Navenda Nûçeyan
Qubat Talebanî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê dixwestin careke din xwe bi rêxistin bikin; aramiya herêmê têk bibin û got, em teqdîr û rêzdariyeke mezin ji şervanên QSD’ê re nîşan didin û hevxemiya xwe ji şehîdan re nîşan didin.
DAIŞ’ê di 20’ê Çileyê de li Taxa Xiwêran a Hesekê êrişî Girtîgeha Sînaa kir. Di 26’ê Çileyê de QSD’ê ragihand ku hêzên wan girtîgeha Sînaa bi tevahî xistiye bin kontrola xwe.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî têkildarî serkeftina şervanên QSD’ê li hesabên xwe yên twitter û Facebookê peyamek weşand.
Peyama Qubat Talebanî wiha ye:
“Teqdîr û rêzeke mezin a me ji ew mêrxasî û fedekariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê nîşan dan heye ku karîn terorîstên DAIŞ’ê yên ji girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran revîne destgîr bikin. Terorîstên DAIŞ’ê dixwestin bi rêya dirustkirina bûyerek aloz, aramiya deverê têk bidin û careke din xwe xurt bike.
Em hevxemiya xwe ji bi kesûkarên şehîdên operasyonê nîşan didin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazîn.
Ev bûyer ji me re dibêje ku DAIŞ hîna metirsiyeke zindî ye û divê li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî jê xafil nebin û di amadekariyê de bin. Erka me hemûyan e ku em em rê li ber vê metirsiyê bigrin.”