Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Civînên Tirkiyê yên berî niha bi çeteyan re serkêşiya wê, ji êrişa DAIŞ`ê re eşkere dikin’

03/02/2022
in Uncategorized
A A
‘Civînên Tirkiyê yên berî niha bi çeteyan re serkêşiya wê, ji êrişa DAIŞ`ê re eşkere dikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Ehmed Karamus: Êrişa ser girtîgeha Xiwêran, hevbeş bû. Di bingeh de dewleta Tirkiyê ya dagîrker êrişkar bû û di bin cil û tîpên DAIŞ`ê de êrişa xwe pêk anî; xwest bi vê êrişê dagîrkeriya xwe berfireh bike.

Serkêşiya Tirkiyê ji êrişa ser girtîgehê re

Li ser êrişan çeteyên DAIŞ`ê yên ser girtîgeha Xiwêran ya Hesekê, Hevserokê Kongera Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamus ji me re axivî.    

Karamus bal kişand ser ziraviyên plan û êrişa DAIŞ`ê yên ser girtîgehê û ev niraxdin kir: “Di êrişê de DAIŞ ne bi serê xwe bû. Lewra êriş bi ziravî hatibû plankirin. Dema mijar dibe Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyê, bêguman destê dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê DAIŞê di her êrişê de heye. Jixwe ya vê teqez dike civîninên Tirkiyê yên li Kilis, Dîlok, Riha, Serê Kaniyê û ya vê dawiyê li Enqerê, bi serokçeteyên DAIŞê û çeteyên din re pêk hatî bû.”

Rola rejima Sûriye û Iraqê

Hevserokê KNK`ê diyar kir ku helwesta rejima Sûriyê ya li dijî vê êrişa DAIŞ’ê dide xuyakirin ku agahiyên wan ji vê êrişê heye û ev şîove kir: “Ev êrişeke hevbeş bû. Rejima Şamê jî tê de xwedîrol bû. Ne dûr e ku destê hikumeta Iraqê jî di vê êrişê de hebe. Lewra van rejiman berî êrişê çend civînên istxbaratî bi hev re pêk anîn. Ji aliyekî din ve ev rejimên destnîşankirî tev dijayetiya Rêveberiya Xweser dikin û ji bo jiholêrakirina wê tev digerin. Lê ya serkêşiya vê yekê dike dewleta tirkî ya dagîrker e. Jixwe kengê derfetê bibîne wê bi çeteyên xwe DAIŞê re êrişî vê statûyê bike.”

‘Tirkiyê bixwe nîkarî êriş bike, bi awayekî feşartî û bi tîpên DAIŞ`ê êriş kir’

Karamus da zanîn ku armanc û mebesta Tirkiyê ji êrişa ser girtîgehê ew bû ku her 5 hezar çeteyên ji milê leşkerî û şer ve xwedîezmûn, ji gertîgehê birevîne û wan li hemberî herêmê bi çek bike.

Karamus axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî xwest bi van 5 hezar çeteyan li seranserê Rojava êrişên berfihe pêk bîne û herêmê bixe binê kontrola xwe. Lerwa hewldanên dewleta tirkî ya dagîrker yên bi vî rengî hene. Lê ji ber rewşa siyasî ya navneteweyî nikarî êrişan bixwe li ser Rojava pêk bîne. Ji ber wê bi cendirme û istxbaratên xwe di binê kincên DAIŞê de êriş kir.”

`Rêveberiya Xweser li şûna cîhanê tevê şerê Terorê dike`

Karamus herwiha bal kşand ser berxwedana QSD`ê û wiha axivî: “Plan û êrişeke mezin bû, lê QSD`ê ew şkandin. Jixwe dizanin ku çeteyên DAIŞ`ê yên niha di girtîgehên Rêveberiya Xweser de tev biyanî ne. Gelek ji wan ji welatên Ewropa, Kafkasya û ji Bakurê Afrîkayê ne. Tev bi agehdariya hikumetên xwe tevlî DAIŞ`ê bûne. Ev tê wateya ku pirsgirika çeteyan û darizandina wan pirsgirekeke navneteweyî ye. Lê ti dewlet erk û misyona xwe pêk naynin û paşguh dikin. Bi vê helwestê, ev dewlet ji aliyê hiqûqê, exlaqî û mirovî ve li hemberî erk û berpisyariya xwe sûc dikin. Rêveberiya Xweser li şûna cîhanê hem şerê DAIŞ kir û hem erkê parstina mirovayiyê radike ser milê xwe. Vêca slogan û pewvirên van dewletan man li kû?”

Ahmed Karamus teqez kir ku divê zext li ser van dewletên têkildar bê kirin ku welatiyên xwe yên DAIŞ`î bigirin û li cem xwe wan darizînin û bi vê bangê axaftina xwe qedand: “Ya girîng ew e ku divê statûya Rêveberiya Xwerser li cîhanê bê naskirin û piştgirya wê bê kirin.”

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.