Rojnameya Ronahî

Komîteya Navendî ya PKK’ê civîna xwe ya salane li dar xist

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Komîteya Navendî ya PKK`ê civîna xwe ya salê li dar xist û encamên civînê bi daxuyaniyekê eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Me civîna asayî ya salane ya Komîteya Navendî ya PKK’ê bi tevlêbûna 27 endaman bi serketî pêk anî. Civîna me, qehremanên mezin ên sala 2021’ê di şexsê şehîdên Mam Reşo, Zendûra, Tepê Sor û Werxelê de hemû şehîdên qehreman bi rêz û minet bi bîr anîn, Rêber Apo û Pengava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ silav kir, ku bi pêşengiya berxwedana Îmralî li her derê pêş dikeve. Li ser xeta Rêbertiyê û şehîdan pratîka sala 2021’ê di lêpirsîneke kûr de derbas kir, xwe gihand dersên dîrokî, di sala 2022’an de îradeya şerekî bihêztir û serketineke mezintir danî holê. Li ser vê bingehê bang kir ku hemû hevalên partiyî, gelê me yê welatparêz û dostên me yên şoreşger-demokratîk ‘Pêngava Dem Dema Azadiyê ye’ bihêztir bikin ku bi armanca wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Civîna Komîteya Navendî bi xwedina talîmateke berfireh ku ji nivîs û axaftinên Rêber Apo hatiye berhevkirin dest pê kir. Pişt re raporên Sekreteryaya Giştî ya PKK’ê û Koordînasyona PAJK’ê  ya ji bo civînê hatibûn amadekirin hatin xwendin. Li ser van bingehan bi awayekî piralî û kûr derbasî nirxandina pratîka sala 2021’ê bûn. Me pratîk li ser xeta Rêbertiyê û şehîdan, bi nêzîkatiya rexne û rexnedayîn ji lêpirsînê derbas kir. Xebatên pratîkî hem di asta komîte û rêxistinbûnên tîkane û hem jî di asta rêxistinbûnên parçe yên berwarî de bi awayekî berfireh hatin nirxandin, ji van dersên dewlemend hatin derxistin û derbasî pratîka sala nû hatin kirin.

Faşîzma AKP-MHP`ê nekarî berxwedanê bişkîne, lewma ket nava pêvajoya belavbûnê

Wekî tê zanîn ku di sala 2021’ê de şerê azadiyê yê Partiya me dimeşîne ji her hêlê ve xwe gihand lûtkeyên nû. Êrişa perçiqandin û dagirkeriya faşîzma AKP-MHP’ê ku di nava meha Sibatê de bire li ser Garê, dîsa 23’yê Nîsanê şûnde jî êrişa li ser Metîna, Zap û Avaşînê bi berxwedana lehengane ya gerîlayên HPG û YJA-Starê ve hate şikandin. Berxwedana dîrokî ya gel û dostên me, li her qadê di bin pêşengtiya berxwedana gerîlayê qehreman de pêşket, plana îmha û tasfiyeya faşîzma AKP-MHP’ê ya bi piştgiriya DYA û PDK’ê pêşket parçe kir, li bin xist. Bi vî awayî faşîzma AKP-MHP’ê ji ber ku nekarî Herêmên Parastinê yên Medyayê li gorî planên xwe dagîr bike û ji zindanê bigire heya derveyî welat li çar parçeyên Kurdistanê nekarî berxwedana azadiya gel û dostên me bişkîne ketiye nava pêvajoya belav bûn û rûxandineke teqez.

