Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Li başurê kurdistanê bajarê Sûleymaniyê bi tevlîbûnekê girseyi ya, rewşenbîr, hûnermend, siyasetmedaran bi daxuyaniyekê kampanyaya ‘’PKK bila ji lîsteya terorê bê derxistin’’ hate ragihandin.
Însiyatîfa Navnetewî ya Ji Bo Kurdan Edalet ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ li seranserê welatên Ewropayê kampanyaya îmzeyan ku berhevkirina 4 milyon îmze daye ber xwe, ragihandibû. Kampanya bi pêşengiya 1000 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin û berdewam dike.
Bi heman armancê 30 miha çile li salona Xak a Silêmaniyê bi tevlîbûna bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar, hunemend û kesayetên Başûr bi dirûşma ‘Dem dema Azadiyê ye, Kampanya Însiyatîfa Naneteweyî; Ji bo Kurdan Edalet, Daxwaza Lezgîn Dikin ku PKK ji Lîsteya Terorê bê derxistin’ hate ragihandin.
Piştî amadebûna hûnermend, rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên naskirî yên Başûrê Kurdistanê çalaki destpê kir.
Destpêkê Siyasetmedar Ferhat Sengawî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û PKK’ê helbestek xwend û piştre ji komîteya Amadekar, Siyasetmedar Mihemed Emîn Pênciwênî li ser kampanyayê axivî.
Penciwênî diyar kir ku di lîsteya terorê de bicihkirina PKK’ê biryareke siyasî ye û li ser daxwaza dewleta Tirk ev bîryare hatiye girtin.
Siyasetmedar Emîn Pênciwênî ragihand ku dewleta Tirkiye ya faşîst û hêzên din yên dagirker, ji bo Kurdan tine bikin bi komployekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtin û PKK’ê xistin lîsteya terorê.
Penciwênî li ser derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê jî wiha got: “Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê tê wateya, rewabûna doza Kurd; Naskirina Kurdan a li cîhanê. Herwiha wê di cîhanê de ji bo gelê kurd bibe deriyekî siyasî.”
Siyasetmedar Emîn Pênciwênî herî dawî ragihand ku li Başûrê Kurdistanê jî piştevaniya xwe ya ji bo kampanya ya ‘derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê’ nîşan didin û daxwaz ji her kesê kir ku piştevaniya vê kampanyê bikin û îmzeya xwe dane binê vê kampanyê. Çavkanî ANF