Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Fermandariya Giştî a QSDê derbarê êriş û operasyona li dijî êrişa çeteyên DAIŞ`ê, ya ser girtîgeha Xiwêran ya Hesekê Daxuyaniyek da û got, hêzên me hewldana avakirina xilefeteke DAIŞ’ê ya duduyan şkand û bi hevkariya gelên herêmê dîmênên şkestin û radestbûna çeteyên DAIŞ`ê dubarek kirin.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSDê wiha bû:
20.01.2022an saet 7ê êvarê êrişekî berfireh û plankirî yê çeteyên DAIŞ`ê ser girtîgeha Sinaa ya Hasekê ya ku bi hezaran girtiyên DAÎŞ`ê lê dimînin, çêbû. Gelek grubên çeteyên DAÎŞê yên xwekûj ji derve tevlî vê êrişê bûn. Di dema êrişê de, destpêkê wesayîtekî teqemeniyê li ber deriyê girtîgehê xwe teqand û ji 3 milan ve êrişî ser girtîgehê kirin û xwestin dest daynin. Di heman demî de bi hezaran çeteyên di hûndirê girtîgehê de êrişî karmendên girtîgehê û ewlekariya hûndirîn yê girtîgehê kirin. Her weha Kamyonek tije çek û cebilxane li nêzî deriyê girtîgehê bi cî kirin kirin da ku girtiyên DAÎŞê ji girtîgehê birevin, xwe bi çek bikin. Jixwe eger ev plana wan bi ser keta wê êrişî Taxa Xiwêran, Taxa Zihûr û hin saziyên Rêveberiya Xweser û yên leşkerî yên li herêmê bikirana. Amadekarî û planê wan li ser vî bingehî bû.
Careke din ji bo piştgirî û bingeha êrişê, li taxên mîna Xiwêran û Zihûr di hindek malan de stargeh hatibûn kolandin û bi vî awayî zemînekî ji bo serkeftina vê planê xwestibûn amade bikin. Lê belê di serî de şervanên parastina girtîgehê û hêzên me berxwedaneke biqehremanî nîşan dan. Di serî de jî hevalê Cemal Kobanê û hevalê Akîf yên ku rêveberiya ewlekariya girtîgehê bûn. Bi qehremanî şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Hevalên me hiştin ku planê DAÎŞ`ê weke ku xwestî pêk neye û planê wan asteng bibe. Dûv re jî hêzên me yên QSDê û Asayîşê yên li herêmê bi lezgîn xwe gihandin vê êrişê û bi rêbazekî rêxistinkirî girtîgeh dorpêç bikin. Cardin derdora avahiyên zanîngehê yên ku bi dîwarê girtîgehê ve ye jî xistin dorpêçê. Ji ber ku di encama kûnkirina dîwar de hinek DAÎŞiyên ku ji girtîgehê reviyabûn xwe gihandibûn van avahiyan. Ji bo vê, derdora wan avahiyan jî hate dorpêçkirin.
Ji aliyê din ve derdora Taxa Xiwêran bigiştî û taxên derdorê jî hatin kontrolkirin û piştî vê gavê êdî êrişa dijber ji hêla hêzên me ve dest pê kir. Di çarçova Pêngava bi navê Gurzê Gelan êrişekî paqijkirinê li hember DAÎŞê him li derdora girtîgehê û Hasekê û him jî li giştî herêmên Dêrezor û Reqqa hate destpêkirin. Hêzên QSD`ê û Asayîşê bi wêrekiyeke mezin û bi pisporî çûne ser van grubên çete yên êrişkar û herwiha hin çeteyên ku ji girtîgehê çek bi dest xistibûn jî hatin bê bandorkirin.
Di encamê de cardin ev girtî tev hatin destgîrkirin û derbasî girtîgehekî cûda hatin kirin. Ji bo zerar negihîje mal û canê gel û welatiyên me yên li Hasekê, cardin ji ber ku DAÎŞê ew zarokên di girtîgehê de ji xwe re kiribûn weke mertal zindî, hêzên me bi bêhnfirehî û bi hişyariyekî mezin tevgeriyan û di encam de vê yekê hişt ku hinekî wext biçe. Di encamê de ji ber qehremantiya şervanên parastina girtîgehê yên di bin fermandartiya hevalê Cemal Kobanê de li ber xwe dan û bi destpêkirina pêngava paqijkirina Hasekê ji çeteyan rewş kete bin kontrolê û ev plana DAÎŞê têk çû.