Civîna me berxwedana sala 2021’ê ku bi vî awayî bi pêş ket û encamên dîrokî afirand silav kir, kêmasî û şaşitiyên di nava berxwedanê de rû dan jî rexne kir û ji van dersên dîrokî derxist. Li ser vê bingehê feraset û şêwazên ezez, bêplan, nakevin stratejiyê, nikarin afrîneriya taktîkî nîşan bidin, teng û girtî dimînin rexne û mehûm kir, pêwîst dît ku bi şêwaza stratejiya şerê gel ê şoreşgerî di gerîlatiya kûr û berfireh ya xeta modernîteya demokratîk de israr bike, afrîner be, bi qasî ku li çiyê şer dike, ewqas jî li deşt û bajêr şer bike, faşîzmê ji hêla aborî, siyasî û leşkerî ve bi awayekî topyekûn bike hedef, çalakiyên bibandor ên tolhildanê û bersivdayînê pêk bînin, li her cihî bersiv bide êrişên dijminê faşîst-qirker. Di vê çarçoveyê de bang kir ku di serî de gerîla hemû hêzên têkoşînê ji her milî ve xwe nû bikin û bi bandor şer bikin.

Fêmkirina rastiya Rêber Apo û belavkirina vê rastiyê li nava gelan

Civîna Komîteya Navendî, rastiya Serokatî, Berxwedana Îmraliyê û asta me ya fêmkirin û pêkanîna van bi rojeveke taybet bi berfirehî nirxand. Di vê çarçoveyê de destpêkê li ser rastir fêmkirina rastiya Rêber Apo û serketî pêkanîna vê sekinî, diyar kir ku erka me ya bingehîn belavkirina rastiya Rêbertî li Rojhilata Navîn û dinyayê ye. Di serî de jin û ciwan xwe gihandina hemû bindestane. Bal kişand li ser berxwedana dîrokî ya Îmraliyê ku bi tecrît, zexta zêde ya fîzîkî û derûnî pêş dikeve û diyar kir ku esas şerê mezin li Îmraliyê tê kirin. Jİ ber vê yekê lazim e mirov berxwedana Rêber Apo dimeşîne ji her milî ve rast fêm bike û bi serketî têxe pratîkê. Di vê çarçoveyê de feraset û helwestên difikirin ku wê li Îmraliyê pêvajoyên berê qewimîn bi heman rengî dubare bin rexne û mehkûm kir, bang kir ku lazim e hemû heval, gel û dostên me pêvajoyê rast fêm bikin û têkoşîneke bi bandor bimeşînin. Dîsa li Îmraliyê rewşa tecrîda girankirî û li ser vê bingehê astengkirina hemû têkilî, danûstandinên Rêber Apo, gef û xeteriya derxistiye holê nirxand, pêwîst dît ku yên van dikin hem careke din hişyar bike, hem jî li dijî rewşa tecrîdê banga pêşxistina têkoşîna topyekûn bike ku belavê hemû Kurdistan û Tirkiyeyê bûye.

Girîngiya karên propaganda, huner û wêjeyê

Civîna me destnîşan kir ku ji sedî heştê yê têkoşîna azadiya Kurdistanê û şerê cîhanê yê sêyemîn bîrdozî ye, em jî lazim e zêdetir girîngî bidin ser têkoşîn û xebata bîrdozî yên wekî propaganda, huner û wêjeyê. Di vê mijarê de bi taybetî bal kişand li ser hewldanên faşîzma AKP-MHP’ê ku van xebatan bi armanca qirkirin û asîmîlasyonê dide meşandin. Ji bo pûçkirina van lazim e xebatên me yên propanganda, wêje û hûnerê ji hêla çendanî û çawanî ve xwe bigihîne wê astê ku di serî de ciwan hemû civakê li ser xeta modernîteya demokratîk bikare perwerde bike. Işaret pê kir ku li dijî ezezîtiya modernîteya kapîtalîst ku gihiştiye asta nexweşiyê divê li her qadê têkoşîna bîrdozî bê bilindkirin, li beramberê vê girêdayî kesayeta azad û komûna demokratîk divê civakbûneke bê pêşxistin. Li ser vê bingehê bang kir ku hemû welatparêzên rewşenbîr, nivîskar, hunermend û wêjevanên Kurd lazim e di nava xwe de xwe zêdetir rêxistin bikin û rehenda çandî ya şoreşa azadiyê pêk bînin.

