Saziya Aborî li taxa Şêxmeqsûd, bi armanca çareserkirina pirsgirêka nan ji şêniyên taxê re firûneke nû çêdike.
Ji ber zêdebûna hejmara şêniyên taxa Şêxmeqsûd, Saziya Aborî li taxê dest bi avakirina firneyeke otomatîk li qada Edemî ya aliyê rojhilatê taxê kir.
Xebata avakirina firineyê di meha Kanûnê de dest pê kir, xebatkar gihaştin qonaxa dawî ya avakirina firneyê.
Li gorî agahiyên saziyê, 6 ton ard ji bo firneyê hatiye veqetandin, ku wê rojane 70 hezar rebta nan derdixe.
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 7 firne hene, 5 ji wan li taxa Şêxmeqsûd û 2 firne jî li taxa Eşrefiyê ne.
Têkildarî mijarê, hevseroka Saziya Aborî Narîn Îbrahîm got armanca wan ji avakirina firneyeke nû ew e ku nan ji şêniyên taxê re dabîn bikin.
Narîn Îbrahîm destnîşan kir ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nan ji aliyê berpirsên firneyan ve tê belavkirin, her wiha rebtaya nan bi 200 lîreyên sûrî tê firotin.
ANHA