Bê guman ev êrişa DAÎŞê ne êrişekî normal bû. Ev êriş di encama planekî berfireh û demdirêj de pêş ket. Li gorî belgeyên ku hatine bi dest xistin û li gorî îtirafên berpirsên çeteyên êrişkar yên ku hatine girtin, derkete holê ku eger plana wan ya li ser girtîgeha Sinaa ya Hasekê bi ser biketana, wê hem êrişî taxên din yên Hasekê bikirana, hem wê li cihên wek Hol, Şeddadê û Dêrezorê êrişên hemwext û hewildanên planê berfireh bixistana dewrê. Bi vî awayî wê DAÎŞê xîlafeta xwe ya qaşo Dewleta Îslamî a Duduyan ragihandiba. Ango plana êrişa li dijî girtîgeha Sinaa ne tenê êrişekî lokal, an bi girtîgehê ve sînordar bû, an jî ev êriş ne tenê ji bo rizgarkirina çend çeteyên girtî bû. Xwestin vê bêxin destpêka êrişekî mezin li ser herêmê û carekî din terora kûştinê û demekî tarî û reş li ser gelên herêmê bispîne bikin. Lê belê ev plana DAÎŞê bi fîyaskoyekî mezin bi dawî bû û cardin dîmenên weke dîmenên Baxozê ku bi girseyî neçar mabûn teslîmî hêzên me bibin derketin holê û rewş bi temamî kete bin kontrolê. Hêzên QSD carekî din cesaret, hişyarî û qabîliyeta xwe ya lêdanê û îrada xwe ya serkeftinê bi awayekî herî xûrt nîşan da û hêjayî bibe hêvî û baweriya gelê xwe.
Li gorî agahiyên di destê me de û li gorî îtirafên çeteyên êrişkar yên ku hatine girtin, beşek ji çeteyên êrişkar ji herêmên dagirkirî yên Serê Kaniyê û Girê Spî hatibûn, beşek jî ji hêla İraqê hatibûn û koordînekirina vê êrişê, li gorî ku hatiye teqezkirin li derveyî sînorên Suriyê diha birêvebirin.
Bê guman ev êrişa DAÎŞê ji nişkê ve çênebû. Piştî serkeftina Baxozê ya mezin, di aliyê erdnîgarî de DAÎŞ tune bibû, lê belê DAÎŞ xwe ji nû de ava kir û li gorî şert û mercên nû xwe bi rêxistin kir. Hertim hewildanên xwe yên êrişê hebûn û hêzên me, bi taybet li herêmên Dêrezor, Reqqa û Şeddadê û li xeta sînorê İraqê ev zêdeyî sê salane ku têkoşînekî dijwar li hember DAÎŞê dimeşîne. Heger DAÎŞ karîbûye heta niha xwe li ser lingan bigire û hîna dikare hêza xwe ya çalakiyan û êrişê ava bike, ev yek ji ber xwe sipartina şert û mercên siyasî digire û cardin ev yek bingeha xwe bi awayekî ne yekser ji alîkariya hin hêzên herêmî û hin dewletan digire. Di vî alî de rola dewleta Tirk ya dagîrker herî zêde ye. Ji ber ku êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê û gefên wî yên bînavber, hem moral dide DAÎŞê û hem zemînekî ku DAÎŞ xwe bi rêxistin bike, çê dike. Her wiha herêmên dagirkirî yên Serêkaniyê û Girê Spî zîvirîne weke herêmên herî biewle û herî parastî ji bo DAÎŞê, da ku xwe birêxistin bike û xwe perwerde bike. Jixwe hinek êrişkarên ku di êrişa li ser girtîgeha Sînaa de cih girtine, ji van herêman hatibûn.
Ji milê din ve têkoşîna li dijî DAÎŞê heta asteke baş tê meşandin, lê belê bi taybet piştî têkçûna DAÎŞê ya ji aliyê ertdnîgarî ve, bi hezaran girtî û bi deh hezaran malbatên wan yên li Kampa Holê weke barekî giran tenê li ser QSDê û Rêveberiya Xweser hatin hiştin û vê êrişa dawî jî da diyarkirin ku DAÎŞ hîna xetereke mezin e. Ev xeteriye ne tenê li ser ewlekariya herêmên me, herwiha xeteryeke mezine ji bo ewlekariya tevayiya cîhanê ye. Vê êrişê carekî din derxiste holê ku pêwiste alîkarî û desteka cîhanî, bi taybet yê koalîsyona navdewletî yê ji bo QSDê û Rêveberiya Xweser, hem di aliyê leşkerî de de, hem di aliyê teknîkî de û hem jî di aliyê siyasî de hîn xûrttir çêbe.
