Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Têkçûna planên li ser Hesekê bi qasî Serkeftina Kobanê girîng e

30/01/2022
in Uncategorized
A A
Têkçûna planên li ser Hesekê bi qasî Serkeftina Kobanê girîng e
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan-Şehba

Li gorî çavdêran; êrişa DAIŞ’ê ya ser girtîgeha Sînaa di encama plansaziyeke kûr û dirêj de pêk hatiye û gelek aliyên herêmî û navdewletî tê de cih girtine. Çeteyên DAIŞ’ê jî tenê amûrek pêkanîna komploya hêzên paşperdeya wê ne.

 

‘Şerê faşîzmê yê li dijî demokrasiyê ye’

Siyasetmedarê Kurd Ertûş Bozkurt li ser mijarê ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku li paş êrişa DAIŞ’ê desteka navneteweyî û herêmî heye. Bozkurt teqez dike ku hemû aliyên hegemon ên li qada Rojhilata Navî, di nava pêşbirka mezinkirina qezencê de ne, li ser tunekirina şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kirine û axiftina xwe wiha dewam kir: “Rastiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketiye hêviya gelên Rojhilata Navîn e. Hêzên dîktator û destpotîk ti carî aramî, demokrasî û wekheviyê hezim nakin. Şerê faşîzmê li hemberî demokrasiyê ye. Êrişa ser gerîlayan, ambargo û girtina deriyê Sêmalka, hemû parçeyên êrişa li ser Hesekê ne û planên Tirkiyê ne”.

‘PDK û ENKS piyonên plansaziyê ne’

Bozkurt li ser rola hêzên navneteweyî di van êrişan de axivî û ev xal anî ziman: “Rola Ingiltire di diyarkirina siyasetên Rojhilata Navîn de diyarker e. Da ku piştgiriya Tirkiyê li Ukranya, Bîlarûsya û deverên dîtir werbigire, daxwaza Tirkiyê ya tunekirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl kiriye. Erka wê; aqilê vê yekê bide, piştgiriyê ji aliyê dîplomatîk, aborî û siyasî bike”.

Bozkurt di dirêjahiya nirxandinên xwe de li ser berjewendiya PDK’ê û ENKS’ê di vê êrişê de wiha dibêje: “Berjewendiya her aliyekî di van êrişan de diyar e. Helwesta hikûmeta Şemê jî tê fêmkirin, lê PDK’ê û ENKS’ê çima cih di plansaziya êrişê de digirin? Ji bo parastina desthilatdariya malbatî û kesayetî tenê piyonên vê plansaziyê ne. Wê ev tevgera wan, gelek tiştan ji Kurdan bide wendakirin”.

‘Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin’

Siyasetmedarê Kurd Ertûş Bozkurt di dewama axaftina xwe de serkeftina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û bang li Kurdên çar parçeyên Kurdistanê û derve û hêzên demokrasîxwaz kir ku xwedî li şoreşa gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin û siyasetên PDK’ê û ENKS’ê yên li ser bingeha firotina axê bibînin. Û wiha bi dawî li axiftina xwe anî: “Divê her Kurdek bi zelalî bibîne ku PDK’ê û ENKS’ê li dijî berjewendiya gelê Kurd in. Divê hêzên navdewletî jî Rêveberiya Xweser nas bikin û piştgiriya xwe jê re zelal bikin.”

‘ENKS’ê xeta hevkarê dagirkeran e’

Rojnamevan Mihemed Şahîn jî li ser heman mijarê axîvî û bi bîr xist ku hêzên hegemon di dîzayina herêmê de hesabê pêşketina Tevgera Azadiya Kurd û statuya wê nekiribûn û wiha got: “Berî ku mudexele bikin tedbîr girtin û êrişî Tevgera Azadiyê kirin û bi komployekê navnetewî Rêberê gelê Kurd dîl girtin. Lê tişta hesab dikirin pêk nehat. Tevgera Azadiyê veguherî hêza sereke ya herêmê û civaka Kurd zêdetir bi rêxistin bû”.

Şahîn jî teqez dike ku rola siyaseta dewletên derve li ser herêmê heye wiha didomîne: “Çawa xeta hevkar di xizmeta dagirkeran de bû, hevdîtina ENKS’ê bi şêwirmendê Ingiltere li Stenbûlê di heman çarçoveyê de ye”.

‘Lehengiya li Hesekê dewama berxwedana Kobanê ye’

Rasthatina êrişên ser Hesekê bi çaremîn salvegera êrişên 20 Çile yên li ser Efrînê Şahîn tesaduf nabîne û diyar dike ku plana wan; valaderxistina vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û planê wiha dixwîne: “Piştî revandina çeteyên DAIŞ’ê wê statuya Kurdan û herêmê li tevahî cihanê bixistana nîqaşê. Dê bigotana ku QSD’ê nikare ewlehiya herêmê biparêze û hewce bi hêzeke din heye. Wê herêm li gorî hinek lihevkirinên nepenî yên Tirk-Ingilîzan radestî Tirkiyê kiribana û dê PDK’ê beşek wê ba ye. Xeyalên wan ew bûn ku roja 26 Çile ya serkeftina Kobanê bikin roja binkeftina şoreşa Rojava. Dixwestin Kurdan sedsalek din bê statu bihêlin û baweriya civakên din bi Kurdan nehêlin ku hêza xwe ya pêşengiyê ji dest bidin. Eger îro statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef be, wê sibe jî statûya Başûrê Kurdistanê be. Lewra têkçûna plansaziya li ser Hesekê bi qasî serkeftina Kobanê girînge. Hêzên ku li Kobanê têk çûn, xwestin li Hesekê tolê hil din. Lehenegiya li Hesekê hatiye raberkirin, dewama berxwedana Kobanê ye”.

‘Naxwazin statûya Rojava nas bikin’                           

Şahîn di nav nirxandinên xwe de behsa bêdengiya navneteweyî jî kir û îşaret bi herdu projeyên li herêmê kir û got, Li herêmê du xetên dijber hene. Yek pergala Amerîka ku bi sedan sal in herêm kiriye gola xwînê, ya din jî pergala paradîgmaya Tevgera Azadiyê ya Konfederasyona Rojhilata Navîn e. Ji lewra naxwazin li dijî hişmendiya wan pergala Rêber APO xort bibe. Çiqas xwe wek hevalbendên Kurdan bidin xuyakirin jî, dixwazin Kurd li ser xeta PDK’ê û ENKS’ê ya teslîmkar, dijminê hemû civakan, nijadperest û her di nav aloziyê de bin. Ji ber vê çavên xwe li ser êrişên bi vî rengî digirin û li qada navneteweyî zêde rê li ber naskirina statuya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê venakin”.

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.