Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qedexeya giştî ya li Hesekê bi dawî bû

31/01/2022
in Uncategorized
A A
Qedexeya giştî ya li Hesekê bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ragihand ku qedexeya giştî ya li Hesekê bi dawî bû û ya beşî hate vê berdewam bike ragihand.

Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku qedexeye giştî ya li ser Hesekê hat bi dawî kirin û wê ev bi ya beşî berdewam bike.

Daxuyanî wiha ye:

“Rewşên awarte ku herêmên me tê re derbas dibin, bi taybet Hesekê ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê bi rêya êrişa li dijî girtîgeha Hesekê, ewlehî û îstîqrata bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef girtin da ku ji nû ve xwe komî ser hev bikin, gefan li herêmên me û tevahî cîhanê dixwin. Careke din hêzên me yên leşkerî û ewlehî bi fedekariya şehîdan, xwe îsbat kir ku ew hêz li hember tevahî şêweyên terorê pispor in û jiyana sivîlan li hember gefên li dijî wan parastin. Her wiha erkên dabînkirina jiyaneke azad, birûmet û ewle dane pêş xwe, di heman demê de jî ev yek ji tevahî pêkhateyên gel re jî dane pêş xwe. Li kêlek wê jî zanabûna ewlehî ya li cem gel hîmanekî bingehîn û mezin e û piştgiriya hêzên me kirin da ku bi erkên xwe li hember terorîstan rabin. Em pişta xwe didin vê zanabûn û têgihîştinê û bang li welatiyan dikin tedbîrên ewlehiyê pêk bînin da ku di têkbirina terorê de û binketina hewldana tevliheviya ewlehî û îstîqrarê de bibin destek.

Li gorî wê ev biryar hate dayîn:

Qedexeya giştî li ser Hesekê û gundewarên wê hat rakirin.

Li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 01.02.2022’yan heta demekê din qedexeya beşê tê ragihandin. Qedexe ji saet 06:00 êvarê heta 06:00 sibehê ye.

Ev biryar ne ji bo saziyên xizmetguzarî ye ku xwezaya karê wan berdewam e, mîna firin, aş, sotemenî, şaredarî û navendên tenduristiyê.

 

 

Post Views: 74
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.