Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Ne rêberê Kurdan tenê ye, rêberê mirovayiyê ye`

03/02/2022
in Uncategorized
A A
`Ne rêberê Kurdan tenê ye, rêberê mirovayiyê ye`
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Benjewîn Elî: Armanca Tirkiyê ji ji tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan tinekirina projeya Neteweya Demokratîk e.

23 sal in Rêber Abdullah Ocalan li zindana Îmralî di tecrîdeke giran de ye. Dewleta tirkî û hêzên emperyalîst ku aligirên vê komployê bûn, xwastin gelê Kurt ji felsefeya rêbertiya wî qut bikin û nasnameya hebûna vî gelî ji holê rakin. Lê têkoşîna Rêber Apo ya li dijî van armancên dijminên Kurdan Komloya Navnetewî vala pûç kir, serhildanên gel û têkoşîna azadiya Kurdan xurttir bû. Rêber Apo sîstema xwe ya Neteweya Demokrat bi pirtûkên xwe ragihand raya cîhanê û têkoşîna azadiya gelê Kurd bû rojeva cîhanê. Ji bo wê jî Tirkiye bi salan e tecrîdeke giran li ser rêbertiyê bi kar tîne. Roj bi roj tecrîdê girantir dike û derfetê nade malbat û parêzerên wî pê re biaxivin. Herî dawî 25’ê Adara 2021ê Rêber Abdullah Ocalan bi telîfonê bi birayê xwe Mihemed Ocalan re axivî, lê piştî çend deqeyan axaftin hat qutkirin û ji wê demê ve ti agahî jê nehatina girtin.

Derbarê mijarê de endama Rêveberiya Navenda Pêwendiyên Diblomasiyê ya Kongreya Star Benjewîn Elî da zanîn ku armanca Tirkiyê ji tecrîdkirina Rêber Apo, tinekirina projeya Neteweya Demokratîk e û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirkan ya dagîrker dixwaze destkeftiyên gelê Kurd têk bibe, herwiha projeya Neteweya Demokratîk û biratiya gelan bêbandor bike. Yê ev proje danî rêbertî bû. Ji bo wê jî naxwazin ji zindanê derkeve, da ku gelê Kurd mafê xwe bi dest nexe û Kurdistaneke azad neyê avakirin. Em jî dibêjin em şagirtên Rêber Apo ne. Ew çiqas tecrîdê giran bikin û êrişan zêde bikin, emê jî li hemberî wê hê zêdetir gavan biavêjin.

Ti kes nikare me ji rêberê me qut bike û wê têkoşîna me bênavber dewam bike. Emê her roj dengê xwe bigihînin sazî û rêxistinên navneteweyî da ku rêberê xwe ji zindanê azad bikin.”

Benjewîn Elî got, Rêber Apo civakeke bihêz ava kir. Gavên Rêber Apo bi berxwedanê dest pê kirî, em jî wê berdewam bikin. Fikir û ramanê Rêbertiyê ne di nava gelê Kurd tenê de ne, di nava tevayiya pêkhateyan de belav bûne. Gelê Kurd, rojbiroj bi hêza rêbertiyê û bi xwîna şehîdan gavên mezintir diavêje û di nava cîhanê de bûye xwedîhêz. Herwiha Rêbertî bandorekî xwe yê mezin li ser civakê heye, bi taybetî civaka kurd. Dewleta tirkî tevayiya hewildanên xwe bi kar tîne ji bo ku hêza kurdan lewaz bike. Bi ramanê rêber Apo şoreşek hatiye lidarxistin, ev şores wê bi mezinbûn dewam bike.

`Rêbertî fikir û felsefeyeke`

Benjewîn bîr xist ku dewleta Tirkî xwest Girava Îmralî bike dojeh, lê Serokatiyê ew zindan kir cihê zanistê, cihê avakirin û afrandinê û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Rêbertî fikir û felsefeyeke, heyfe ku rêbertî di zindanê de be. Li ser serokê ti welatî tecrîdeke wiha nehatiye çêkirin.”

Bêdengiya dewletên navneteweyî

Benjewîn Elî behsa bêdengiya dewletên têkildar jî kir û wiha got: “Dewletên serdest li hember tecrîdê bêdeng in, lewre destê wan di girtina rêbertiyê de heye. Heriwha ji bo ku berjewendiyên xwe li ser xaka me pêk bînin, civak ji civakbûnê, mirov ji mirovatîyê dûr xistine û heskirina ax, welat û xwezayê ji dilê mirovan qut kirine. Herwiha Ji bo berjewendiyên xwe siyaseteke qirêj didin meşandin û di tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî de şirîkin. Jixwe rêxistinên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin li hember rewşa rêber Abdullah Ocalan bêdengin. Em ji dewleta tirkî re dibêjin  heta dawiyê emê li du rêberê xwe bin. Çimkî rêber Apo ne rêberê gelê kurd tenê ye, rêberê mirovayiyê ye.”

Benjewîn Elî teqez kir ku tevî tecrîda ku li ser Rêbertî tê kirin, dewleta tirkî derfetê nade parêzer û malbata wî ku pêre biaxivin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî pîvanên navnetewî yên mafê mirovan divê kesê ku di girtîgehê de rastî işkenceyê nebe. Herwiha mafê wî ye ku daxwaza hevdîtina malbat, parêzer û hevalên xwe bike û divê ji mafê xwe yê jiyanê qut nebe.”

`Em li hemberê tecrîdê bêdeng namînin`

Endama Rêveberiya Navenda Pêwendiya Diblomasî ya Kongireya Star Benjewîn Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Emê bi fikir û felsefeya Rêbertî rêxistina xwe xurt bikin. Wek jinên bakur û rojhilatê Sûriyê û jinên azadîxwaz heta ku em rêberê xwe azad nekin em ranawestin. Çimkî hebûn û azadiya me girêdayî azadiya Rêberê me ye.”

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.