Li Qamişlo di belavkirina mazotê de ji ber daxwaziya zêde û rewşa hewayê, derengî çêdibe. Rayedar diyar dikin ku ji bo pêkanîna pêdiviyên gel bênavber dixebitin.
Di 19’ê Çileyê de barîna berfê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hin kolanên Qamişloyê bû sedema pirsgirêkên veguhastinê. Vê rewşê bi sarbûna hewa re, daxwazeke zêde ya sotemeniyê bi xwe re anî û di encamê de pirsgirêk çêbûn.
Berpirsên Gerînendetiya Sotemeniyê ya Qamişloyê ji ajansa me re diyar kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan û ji bo ku gel mexdûr nebe, bi hemû hêza xwe dixebitin.
Endamê Gerînendetiya Sotemeniyê Qasim Xelef der barê zehmetiyên peydakirina mazot û gazê li bajêr de axivî û diyar kir ku ew ji roja sersalê ve qonaxa nû ya belavkirinê li tevahî bajêr didomînin û got: “Em her roja înê 11 hezar tupan (depo) ji bo tijîkirinê dişînin stasyonan. Ji ber barîna berfê û girtina rêyan a vê dawiyê, me nekarî tupan teslîmî stasyonên tijîkirinê bikin. Di rojên pêş de dê kêmasiyên di xebatên me de çêdibin, bên derbaskirin.”
‘JI BER HEWAYA SAR TIJÎKIRINA DEPOYAN DERENG DIMÎNE’
Qasim Xelef diyar kir ku welatî bi kartên ku ji komunên taxan digirin bi buhayekî erzan ji komunûn û benzînxaneyan dikarin mazotê bistînin û ev agahî parve kir: “Her meh ji bo belavkirinê nêzî 44 hezar tup (depo) radestî Gerînendetiya Sotemeniyê tên kirin. Stasyon rojane 13 hezar tupan ji bo tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tijî dikirin. Ji ber sermayê gaz jî tîr bûye û ev hejmar daketiye 9 hezarî.”
Xelef got ji ber sermayê demên dawîn gelek zehmetî kişandine û anî ziman ku ji ber kêmbûna hilberîna li stasyona navendî hejmara tupên ji wan re tên, kêm e.
Qasim Xelef destnîşan kir ku ew zêde kar dikin da ku welatî mexdûr nebin.
ROJANE MAZOT DIGIHÎJE HEZAR Û 500 MALBATAN
Li ser belavkirina mazotê li bajêr, berpirsê Daîreya Mazotê ya Gerînendetiya Sotemeniyê ya Qamişlo Mehmûd Ehmed jî ev agahî da: “Rojane 350 hezar lître mazot li bajêr tê belavkirin. Her kesê karta xwe bistîne, dikare mazota xwe ji 13 benzînxaneyên li bajêr hilde. Her wiha mazot bi sahrîcan radestî komunên li taxên Hilîliyê, Kornîş, Xerbî, Enteriyê, Aşûriyê, Şerîye, Erbawî, Qudûrbeg û Cûdî tê kirin. Rojane ji hezar û 500 malbatî re 220 lître mazot tê dayîn. Di qonaxa duyemîn a belavkirinê de jî 220 lître mazot tê dayîn. Me qonaxa yekemîn a belavkirinê di şeva sersalê de bi dawî kir, em di qonaxa duyemîn de ne.”
Mehmûd Ehmed destnîşan kir ku sedema sereke ya pirsgirêkên belavkirina mazotê zêdebûna daxwaza ji ber sermayê ye û got: “Me di wextê xwe de dest bi belavkirina mazotê kir, lê hin malbatan dema germ bû nexwestin mazotê depo bikin. Bi sarbûna hewayê û barîna berfê re, dema ku her kesî mazotê xwest, karê me zêde bû. Em hewl didin mazotê bidini gelê xwe.”
‘EM ZÊDE DIXEBITIN Û HEWL DIDIN DAXWAZIYAN BI CIH BÎNIN’
Mehmûd Ehmed da xuyakirin ku qonaxa duyemîn a belavkirina mazotê li ber qedandinê ye û diyar kir ku ji berpirsgirêka sahrîcan bi derengî mazotê didin komunan bikin û ev bang kir: “Kesên ku dixwazin zû xwe bigihînin mazotayê û hinekî alîkariya me bikin, dikarin mazotê ji stasyonan hildin. Stasyon ji bo xizmeta gel hatine wezîfedarkirin. Ji ber şer û ambargoyan rewşa herêma me diyar e, derfetên me kêm in. Em zêde dixebitin û hewl didin bersivê bidin daxwazan. Em ji gelê xwe dixwazin ku sebir bikin.”
ANHA