Cardin di vê êrişê de xûya kir ku pêwiste ji bo kampa Holê çareseriyên bingehîn bê peydakirin ku ev kamp, weke bombeyekî ku pîmê wî hatiye kişandin e. Herwiha pêwîst e ku ji bo darizandina bi hezaran çeteyên DAÎŞê yên girtî zemînekî dadgehkirinê yê navdewletî bê avakirin û çareserkirina van pirsgirêkan çiqasî dereng bikeve wê ewqasî DAÎŞ jê sûd bigire.
‘Heger gel û şervan bi hev re bibine yek, serkeftin misoger dibe’
Di serî de gelê me yê Hasekê bi Ereb, Kurd, Suryan û Aşuriyên xwe û bi taybetî şêniyên Taxa Xiwêran, Zihûr, Neşwe û tevayiya taxên din yên bajêr, di hûndirê vê heftiya bihûrî de alîkariyekî mezin bi hêzên QSDê û bi hêzên Asayîşê re kirin û bajarê xwe û taxên xwe parastin. Di demê xwe de agahiyên pêwist dane hêzên ewlekariyê û ev heftiya derbasbûyî bû mînakekî ku heger gel û şervan bi hev re bibine yek, serkeftin misoger dibe. Ev bû mînakekî balkêş a vê rastiyê. Ji bo vê yekê em ji gelê xwe yê Hasekê re li ser hişyarî, fedakarî û alîkariya wan a mezin spas dikin û em dibêjin ku gelên me yê bakûr û rojhilatê Suriyê pêwiste li hember êrişên DAÎŞê û yên xeynî DAÎŞê asta rêxistina xwe, hişyariya xwe û xwedî derketina li taxên xwe, gund û malên xwe hîn xûrttir bike û derxe asta herî jor.
‘Hêvî û planên DAÎŞê di qirika wan de hiştin’
Cardin şervanên QSD`ê û hêzên Asayîşê fedakariyekî mezin nîşan dan û hêvî û planên DAÎŞê di qirika wan de hiştin. Bi vê fedekariyê gelek şervanên me yên hêja şehîd bûn. Li ser vê bingehê em şehîdên xwe yên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr tînin û soza xwe ya serkeftinê û parastina herêmê ji gelê xwe re cardin dubare dikin û em hemû şervan û fermandarên ku di vê pêngavê de rol leyîstine pîroz dikin.
Em bang li raya giştî û hemû hêzên eleqedar dikin û em dibêjin; ‘carekî din eşkere bû ku ji bo kabûsa DAÎŞê carekî din venegere, ji bo DAÎŞ nikaribe xwe komî ser hev bike, pêwistiya alîkariyekî hîn xûrttir bi QSDê re û gelên rojhilat û bakûrê Suriyê û bi Rêveberiya Xweser re hebe’. Bi qasî ku desteka siyasî, askerî û aborî ji bo QSDê û Rêveberiya Xweser zêde bibe, ewqasî zemînê rêxistinkirina DAÎŞê wê qels bibe.
‘Em vê serkeftinê diyarî hemû gelên xwe û şehîdên xwe dikin’
Weke encam; DAÎŞê carekî din xwest ku rojên tarî û kabûsekî bîne ser gelên herêmê û ji bo vê ji gelek zemîn û aliyan sûd wergirt in. Lê belê qehremantî, cesaret û wêrekiya şervanên me û hişyarî û girêdana gelên herêmê, carekî din bi rûhê salvegera serkeftina Kobanê, bi rûhê berxwedana Kobanê serkeftinekî din çêkirin. Em vê serkeftinê diyarî hemû gelên xwe û şehîdên xwe dikin. Di çarçova Pêngava Gurzê Gelan de hîna li herêmên weke Dêrezor û Reqqa operasyonên me him di asta operasyonên lokal yên li ser noqta de him jî di asta operasyona li ser herêman de li dijî bermahî û şaneyên razayî berdewam dike.
Bîlanço:
Çeteyên DAÎŞê di hûndirê girtîgehê de 77 hevalên me yên karmend û parezvanên zindanê bi awayekî hovane şehîd xistin. Di şerê derve yê ku 7 rojan berdewam kir de jî 40 şervan û 4 jî welatiyên me şehîd bûn. Di çarçova Pêngava Gurzê Gelan de bigiştî 121 karmend û şervanên me bi qehremantiyekî mezin şehîd bûn. Hêjmarê kûştiyên DAÎŞê jî 374 in. Em şehîdên xwe cardin bi bîr tînin.