Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Azadiya raman heye lê ne ji bo Kurdan!

30/01/2022
in Uncategorized
A A
Azadiya raman heye lê ne ji bo Kurdan!
Share on FacebookShare on Twitter

Li Almanyayê Dadgeha Îdarî ya Federal di sala 2019’an de biryara qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Mûzîkê da. Têkoşîna hiqûqî ya saziyên Kurdan wê bi dadgeheke bilind bidome.

 

Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîk ku du saziyên girîng ên çand û hunerê yên Kurdên li Almanyayê ne, bi biryara Wezareta Karên Hundir di 1’ê Sibata 2019’an de hatin qedexekirin. Piştî biryarê polîsên Elman dest danîn ser pirtûk, CD û arşîvên muzîkê yên li her du saziyan. Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîk, li dijî biryara wezaretê ya bi hinceta qedexeya PKK’ê ya ji sala 1993’an ve didome, têkoşînek hiqûqî dan destpêkirin.

 

Bi devkî bi şev ji parêzeran re ragihandin

 

Doza ku ji bo betalkirina biryara qedexeyê ya ku wezaretê li hember her du saziyan dabû û ji bo kelûpelên hatine desteserkirin werin dayîn, li Dadgeha Îdarî ya Federal ku saziya hiqûqa îdarî ya herî payebilind a welêt e li bajarê Leipzigê hat dîtin. Di rûniştina dozê de ku pêr danê sibehê dest pê kir û tevahiya rojê dom kir, heyeta dadgehê biryara ku diviyabû saet di 17.00’an şûnde bê aşkerekirin, bi devkî bi şev ji parêzeran re ragihand.

 

Heyeta dadgehê biryara qedexeyê ya ku di sala 2019’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatiye dayîn “li gorî qanûnê” hatiye dîtin. Lê belê di danişîna ku bi saetan nîqaş di navbera parêzerên Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Mızîk û parêzerên Wezareta Karên Hundir de hatin kirin de, argûmanên ji bo qedexeyê hatin kirin yek bi yek ji aliyê parêzerên her du saziyan ve hatin redkirin.

 

Li gorî agahiyên parêzeran, qedeye bi vî rengî hatiye parastin: “Helbet xebatên çandî û muzîkî yên Kurdî di çarçoveya azadiya ramanê de ne, qanûnên li Elmanyayê ev pesend kiriye. Lê xebatên Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîk nêzî rêxistineke qedexekirî tê rêvebirin û ji aliyê rêxistinê ve tê fînansekirin.“

 

Tê payîn ku Dadgeha Îdarî ya Federal di rojên pêş de biryara xwe bi nivîskî aşkera bike, yanî biryara qedexekirinê ya ku di sala 2019’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve di encama peywendiyên qirêj ên di navbera hikûmeta wê demê Merkel û AKP-MHP’ê ve hatibû girtin.“

 

Dev jê bernadin

 

Parêzerên Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzik Lucas Theune ji ANF’ê re axivî û got: “ Dadger di dîtina çarçoveyek qanûnî ya qedexeyê de zehmetiyan dikêşine. Piştî ku biryara Dadgeha Îdarî ya Federal gihişte destê me em ê biryarê îtiraz bikin û ew ê pêvajoyê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal ku saziya darazê ya bilind e.“

 

Arşîva Hozan Şemdîn

 

Herwiha Hozan Şemdîn ku yek ji mexdûrên vê dozê ye, ji rojnameya me re peyivî û got dest danîne ser arşîva wî jî. Wiha behsa arşîva xwe kir: ’’Arşîva min a ferdi tê de hebûn. Xebatê min yê ji bo repertuarê, stranên nû min qeydî teybê piçûk kiribû. Dema ez çûme nav gel min dengê kesên stranbêj  ku min bi teybê tomar kiribu ji sala 1988 vir ve. Roportajên min ên aliyê Qafkasya, Asya Navîn, Rûsya û ciyên din. Fotrafên min, sêlikên min. Tekstên min min ên wek bîranîn ji bo xwe nivîsîbûn. Kincên min û gelek alavên muzîkê. Dest danîn ser gişan û nedan.’’

 

Ozgûr Polîtîka

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.