Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 6 gerîlayên ku 7ê Hezêrana sala 2020`an li Dersimê şehîd bûne eşkere kir û di daxuyaniyê de teqez kir ku xwîna şehêdên wan li erdê namne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên ku li Dersimê şehîd bûn ev agahî da:
“Di daxuyaniya xwe ya 17’ê Hezîrana 2020’an de me ragihandibû ku artêşa Tirkiyê ya dagîrker 30’ê Gulana 2020’an li Geliyê Axvanosê yê navçeya Pulur ya Dersimê dest bi operasyonekê ji bo dagîrkeriyê kiriye û vê operasyonê heta 7’e Hezîranê dewam kiriye. Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û dagîrkeran de şerekî giran qewimî, di şer de gelek dagîrker hatin cezakirin. Me bi raya giştî re parve kiribû ku di vî şerî de hevrêyên me Denîz, Agir, Jiyanda, Gulan, Mûnzûr û Rênas bi fedayî şer kirine û şehîd bûne.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Denîz Bager
Nav û paşnav: Sadik Akmaz
Cihê ji dayikbûnê: Dersim
Dayik-Bav: Melek-Hidir
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Hezîrana 2020 / Dersim
Nasnav: Agir Zirebar
Nav û paşnav: Mûsa Dilavîz
Cihê ji dayikbûnê: Merîwan
Dayik-Bav: Sayîbe-Venîs Hisen
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Hezîrana 2020 / Dersim
Nasnav: Jiyanda Gewda
Nav û paşnav: Lale Acar
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Besra-Nûrî
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Hezîrana 2020 / Dersim
Nasnav: Gulan Siyadem
Nav û paşnav: Newroz Alkaş
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Hezîrana 2020 / Dersim
Nasnav. Mûnzûr Amed
Nav paşnav: Alî Cahfer Aztagaç
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Fatma-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Hezîrana 2020 / Dersim
Nasnav: Rênas
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Hezîrana 2020 / Dersim