Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sala 2022’yan li herêmên hikumeta Şamê bi kuştina 7 jinan dest pê kir!

30/01/2022
in Uncategorized
A A
Sala 2022’yan li herêmên hikumeta Şamê bi kuştina 7 jinan dest pê kir!
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Sûcên li hemberî jinan li herêmên hikûmeta Şamê sala 2022’yan bi kuştina Ayat Refa`î dest pê kir û bi kuştina Betol Seqir jî dewam kir. Çalakvanên jin gotin, pêkneanîna qanûnê û nêzîkatiyên bizanebûn yên saziyên têkildar, dibin destek ji sûcdar re û rê li pêşiya sûcan vedikin.  

 

7 jin ji destpêka salê ve hatin kuştin

 

Bênavber li herêmên hikûmeta Şamê sûcên li hemberî jinan dijwartir dibin. Ji destpêka salê ve heta niha li gorî hatiye zanîn 7 jin li bajarên cuda hatine kuştin. Li ser mijarê berdevka Meclisa Jinên Sûriyê ya ofîsa Helebê Heyfa Hesen û şêwirmenda qanûnî ya rêxistina Sara Neda Melkî ji me re axivîn.

 

Her heft sûc:

 

Şeva sersalê 2022’yan jina ciwan ya bi navê Ayat Refa`î (19) ku dayîka keçeke 2 salî ye ji aliyê hevjînê xwe Xeys EL-Hemewî , xezûr û xesûya xwe ve piştî işkenceyeke bi hovitî li Şamê tê kuştin.

9ê Çileyê, Emel ya 11 salî li navçeya Xezaliyê ya derdora Şamê piştî hewldana destdirêjiyê ji aliyê birayê wê ve, serê wê ji aliyê heman birayî ve tê jêkirin û cenazeyê wê tê şewitandin.

10ê heman mehê Yamin Mesûd li gundê Sumeyd yê Siwêda du keçên xwe (Meryem (16) dayîka zarokekî û Wî`am  (18) dayîka du zarokan) bi guleyan dikuje û direve.

14ê mehê Sewsen ya temenê wê 40-50 salî li mala xwe li navçeya Şêx Se`ad ya Teretosê kuştî tê dîtin. Herwisa di heman şevê de û li heman herêmê jineke ku nasnameya wê nehat naskirin, li nêzî deryayê jehrkirî mirî tê dîtin.

23yê heman Mehê, hat ragihandin ku Betol Seqir li gundê Cebîra yê girêdayî Qerdaha ya Latiqiyê ji ber serma û seqemê jiyana xwe ji dest daye. Lê TibaEdlî di 25ê mehê sedema mirinê red kir û sedemên biguman derxistin holê û hê encama dawî ne hatiye ragihandin.

Ev jimar tenê ya li ser torên civakî tên parvekirin û heqîqeta sûcan rave nake. Pir sûc tên veşartin û jimara sûcan ya rast ji vê pirtir e. Jixwe ti amarên fermî ji aliyê Hikûmeta Şamê ve nayên ragihandin.

 

Li Sûriyê sedemên bingehî yên sûcan çi ne?

 

Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Heyfa Hesen li ser sedemên sûcan wiha axivî: “Li civakên Rojhilata Navî û Sûriyê jî di nav de, ji ber hişmendiya mêr ya desthilatdar jin dinale. Çimkî mêr li van civakan jinê weke malê xwe yê taybet dibîne. Ev hişmendiya bixeter di nava nifşan de bûye mirat. Sûc, kuştin û işkencekirina li hemberî jinê di vê pergala baviksalarî û mêrî de bûye qanûn û mêr ji aliyê civakê ve nayê darizandin.”

Heyfa li ser sedemên bingehî yên pirbûna sûcên li herêmên rejîma Şamê hemberî jinê ev nirxandin kir: “Yek ji sedemên ew e ku qanûnên jinê biparêzin, li herêmên rejîma Şamê nîn in. Ji aliyekî din ve civak pir ji hişmendiya DAIŞ`ê bandor bûye û çek ketiye destê her kesî de. Herwiha krîza aborî û di heman demê de kêmbûna têgihiştina jinê ya parastina mafên xwe tev dibin sedemên bingehî yê pirbûna sûcên li hemberî jinê.”

 

`Lawir jî vê şîwazê kuştinê nakin!`

 

Neda Melî wiha dawamî da axaftina xwe; “Sûcên li hemberî jinê bi rengê herî qirêj û hovane tên kirin. ji ber vê hişmendî û hizrê, gelek mêr ji mirovbûna xwe der ketine û bûne dirinde; kar û hizrê dervê mirovan dikin. Hest û fikirê ku pê sûc dikin, lawir jî nake. Bi şerê taybet yê dagîrkeran civakê digihîne vê rewşê. Sîstema kapitalist bi armanca ji hevxistina civakê û jiholêrakirina civakbûyînê polîtîkayek qirêj dimejîne û civakan digihîne vê asta ketî.”

 

Qanûn û saziyên têkildar li kû ne, çi dikin?

 

Li gorî medya xwecihî kujerên Eyat Rifayî endamê artêşa Sûriyê Xeys EL-Hemewî û dêbavên wê ne. Dêbavên wê destpêkê xwestin sûc wek mirineke normal bidin xuyakirin. Lê piştî piştî ku cîran û çalakvanan li ser torên medyaya civakê sûc riswa kirin saziyên têkildar neçar man ku dest bi lêkolînan bikin. Piştî lêkolînên li ser bûyerê her tişt diyar bû û her sê kujer hatin destgîrkirin.

Neda wiha nirxandina xwe dewam kir :”Mixabin gelek sûcên li dijî jinan tên veşartin û jimara rast ya sûcan diyar nabin, jixwe zelalnekirina sûc ji aliyê desthilatê Şamê qet nîne. Eger kujer, ango sûcdar li ser sûcê xwe neyê cezakirin tê wateya ku rejîm tevlî tundiya li ser jinê, ya li ser civakê dibe.”

 

`Hikûmeta Şamê jin û rêxistinên wan çewisandine û ji holê rakirine`

 

Şêwermenda qanûnî ya Rêxistina Sara herwiha diyar kir ku li herêma di bin serweriya Şamê de têkoşîna jinê û rêxistinên wan berhevkirin bi herêmên Rêveberiya Xweser re, pir kêm e û ev agahê da: “Berî niha Yakitiya Jinan mijarên girêdayî jinan li herêmên destnîşankirî dişopandin. Lê niha ev yekîtî çi dike û li kû derê ye? li ser Evqas sûcên tên kirin daxuyaniyek jî ji aliyê wê nehatiye dayîn. Lewra hikumeta Şamê kar û çalakiyên rêxistinên jinan asteng dike û diçewisîne. Ev rewş tê spandin û ev tundiyeke qanûnî ye. Jixwe sûcên tên naskirin tev li ser medyaya civakî tên belavkirin û ti saziyê û rêxistinê jinê ku bibandor bin nînin.”

 

Saleke herî bixeter (2021) ji bo jinê derbas bû!

 

Hêjayî gotinê ye ku sala 2021ê saleke herî xerab û bixeter ji bo jinên Sûriyê -ji aliyê Peymangeha Cortawn ya ji bo aştî û parastina jinan û navenda Bro li Neteweyên yekbûyî 19ê mijadarê raporeke berfireh, hat niraxandin. Herwisa raporê teqez kir ku Sûriyê welatê herî bixeter e li ser asta cîhanê ku sûcên rêxistinkirî tên kirin.

 

 

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.