Li şûna parastina heyî, divê hê pirtir çalak û hemleker bin

Civîna Komîteya Navendî rewşa siyasî û leşkerî ya di roja me ya îro de jî ji pir aliyan ve nîqaş kir, li ser bûyerên gengaz sekinî û di pêvajoya nû de erkên polîtîk û leşkerî yên lazim e pêk bînin diyar kir. Di vê çarçoveyê de li ser nîşaneyên paşketina DYA’yê sekinî, diyar kir ku ev rewş fikrên Rêber Apo yên sih sal beriya niha aniye ziman piştrast dike. Wê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn berdewam bike û rola navendî ya hêrêma Rojhilata Navîn berdewam bike. Diyar kir ku îro di vê têkoşîna polîtîk û leşkerî de, şêwaz û nêzîkatiya dixwaze ya heyî biparêze nade qezenckirin. Ji ber vê lazim e ji her hêlê çalak û hemleker bibin. Bal kişand li ser pêvajoya rûxandina kapîtalîzm û di şexsê wê de rûxandina dîrokî ya pergala desthilat û dewletê, di vê rewşê de girêdayî azadiya jinê û ekolojiya civakî, qala girîngiya pêşxistina têkoşînê ya demokrasiya kûrevî kir.

Xurtkirina şerê şoreşgerî û girîngiya teşhîrkirin û tecrîdkirina xeta nokerî û xiyanetê

Civîna me asta têkoşîna li Kurdistanê û şerê sê xetên esasî bi awayekî berfireh nîqaş kir, nakokî û têkiliyên di navbera xeta qirker a klasîk ku faşîzma AKP-MHP dide meşandin û xeta neteweya-dewletok de ku DYA-PDK dide meşandin ji pir milan ve nirxand. Diyar kir ku her çiqas di navbera van de ji hin aliyan ve nakokî hebin jî, bi taybetî li dijî xeta azadiyê ku PKK dide meşandin tifaqek heye. Di vê çarçoveyê de bi taybetî di van salên dawî de asta tifaqa ku bi AKP-MHP’ê re hatiye danîn ji bo hebûn û azadiya Kurd gefa herî mezin e. Destnîşan dike ku serweriya faşîst-qirker a AKP-MHP bi desteka PDK li ser piyan dimîne û ji bo vala derxistina vê li ser girîngiya hewldayineke pir alî sekinî. Ji bo vê jî li dijî qirkeriya faşîst a AKP-MHP dema di her astê de şerê şoreşgerî pêş dixe, li aliyekê din ve li ser girîngiya teşhîr û tecrîtkirina xeta noker-xiyanet rawestiya.

Têkoşîna roxandina faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna herî demokratîk û şoreşger e

Civîna me anî ziman ku faşîzma AKP-MHP ji bo hebûn û azadiya Kurd li ser rûyê erdê rake bi hemû hêza xwe ve êriş dike û heya hebe jî wê vê êrişa heyî bidomîne. Di roja me ya îro de têkoşîna rûxandina faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna herî demokratîk û şoreşger a Rojhilata Navîn û dinyayê ye. Ji ber vê yekê tespîtkir ku li Kurdistan, Tirkiye û dinyayê di nava yekîtiyeke wiha de têkoşîn bê meşandin. Di vê çarçoveyê de jî bangkir ku hemû partî, rêxistin, derdor û derdorên civakî, tevgerên jin û ciwanan, hêzên welatparêz û şoreşger ên Kurdistanê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîneke hevbeş bidin meşandin. Dîsa bang kir ku dema faşîzma AKP-MHP tê rûxandin ji bo hin hêzên hevşib şûna wê negirin, hemû hêzên çep, sosyalîst, şoreşger, demokratên Tirkiyeyê, tevgerên jin û ciwanan, partî, rêxistin, sendîka û komele lazim e têkoşîna hevpar-şoreşa demokratîk a antîfaşîst bimeşînin û li ser vê bingehê wekî tifaqa sêyemîn Tevgera Demokrasiyê rêxistin bikin.

