Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Şagirt hebin jî mamoste nînin’

30/01/2022
in Uncategorized
A A
‘Şagirt hebin jî mamoste nînin’
Share on FacebookShare on Twitter

Yek ji bajarên ku herî zêde Kurdî lê tê axaftin Şirnex e. Tevî ku li Şirnexê û navçeyên wê xwendekar dersa hilbijartî ya zimanê Kurdî hildibijêrin jî, perverdeya zimanê kurdî nayê dayîn.

 

Yek ji bajarên ku herî zêde Kurdî lê tê axaftin jî Şirnex e. Tevî ku li Şirnexê û navçeyên wê xwendekar dersa hilbijartî ya zimanê Kurdî hildibijêrin jî, ji ber ku li dibistanan mamoste tune ne, ev daxwaza wan tê betalkirin. Li aliyê din li gorî daneyên di sala 2013-2014’an de 53 hezar xwendekaran Kurdî hilbijartî ye. Di salên 2014-2015’an de ev rêje ji sedî 45 zêde bûye û bûye 85 hezar. Lê belê di van salên dawî de ji ber pergala perwerdehiyê ya xerab daxwaz kêm bûye.

 

Li hin deveran tê gotin ku li bajarên Bakurê Kurdistanê astengî ji xwendekaran re tê derxistin ku Kurdî nehilbijêrin. Malbatên xwendekaran têkildarî mijarê de serî li Baroya Şirnexê dan. Baroya Şirnexê jî bi daxwaza ku derheqê mijarê de bên agahdarkirin ji

 

Midûriyeta Perwerdeyê ya Şirnexê û midûriyetên navçeyan agahî xwest û vê rewşê giliyê dozger kir.

 

Sekretera Jinan a Sendîkaya Kedkarên Pewerdehiyê û Zanistê (Egîtîm Sen) a Şaxa Şirnexê Serap Ok derbarê mijarê axivî.

 

‘Divê mamoste hebin’                

 

Ok, diyar kir ku her çend di mufredata MEB’ê de dersa hilbijartî hebe jî mamoste tune ne û her çend li bajêr daxwazên Kurdî hebin jî di dibistanan de pêşî li vê yekê tê girtin û wiha axivî: “Tiştên ku em jê re dibêjin perwerde û hîndekarî tiştekî domdar e. Heger hûn dixwazin zarokan li ser qadekê perwerde bikin, berî her tiştî divê kesên ku di wê qadê de cih digirin û di wî warî de hatine perwerdekirin bên peyvirdarkirin. Divê perwerdekar hebin û ev perwerdekar derkevin qadan. Lê dema em niha dinêrin, tenê zanîngehek di vî warî de perwerdehiyê dide. Ji xeynî vê mamostayên me yên ku bikarin di vê qadê de perwerdê bidin û zanîngehan de bên perwedekirin tune ne.”

 

Ok, da zanîn ku di salên borî de daxwaza ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî zêdetir bûye û wiha got: “Li gorî daneyên di sala  2013-2014’an 53 hezar xwendekaran Kurdî hilbijartin e. Dema em li salên 2014 û 2015’an dinêrin ev rêje ji sedî 45 zêde dibe û ev hejmare dibe 85 hezar xwendekar. Xwestin pêşiya vê bigirin. Ji ber vê yekê wan ji mufredatê ev beş derxistin. Atmosfereke ku ‘Kesek vê beşê nahilbijêre’ çêkirin. Bi dîtina min ev kampanya bijartina dersa Kurdî xebateke hilbijartinê ya desthilatiyê ye.”

 

MA

Post Views: 63
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.