Mihsin Ewedelah: Bi lehengiya Hêzên Sûriyaya Demokratîk û piştgiriya gelên herêmê, planên dijminên mirovayiyê têk çûn.
Têkildarî êrişên çeteyên DAIŞê yên ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê û planên ku hatibûn çêkirin, nivîskar û rojnemenanê Misrî Mihsin Ewedelah ji me re axivî.
Ewedela bal kişand ser hûrgiliyên êrişên çeteyan yên ser girtîgehê û piştgiriya welatiyên navçeyê ji QSDê re û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî tê zanîn ji piraniya van çeteyên êriş kirîn, ji Serê Kaniyê, Girê Spî û hinek jî ji milê Iraqê ve hatine. Van çeteyan xwe di Taxa Xiwêran de bi cih kirine û bi erebeyên bombe barkirî êrîşî girtîgehê kirin. Hinek çeteyan karîbûn ku xwe bigihînin bînayeta Fakûlteya Îqtîsatê ya li kêlaka girtîgehê. Lê hêzên QSDê piştî berxwedaniyeke mezin, girtîgeh û derdora wê xistin bin kontrolê de. Her wiha nişteciyên taxa Xwêran û tevayî taxên bajarê Hesekê, alîkariyekî mezin dan hêzên QSDê û ev yek cihê kêfxweşiyê ye. Ji her kesî re diyare ku tevaya gelên herêmê li pişta Hêzên Sûriyaya Demokratîk in û wê planên dijminên projeya biratiya gelan têk biçin.”
‘Divê cîhan hesab ji dewleta tirkî bixwaze’
Ewedelah diyar kir ku destên hin hêzên herêmê di van êrişan de hene û axaftina xwe wiha domand: “Êrişa li dijî Girtîgeha Sînaayê bi plankirî hat kirin û xwedî armancên mezin bû. Yekser tiliya dewleta tirkî tê de heye. Li gorî agahiyên belgekirî, dewleta tirkî dixwaze aramiya herêmê têk bibe û DAIŞê zindî bike da ku planên xwe yên dagîrkirinê pêk bîne. Di dema êrişên çeteyan yên ser girtêgeha Xwêran de, dagîrkeriya tirkî êrişî herêmên Til Temer û Êyn Îsa kir, her wiha hêzên ku dixwestin ji wan herêman biçin ji bo piştgiriya QSDê, hedef hatin girtin. Ji ber hevkariya bi vê planê re divê cîhan hesabê ji dewleta Tirkî bipirse. Wê DAIŞ berê xwe bide her kesî û bibe sedema pêkhatina komkujiyan. Ji bo tunekirina DAIŞê hewcehî bi hevkariyeke domdar ya di qada navneteweyî heye. ”
‘Binavkirina DAIŞ wek xelkê sivîl aligiriya êrişên çeteyan e’
Ewedelah da zanîn ku rêjîma Sûriyê di gelek aliyan de piştgirî dayê êrişên çeteyan yê ser girtîgehê û wiha axivî: ” li gorî zanyariyan, beriya ku ev êriş pêk were, rêjîma Suriyê hêzên xwe ji aliyê herêma Tedmir û derdora wê vekişandin. Da çete bi hêsanî derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin. Her wiha ragihandina rêjîmê, çeteyên DAIŞê wekî xelkê sivêl binav dikirin û ev yek jî destekdayîna wan ji çeteyên DAŞê re eşkere dike.”
‘QSD ji bo seranserê cîhanê şer dike’
Nivîskar û rojnemevanê Misrî Mihsin Ewedelah ji dewletrên cîhanê xwest ku piştgiriya Hêzên Sûryaya Demokraîk bikin û wiha axaftina xwe qedand: “Em di serî de berpirsiyariya welatên ji endamên NATO’yê bibîr dixin ku bila plana li pişt vê êrişê ronî bikin û hêzên ku destek dane çeteyan ceza bikin. Ji tevaya cîhanê tê xwestin ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞê de ne, malbatên wan û zarokên wan werbigirin û dadgeh bikin. Ji bo çareserkirina kirîza girtiyên DAIŞê yên li herêmên Rêveberiya Xweser, pêwîste dewletên cîhanê çeteyên xwe bibin û wan li welatên xwe dadgeh bikin. Yan jî Rêveberiya Xweser qebûl bikin û destekê bidin wê, ji ber ku QSDê di ber tevaya cîhanê de şer dike.
Eger ku cîhan destekê nede QSDê wê DAIŞ ji nûve xwe rêxistin bike. Pêwîste dewletên cîhanê Rêveberiya Xweser qebûl bikin û destekê bidin wê, hêzên QSDê di ber tevaya cîhanê de şer kiriye û hîn jî şwer dike.”