Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​Ambargoya hikumeta Şamê û topbarana dewleta Tirkan!

30/01/2022
in Uncategorized
A A
​​​​​​​Ambargoya hikumeta Şamê û topbarana dewleta Tirkan!
Share on FacebookShare on Twitter

Ji çend salan ve ye hikumeta Şamê li ser kantona Şehba ambargo daniye da projeya Rêveberiya Xweser tine bike û gel li dijî rêveberiyê hêrs bike. Ev jî hemwextî êrişên artêşa Tirkan yên ser herêmê pêk tê.

 

4 sal di ser dagirkirina kantona Efrînê re derbas bû û hê jî ambargoya ku hikumeta Şamê li ser koçberên Efrînê û şêniyên herêmê yên li kantona Şehbayê didomîne.

Zextên hikumeta Şamê li ser herêmê bi êrişên şaneyên DAIŞ`ê li Hesekê û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê re, zêde bûn.

Rêveber û şêniyên kantona Şehbayê destnîşan kir ku ambargoya hikumeta Şamê ferz dike ku bi êrişên dewleta Tirk re têne kirin, ne ji xwe ve ne, her wiha diyar kir ku ew di xaleke hevbeş de kom dibin û ew jî tunekirina Rêveberiya Xweser û şikandina îrade û berxwedana şêniyane.

Bi hatina demsala Zivistanê re, rêveberiya kantona Şehbayê biryar da ku 400 lîte ji madeya mazotê li şêniyan li ser du beşan û bi awayekî bê pere, belav bike. Komîteya sotemeniyê di beşa yekemîn de 200 lître li her malbatekê belav kir. Diviyabû ku beşa duyemîn ji madeya mazotê were belavkirin lê ji ber ambargoya hikumeta Şamê tenê 50 lîte li her malbatekê hate belavkirin.

‘HIKUMETA ŞAMÊ BACÊN GIRAN BI SER WELATIYAN DE DISEPÎNE’

Di vê derbarê de hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir wiha axivî: “Hikumeta Şamê bacan li miqdarê sotemeniyên ku derbasî kantona Şehbayê dibin da ku bê pere li şêniyan were belavkirin, ferz dike. Di vê rewşê de sarîcek derbasî Şehbayê dibe û yek diçe ji hikumeta Şamê re. Ev ji bilî pereyên ku bendên ewlehiyê li sarîcan ferz dike, dema ku derbasî kantonê dibin.”

Welatiyê bi navê Hemîd Ebdo ku di kampa Serdemê de ye wiha got: “Ji beriya 4 salan ve ew rewş dewam dike. Ambargoya hikumetê li ser me didome. Ev yek jî bandoreke neynî li jiyana me di kampê de dike nexasim demsala Zivistanê û dema ku pêlên sermahiyê bi ser herêmê de tên.”

Ebdo wiha domand: “Rêveberiya kantona Şehbayê hemû derfetên xwe xistine xizmeta şêniyan de. Di beşa yekemîn de 200 lîte li şêniyan belav kir. Diviyabû ku beşa duyemîn jî were belavkirin lê ji ber ambargoya hikumetê tenê 50 lîte belav kir.”

‘TIRKIYE, RÛSYA Û HIKUMETA ŞAMÊ HEWL DIDIN WELATIYAN LI DIJÎ RÊVEBERIYÊ RAKIN’

Welatiya bi navê Henîfe Quço ji pêşiya stasyona sotemeniyê ya li navçeya Fafînê wiha got: “Siyaseteke hevbeş di navbera hikumeta Şamê û Rûsyayê de her wiha di navbera dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên herêmê heye.”

Henîfe di axaftina xwe de behsa sedemên wan siyasetan kir û ev tişt got: “Armanc jê ewe ku şêniyan li dijî rêveberiyê derxîne û banga sotemeniyan bike nexasim madeya mazotê.”

Li kêleka vê yekê hikumeta Şamê derfetê nade ku derman û pêwîstiyên tenduristî derbasî herêmê bibe. Heger derbas bibe jî baceyên mezin li ser wan ferz dike. Derfetê nade alavên tenduristî, hin cûreyên dermanan nexasim dermanê ji bo nexweşiyên neurolojîk.

Têkildarî welatiyê bi navê Ebdo Hemîd destnîşan kir ku tunebûna derman û pêdiviyên tenduristiyê li herêmê zehemtiyan zêdetir dike û wiha domand: “Em di kampên ku me ji sermahiya Zivistanê û bi kêmbûna rêjeyên germahiyê re, em zehemtiyan dibînin.”

Hemîd diyar kir ku praniya zarokan di van deman de ji ber sermeya zêde û ku hikumeta Şamê derfetê nade ku derman derbasî Şehbayê bibe nexweş dikevin û ev yek rewşê zehmetir dike.

Ji ber ambargoya ku li ser kantona Şehbayê tê ferzkirin û derfetê nadin ku nexweş biçin nexweşxaneyên Helebê par, 4 zarokan, welatiyek (35) jiyana xwe ji dest dan.

PILANÊN HEVBEŞ LI DIJÎ BERXWEDANA KOÇBERAN

Hevseroka meclisa kantona Efrînê Zelûx Bekir di axaftina xwe de behsa siyasetên hevbeş ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê pêk tîne ji ferzkirina ambargoyê, girtina deriyan û hedefgirtina sivîlan, kir.

Zelûx diyar kir ku dema dewleta Tirk xwepêşandêr di salvegera êrişên li ser Efrînê di sala 2018`an de topbaran kir peyamek hewldana tunekirina şêniyên Efrînê berdewam e û piştrast kir ku dewletên destekê didin û hevkariyê dikin ku qada hewayî ji balafirên dewleta Tirk re veke ku Efrînê topbaran û dagir kir, careke din hevkariyê dike, tevliheviyê li herêman belav dike.

Zelûx got hêzên navneteweyî hemû deriyên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re girt, her wiha hikumeta ŞamÊ deriyên bi kantona Şehbayê re girt û derfetê nade derman, sotemenî û pêwîstiyên rojane yên şêniyan ku derbas bibe.

Zelûx diyar kir ku pilanek hevbeş heye û kesên ku di asta yekemîn de sûdê jê digrin hevalbendên dewleta Tirk ji komên çete yên DAIŞ`ê û komên din in û ev jî ji bo projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên ku bi saya hezeran pêkhateyên herêmê hatine bidestxistin, têk bibe.

Zelûx Bekir di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe li hember koçberên Efrînê û tevahî herêmê bi cih bîne, zextê li hêzên garantor bike da ku hemû deriyan veke û madeyên sereke derbasî herêmê bike.

ANHA


Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.