No Result
View All Result
Navenda Nûçeyan/ Qamişlo
HPG`ê Li ser êrişên Dewleta Tirkî ya dagirker yên 29’ê Çileyê li ser Herîmên Parastinê yên Medya daxuyaniyek da û da zanin ku êriş bêencam bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên hewayî yên dewleta Tirkî ya dagirker daxuyaniyek da.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku artêşa Tirkî ya dagirker 29’ê Çileyê êrişeke giran ya hewayî ser Herêmên Parastinê yên Medya pêk anî. Lê bi êrişên xwe nekarîn ti encamê bi dest bixin.
HPG’ê Herwiha li ser êrişên ev agahî da:
“29’ê Çileyê saet di navbera 12:30-12.50’î de li herêma Zapê qada Gundê Fileha bi balafirên şer 16 caran hate bombekirin.
29’ê Çileyê saet di navbera 12:30-12:40’î de derdora Girê Hakkarî yê ser bi herêma Metînayê, 6 caran bi blafirên şer hate bombekirin.
29’ê Çileyê saet di navbera 19:00-20:00 de li herêma Zapê qadên Kunîşka, Karker, Şehîd Şahîn û Saca bi balafirên şer 9 caran hatin bombekirin.
29’ê Çileyê saet di 20:15’an de qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.”

Post Views: 34
No Result
View All Result