Balafirên şer yên dewleta Tirk ya dagîrker hemwextî Mexmur, Şengal, gundê girêdayî bajarê Dêrikê Teqil Beqil û Şehba bombebaran dikin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, hemwextî li gel bombebarana li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şengal, gundê Dêrikê Teqil Beqil û Şehba jî tê bombebaran kirin.
Di van kêliyan de bombebaran didome. Herwiha balafirên keşfê li ser herêmê digerin.
Li gor agahiyên hatîn dayîn, li Amedê liv û tevgereke zêde ya balafirên şer heye. Gelek balafir li ser hevdu ji Fermandariya Binkeya Jetê ya Hewayê ya 8’an rabûn.