Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

QSD’ê nasnameya 11 şervanên di operesyaona li dijî DAIŞ’ê de şehit ketîn, eşkere kir

30/01/2022
in Uncategorized
A A
QSD’ê nasnameya 11 şervanên di operesyaona li dijî DAIŞ’ê de şehit ketîn, eşkere kir
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA NÛÇEYAN

QSD’ê nasnameya 11 şervanên xwe yên 22’ê Çileyê di oprasyona dijî çeteyên DAÎŞ’ê de li girtîgeha Sînaa ya li Hesekê şehîd bûn, eşkere kir.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî navên 11 şehîdan ragihandin. Herwiha di daxuyaniyê de hat teqez kirin ku .eteyên erişî gîrtîgeha Sinaa kirin piraniya wan çeteyên di herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne.

Daxuyaniya QSD’ê ya li ser ragihandina şehidan wiha ye:

“Ji destpêka şoreşa me ve êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me dewam kirin û bi hevkariya hêzên navdewletî bajarên me Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagîrkirin.

Dewleta Tirk a dagirker her tim li pêşiya têkoşîna me ya li dijî terorê bû asteng û her tim piştgiriya terorê kir. Bi taybetî têkiliya dewleta Tirk a bi DAÎŞ’ê re qet qut nebû û her tim hewl da bi rêya DAÎŞ’ê aramiya herêmê têk bibe, tevliheviyê derxe û bixe bin serweriya xwe.

Têkilîya rasterast a dewleta Tirk bi DAÎŞ’ê re careke din derket holê. Nêzî 200 çeteyên DAÎŞ’ê yên piraniya wan ji herêmên dagirkirî, Serêkanîyê û Girê Spî, bi plansaziyeke berfireh êrişî Girtîgeha Sinaa ya Hesekê kir ku 5 hezar çeteyên DAIŞ’î lê girtî ne. Bi revandina çeteyên girtî, di serî de li Hesekê, xwestin li tevahî herêmê rê li ber qirkirin û dagirkeriyê vekin.

Çeteyên DAÎŞ’ê êvara 20’ê Çileyê saet derdora 19:30’an, bi seyareyên bombebarkirî êrişa ser girtîgehê pêk anîn. Bi êrişan re çeteyên di girtîgehê de jî xwest xwe xilas bikin û birevin. Bi destwerdana lez a hêzên me ev plana wan ji destpêkê ve pêk nehat û têk çû. Di têkçûna vê êrişê de baldariya şervanên me û berxwedana wan a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê, hem pêşî li dagirkirina herêmê girt û hem jî rê neda ku careke din xîlafeta sexte li herêmê serwer bibe. Bi vê êrişê re di serî de dewleta Tirk a dagirker, li bendê bûn ku tiştê xeyal dikirin pêk were. Lê şervanên me ew bendewariya wan di qirika wan de hişt.

Di vê berxwedanê de keç û xortên qehreman ên gelên me zîrekbûn û wêrekiyeke mezin nîşan da. Di 2 rojên destpêkê da 11 qehremanên me bi fedakarî û bi ruhê fedayî şer kir û gihîştin şehadetê. Têkoşîna wan a di vê berxwedanê de, parastina destkeftîyên şoreşê ye ku bi hezaran şehîdan hatiye bidestxistin. Em jî soza xwe careke din nû dikin ku em ê bi israr gelê xwe biparêzin û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.

 

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.