Ronahî-Dirbêsiyê
Rêveberiya Kongreya Star ya Kantona Hesekê Zeyneb Mûrad got, êrişên vê mehê yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê, plankirî bûn, ne ji nişka ve bûn.
Ji destpêka vê salê ve li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bûyerên bilez diqewimin, bi taybetî yên girêdayî aliyê leşkerî. Yek jê balafirên hewayî yên dewleta tirkî ya dagîrker li asîmanê Sûriyê bûn. Bombebarana li ser sivîlan, mîna êrişên ser Kobanê, Til Temir û Zerganê ku diqewimîn. Li aliyê din şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha El-Sînaa ya li taxa Xiwêran ya bajarê Hesekê kirin ku 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve di operasyonên xwe yên li dijî çeteyan de debûn destpêkirin hatin girtin.
Tişta ku balê dikişîne, dema di navbera van bûyeran de ye. Dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hemberî şaneyên şer dikirin, balafirên dewleta tirkî ya dagîrker, gundên Eyn Îsa û derdora wê bombebaran dikirin. Di encamê de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn.
`Dewleta tirkî ya dagîrker rola sereke di van komployan de dilîze`
Derbarê mijarê de rojnameya me bi Rêvebera Kongreya Star ya Kantona Hesekê Zeyneb Mûrad re hevdîtinek pêk anî. Zeyneb got, li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê siyaseteke qirêj tê meşandin. Zeyneb wiha axaftina xwe domand: “Destê gelek aliyên herêmî û navneteweyî di vê siyasetê de heye. Lê dewleta tirkî ya dagîrker di van polîtîkayan de rola sereke dilîze. Îstixbarata hikûmeta Şamê jî di van komplo û siyasetan de cih digire û ev yek di bûyerên vê dawiyê ya zindana Sînaa ya Hesekê nîşan da. Armanca sereke ji van êrişan têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Lewra ev proje dijî zîhniyeta şovenîst ye ku bi sedsalan li herêmê serdest e.”
Zeyneb Murad di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dijminên me bi sedsala ye dixwaze îradeya me bişkînin. Ji ber vê yekê em dibînin ku ji hemû aliyan ve êrişî me dikin. Dewleta tirkî ji bo şikandina projeya me hêzê dide çeteyên DAIŞ’ê. Lê qehremaniya ku hêzên QSD’ê nîşan didin, her tim van planan pûç dike û nahêle ku bigihên armanca xwe.”
`Divê çeteyên DAIŞ`ê bi dewleta tirkiyê re werin dadgehkirin`
Zeyneb wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji dawiya şerê Baxozê ve li gundewarê Dêra Zorê, Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser li ser dosya dadgehkirina DAIŞ`ê bangewaziya xwe di ragihandine. Rêveberiya Xweser daxwaz ji hêzên navdewletî kir ku rêxistina pêkhateyan dadgeh bike, lê hêza navdewletî heta niha ti bersiv nedaye. Ev jî nîşan dide ku ev welat ji bo bidawîkirina dosyaya DAIŞ`ê ne cidî ne û dewleta tirk jî bi DAIŞ’ê re kar dike û xwediya heman sûcan e.”
Rêvebera Kongreya Star ya Kantona Hesekê Zeyneb Mûrad axaftina xwe wiha bi dawî kir: Dosya girtiyên DAIŞ’ê dosyake mezin e, ku nayê biçûkirin û Rêveberiya Xweser bi tena serê xwe nikare bi vê dosyayê re mijûl bibe. Ev çete ne yên walatê me ne, hemû yên walatên derve ne. Ji ber wê divê welatên mezin erk û berpirsiyariyên xwe pêk bînin. Rola wan jî di çareserkirina vê dosyayê de heye. Eger ev çete neyên dedgehkirin, wê metirsî li ser cîhanê bi giştî hebe.”