Hewldanên li qada navneteweyî yên ji bo xwedîderketina li Rêber APO hate silavkirin

Civîna me wekî hêza polîtîk a sêyemîn li ser girîngiya têkiliyên teqtîkî sekinî, diyar kir ku li Suriye û Iraqê li ser bingehêa demokratîkbûnê çareserkirina pirsgrêkan xwediyê roleke dîrokî ye. Di vê çarçoveyê de careke din bang kir ku di serî de rêveberiyên Sûriye, Iraq û Îranê hemû hêzên polîtîk ên li vê qadê ji bo bikarin li ser bingeha demokratîkbûnê ji pirsgrêka Kurd re çareseriyê bibînin divê bi hevre kar bikin. Dîsa ji hêla însaniyetê ve li ser girîngiya dîrokî ya serketina mezin sekiniye ku gelê me yê Rojava û gelên Bakur Rojhilatê Suriyeyê li dijî DAÎŞ’ê qezenc kirine. Tevî ku hin hêzan ji çetegeriya wek DAÎŞ’ê re deng nekirine û nêzîkatiyên nehevgirtî raberkirine jî gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di roja me ya îro de jî li dijî van hêzan ji ber ku têkoşîneke serketî û hevgirtî didin meşandin hatiye pîrozkirin. Civîna me li giştî dinyayê helwest û seknên ku xwedî li Rêber Apo û PKK’ê derketine silav kir û diyar kir ku ji bo bikarin azadiya Kurd li ser bingeha demokratîkbûna kûrevî pêk bîne divê bi her awayî hewldan û têkoşînê zêdetir bê kirin.

Li ser van bingehan civîna me bi biryardariyeke bilind, plana têkoşîn û xebatê derxist holê, şêwazê xwe yê rêxistin û rêveberiyê li gorî vê nû kir û xebatên xwe bi serketî temam kir.

Emê vê salê bikin sala têkoşîn û serketina mezin

Pir eşkere ye ku bi civîna Komîteya Navendî ya PKK’ê re Tevgera me ya Azadî û gelê me ji bo sala nû ya têkoşînê xwediyê rêxistineke bihêztir û amadekariyeke mezintir e. Wê têkoşîna rûxandina faşîzma AKP-MHP’ê, şikandina tecrîda Îmraliyê, azadkirina Kurdistan û demokratîzekirina Tirkiyeyê bi rêxistineke mezintir û awayekî bibandortir li ser xeta serketinê bimeşe. Ji bo vê tê dijminên xwe zêdetir tecrît bike û dostên xwe zêdetir bike yek. Di ketina sala 24’emîn de li ser vê bingehê wê li dijî komploya 15’ê Sibatê têkoşîn pêşbikeve, wê 8 Adar û Newroza vê salê di têkoşîna azadiyê de xwe bigihîne lûtkeyeke nû. Em ê her roja sala pênciyemîn a Rêbertî û partiyê bikin Newroz, em ê vê salê veguherînin têkoşîna herî bihêz a salê û serketina herî mezin.

Li ser bingeha civîneke wiha, em endama Komîteya Jinûve Avakirina PKK’ê û Şehîda Mezin a Başûrê Kurdistanê Viyan Soran di salvegera 16’emîn a şehadeta wê de bi rêz, hurmet û bi mînet bibîr tînin. Diyar dikin ku em ê wê, di têkoşîna dîrokî ya pêş bixin de li ser bingeha encamên civîna Komîteya Navendî bidin jiyîn.

Li ser van bingehan bang dikin ku hemû hevalên partiyî, gelê me yê welatparêz û dostên me, encamên civîna Komîteya Navendî rast fêm bikin, awayekî bibandor pêk bînin, ji bo bikarin komploya 15’ê Sibatê hilweşînin û sala pênciyemîn a Rêbertî û Partiyê veguherînin sala serketina dîrokî bi rêbazên afirîner û bi bandor têbikoşin.”