Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Waliyê dagîrker yê li Riha’yê di du mehan de 7 caran bi çeteyan re hevdîtin pêk anî

30/01/2022
in Uncategorized
A A
Waliyê dagîrker yê li Riha’yê di du mehan de 7 caran bi çeteyan re hevdîtin pêk anî
Share on FacebookShare on Twitter

Arjîn Roj /Qamişlo
Waliyê dewleta tirkî yê li Rihayê Abdullah Erîn di nava 2 mehên dawî de bi hincetên cuda herî kêm 7 caran li bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî têkilî bi çeteyan re danî.

 

Hêjayî bir anînê ye ku dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Sînaa ya Hesekê kirin, dewleta tirkan ya dagîrker jî hemwext êrişî, Şingal, Til Temir û Eyn Îsa kir. Di van êrişan de zarok û walatî şehit ketin û gelek jî bîrindar bûn. Herwiha berî van êrişan ku demekê kêm bû, li gorî agahîyên ajansa Hawar girtîn, li Enqerê ji aliyê MÎT’a dewleta tirkî ve civînekê veşartî bi serçeteyên li herêmên dagîrkirî (Efrîn, Serê Kanîyê, Girê Spî) ve hatibû kirin. Li gorî agahiyên hatîn bidestxistin, di vê cîvîna veşartî de serçeteyan ji MÎT’ê çekên giran û dolar xwasti bûn.

Waliyê dagîrker yê li Rihayê Abdullah Erîn jî di nava 2 mehên dawî de bi hincetên cuda herî kêm 7 caran li bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re têkilî bi çeteyan re danî. Di heman demê de gelek caran serdana Erîn a ji bo qeyûm tayînî herêma bi navê “Operasyona Kaniya Aştiyê” hatibû kirin. Serleşkerek (7. Kolordu komutani) û hin personelên leşkerî jî bi Waliyê dagîrker Erîn re dikevin van têkilîyan. Abdullah Erîn yê ku herî dawî di 14’ê Çile de çobû Girê Spî, di 2’yê Çile de jî li Serêkaniyê bû.

Hin têkiliyên waliyê dagîrker ku tê gotin, “alîkarî, kontrol û xizmet” ev in:

* Di 27’ê Kanûna 2021’an de Erîn û fermandarê leşkerî û personelên leşkerî yên bajêr çûn Serê Kaniyê.

* Di 23’ê Kanûna 2021’an de Erîn û peywirdarên leşkerî di bin navê “hevdîtina bi gel re” çûn Girê Spî.

* Di 17’ê Kanûna 2021’an de Walî Erîn di bin navê “hevdîtina bi gel re” çû Serêkaniyê.

* Di 16’ê Kanûna 2021’an de Erîn û kesên pê re derbasî Serêkaniyê bûn.

* Di 2’ê Kanûna 2021’an de Erîn di bin navê “Serdana esnafan” de çû Girê Spî.

3 cîvînên bi Soylu re

Walî Erîn di demê van serdanên xwe yên pêyhevdu ku li bajarên dagîrkirî dikir de 3 civînên cuda hatin lidarxistin:

Bi beşdariya Wezîrê Karên Hundir yê Tirk Suleyman Soylu, waliyên dagîrker yên Riha, Hatay, Dîlok û Kilîsê di bin navê “Civîna Hêza Peywira Sûriyeyê” de civîn li dar xistin. Civîna herî dawî ya vîdeokonferansê di 12 Çile de bi beşdariya heman walîyên bajara hate lidarxistin. Di 19ê Kanûna 2021ê de bi pêşengiya Soylu, waliyên 4 parêzgehan li Kilîsê civiyan. Heman walî di 14’ê Kanûna 2021’an de bi vîdeokonferansê civînek li dar xistin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar jî, derbarê îdiayên êrîşên 11ê Çileyê yên li dijî leşkerên tirk ên li herêmê da daxuyanî da û got, “Ev êrîşên plankirî yên li derveyî sînorên me gihîştiye sînorê tehemula me. Operasyonên me yên cezakirinê wê bi lez û bez û tundî berdewam bikin.”

Piştî li gîrtîgeha Sînaa hatîn şkandin û operasyona paqijîyê hatî kirin ji aliyê daxuyaniya QSD’ê ve hat diyarkirin ku ji 200 endamên DAIŞ’ê yên êrişê gîrtîgehê kirin, piraniya wan li herêmên bin dagîrkeriya dewleta tirkî de hatîn e.

Eger em têkîliyên dewleta tirk yên beriya vê bûyerê ku bi DAIŞ’ê re ku bi belgeyan hîtî tespîtkirin bi giştî ji bîr bikin jî; Tinê li gor van agahiyên li berçav, ekît dibe ku dewleta tirk çeteyên DAIŞ’ê li herêmên dagirkîrî de bi rêxistin kirîne. Li gor agahî û nêrînên heyî, Êdî çeteyên DAIŞ bûyîne leşkerên dewleta Tirkiyê û wê bi van çetayan ji bo tevlîhevî û qirkirina gelên Rojhilata Navîn bi kar bîne. Dewleta Tirkiyê ji bo Rojhilata Navîn bûye xeteriyekê pir mezin û li hember vê xeteriyê bêdengî jî xeterîyekê mezintir e.

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.