şervanên QSD, YPG-YPJ û Asayîşê di berxwedanê de ciyê xwe girtin û taxên xwe parastin.

‘Em dayîk rê nadin çeteyan ku destdirêjiya deskeftiyên şehidên me bikin’

Herwisa Dayîka bi navê Zekiya Mihemd ku li gel du jinan û ciwanekî bi erka xwe ya parastina rewa li taxa Muftî radibû ji me re wiha axivî: “Di êrişa DAIŞ`ê de hin şaneyên çeteyan ket dewrê û xwest ewelyiya bajêr û civakê tev bidin. Lê li hemberî wan em rabûn ser piyan û me dest bi parastina taxên xwe kir. Me xwe wek gel birêxistin kiriye û grûbên xweparstinê ava kirine. Her kes beşdar dibe û rola xwe tê de digire. Em wek dayîk jî rê nadin çeteyan vê eweliya ku bi saya xwîna şehîda ava bûye, tev bidin. Herwiha em heta dawî li tenîşt hêzên xwe wê li ser piyan bin û piştgiryê wan bikin.”

‘Jin rê neda vegera hovîtiya DAIŞ`ê û wê bi rengê xwe berxwedanê bixemilîn e’

Jina bi navê Sebah Reşîd jî ji Taxa Tela`i ye, ji destpêka êrişê ve bi hêzên civakê re li ser piyan e û taxa xwe diparêze. Sebah jî got, çeteyan xwestin xwe jinûve bi rih bikin, taritî û hovîtiya xwe jinûve belav bikin û ewleyiya bajêr têk bibin. Lê wek jinên vî bajarî emê her li tenîşta hêzên xwe yên leşkerî, li ser piyan bin. Emê ti carî rê nedin çeteyan ku ciyê xwe li vir çêkin. Me serî ji DAIŞ`ê re dananîn û emê daneynin. Herwiha serkeftin wê para gelên azadîxwaz be û wê şkestin para çete û hevkara wan Dewleta Tirkî ya dagîrker be.”

Sebah herwiha bang li gelên bajêr kir ku parastina rewa bikin bingeh û li kolan û taxên xwe bêtir hişyar bin û rê ne din van çeteyan ku ewlehiya herêmê û bajar xerab bikin.

‘Xweparstina Erka me ye’  

 

Ciwanê bi navê Ehmed Mihemed Xidir di heman demê de destîşan kir ku ew wek ciwanekî Ereb ji destpêka êrişê ve wek erk; kolan, tax û bajarê xwe diparêze û wiha axivî: “Rola ciwanan xweparatinê de bigehîn e. Herwisa Hesekê bi gelên xwe dixemile û dijminên gelan dixwazin Biratiya Gelan bikin amanc. Lê wê gelên bakur û rojhilatê Sûriyê rê nedin lîstokên dijmin bi ser kevin.”

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.