Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Emê li dijî xiyanetê çalakiyên xwe bidomînin`

30/01/2022
in Uncategorized
A A
`Emê li dijî xiyanetê çalakiyên xwe bidomînin`
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Yadê Sûad: Çalakiya konvedanê ya li ber deriyê Sêmalka xiyaneta PDK`ê ji tevayiya cîhanê re eşkere kir û têkoşîna gelê Kurd xurtrir kir.

 

Çalakiya Konvedanê ya ji aliyê Malbatên şehîdan ve ya li ber deriyê Sêmalka hatî lidarxistin, piştî 111 rojan 23`ê Çile hat qedandin. Lê malbatên şehîdan dan zanîn ku, ji bo giritina cenazeyên şehîdan û piştgiriya berxwedana gerîla, herwiha şermezarkirina xiyaneta PDK`ê wê li her deverê bi şêwazên cuda çalakî bên lidarxistin.

Çalakiyê nêzî 4 mehan domand, lê PDKê cenaze teslîmî malbatan nekirin. Vê dawiyê jî bi behaneya vê çalekiyê deriyê Sêmalka li ser gelê bakur û rojhilatê Sûriyê girt û ambargo li ser gelê herêmê giran kir.

‘Tişta herî biêş zarokên me bi destê xiyanetê şehîd dikevin’

Derbarê mijarê de dayîka Hefrîn Xelef Yadê Sûad da zanîn ku rojane çalakî dişopand, lê ti bersiv negirtin û wiha axivî: “Ji bo ku em cenazeyên zarokên xwe Tolhildan Raman û Serdem ku li gundê Bêxmê yê girêdayî Xelîfanê li başûrê Kurdistanê bi destê çekdarên PDKê şehîd bûne bigirin, me li Sêmalka çalakî li dar xistibû. Çalakiyê 111 rojan dewam kir. Wek Dayîkên Aştiyê û dayîkên şehîdan me rojane çalakiya kon dişopand û ji PDKê xwest ku cenazeyên zarokên me yên şehîd radestî me bikin. Herwiha me bang lê dikir ku ji xeta dijminayiya Kurdan vegere û dev ji hevkariya dewleta tirkî berde. Lewra gerîla ji bo azadiya Kurdistanê li hemberî dijminên Kurdan şer dikin. Tişta herî biêş ew e ku dema em dibînin zarokên me bi destê Kurdên xayîn tên şehîtxistin û cenaze nayên dayîn. Ev ji êşa şehadetê zehmettir e.”

`Di ancama çalakiyê de xiyaneta PDK`ê pirtir eşkere bû`

Yadê Sûad teqez kir ku, çalakiyê xiyaneta PDK`ê pirtir eşkere kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PDK dixwaze Tevgera Azadiya Kurdan lewaz bike. Em jî dibêjin, ev xiyanet e, rûreşî ye. Ne şêhîdên me yên niha tenê, gelek şehîdên din bi destê PDK`ê hatine kuştin. Lê em soz didin heta dawî li hemberî vê xiyanetê bisekinin. Wek Dayîkên Aştiyê emê her tim doza mafê xwe bikin û destekê bidin şervanên azadiyê. Çimkî me soz daye rêber Abdullah Ocalan û şehîdan xwe.”

‘Êdî bes e ji xiyanetê vegerin’

Yadê Sûad bal kişand ser hevkariya PDK`ê ya bi dewleta tirkî re û ev xal li axaftina xwe zêde kir: “Her kes dibîne ka li rojavayê Kurdistanê çi dibe. Rojane êriş li ser gelê me tên kirin. Herwiha zarokên çar salî li ber çavê wan canê wa parçe parçe dibin. Li şûna ku PDK xiyanetê bike û zarokên Kurdan şehîd bixe, bila were li kêleka hêzên berxwedêr û lehengên azadiyê şer bike.”

Yadê Sûad da xuyakirin ku çalakiyên wan yên ji bo radestkirina şehîdan û şermezarkirina xiyaneta PDK`ê nayên sekinandin û wiha got: “Rast e çalakiya me ya li Sêmalka hat bidawîkirin, lê em ranawestin emê ji Dêrikê heta Girê Spî çalakiyan li dar bixin.”

Dayîka Hefrîn Xelef Yadê Sûad di dawiya axaftina xwe de got, em wek jin û Dayîkên Aştiyê yên bakur û rojhilatê Sûriyê, PDK`ê şermezar dikin û ji wan re dibêjin, êdî bes e ji xiyanetê vegerin, nirxê xwe û yê kurdayetiyê bizanin.

 

 

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.