Egîdê Cimo ku bi navê Mîrê Bilûrê tê naskirin piştî koça dawî jî ji xwe dide behskirin û di çanda kurdî de ciyê xwe yê dîrokî girt.
Egîdê Cimo sala 1932yan li gundê bi navê Erdeşer yê Ermenistanê tê dinyayê. Hunermendê Kurd Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo, malbata wî sala 1918an di dema Şerê Cîhanê yê Yekê de ji bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê koçî Ermenistanê dike. Hunermend Egîdê Cimo di heştsaliya xwe de dest bi lêxistina bilûrê dike. Pişt re xwe fêrî lêxistina mey, zirne û amûrên din yên mûzîkê dike.
Di sala 1955’an de di radyo Êrîvanê di beşa kurdî de bi mûzîkjenî dest bi xebatê dike. Heta salên 1990î bi hunermendên û dengbêjên weke Şêroyê Biro, Karapêtê Xaço, Efroyê Esed, Aslîka Qadır, Aram Tigran û gelek mûzîkjenên din re dixebite.
Di gel xebata radyoyê di Enstîtûya Mûzîkê ya Romanos Melikyan (Kulize) de -ku dibistana şevê ye- dixwîne. Sala 1967’an dîplomaya dibistana bilind distîne.
Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo, piştî salên dijêr û kedeke mezin 31ê Çileya sala 1919an li Êrîvanê koça dawî dike.