Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêneyên Qamişlo 12 lehengên azadiyê oxir kirin

02/02/2022
in Uncategorized
A A
Şêneyên Qamişlo 12 lehengên azadiyê oxir kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan-Qamişlo

Şêniyên Qamişlo 12 şervanên xwe ku di oprasyona dijî çeteyên DAÎŞ’ê li girtîgeha Sînaa ya li Hesekê şehîd bûn, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo oxir kirin.

 

Îro bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê bi merasîmeke heybet bi `tilîlî û silogana şehîd namirin, bijî Rêber Apo` 12 şervanên xwe yên di oprasyona dijî çeteyên DAÎŞ’ê de li girtîgeha Sînaa ya li Hesekê şehîd bûn, li goristana şehîdan sipartin axê. Herwiha endama HPG şehîd Sozdar Cûdî ya di êrişên dewleta tirk ya dagîrker li Mardînê şehîd ketî hat bîranîn.

Di merasîma de hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Masûm Hesen wiha axivî: “Destpêkê ez sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazim û bejina xwe bi hurmet, ditewînim. Ez tim vê gotinê dibêjim, hebûna me bi saya xweîna şehîda ye. Ji bo wê divê em gel li keda wan xwedî derkevin û hêviyên wan yê azadiyê pêk bînin.”

Masûm Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir:  “Dewleta tirk ya dagîrker bi êrişên xwe yê hov, dixwaze di nav pêkhatiyên herêmê tevlîheviyê derxîne, lê şervanên me bi berxwedana xwe van planan têk dibin.”

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (Tev Dem) Zelal Ceger jî wiha axivî: “Careka din dewleta tirkî ya dagîrker bi armanca tolrakirina  çeteyên xwe yên DAÎŞ’ê xwest bi van êrişên xwe dawî gelê Kurd qir bike. Lê em dibêjin, ti nikarî gelê me tine bike, ti nikarî vîna gelê me bişkîne. Vaye îro xort û keçên me di çeperên şer de ji bo hebûna gelê xwe canê xwe feda dikin. Ji bo em li şehîdên azadiyê xwedî derkevin, pêwîstî bi tekoşîn û berxwdanê heye.”

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (Tev Dem) Zelal Ceger de sersaxî ji tevayîya malbatên şehîda re xwest.

Herwiha peyama malbatên şehîdan jî ewe ku wî tola şehîdan li erdê nehêlin. Malbata gotin Emê bi rihê têkoşîna şehîdên xwe planên dewleta tirkî vala derxînin.



https://ronahi.net/ku/wp-content/uploads/2022/02/مراسيم-كردي.mp4
Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.