Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Karasû: DAÎŞ, hêza ku ji aliyê dewleta tirk ve li dijî Şoreşa Rojava tê bikaranîn

27/01/2022
in Uncategorized
A A
Karasû: DAÎŞ, hêza ku ji aliyê dewleta tirk ve li dijî Şoreşa Rojava tê bikaranîn
Share on FacebookShare on Twitter

27 Çile 2022, Pencşem -10:19:00

Navenda Nûçeyan
Mûstafa Karasû diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrişî Hesekê kirin û da xuyakirin ku, bi hezaran çete wê bireviyan herêmên Rojava yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û wê ji bo qirkirina gelan ji nûve hatibane rêxistinkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber bû û bersiv da pirsên li ser rojevê.
Karasû di destpêka axaftina xwe de Viyan Soran a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi rêz û minet bi bîr anî.
‘Tekoşîna gelên azadîxwaz wê azadiya Rêber Apo mîsoger bike’
Karasû bi bîr xist ku dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal li pey xwe hişt û di nava 23 salên derbasbûyî de têkoşîna herî mezin a dîroka mirovahiyê hate meşandin.
Karasû da xuyakirin ku Rêber Apo li dijî tecrîda girankirî û sûcên dewleta tirk yên li dijî tekoşîna wî ya azadiyê, berxwedanekê bêhempa a dîrokî dimeşîne û got, Tecrîdeke pir giran li ser Rêber Apo heye. Gelê Kurd tevî dostên xwe 23 sal in li dijî tecrîdê têdikoşe. Çalakiya nobedê ya li Strasbourgê ku bi salan e dewam dike çalakiyeke gelekî girîng e. Nîşan dide ku gelê Kurd di azadiya Rêber Apo de çiqasî bi israr e. Li Ewropayê ne tenê gelê kurd, her wiha dostên gelê Kurd jî ji bo azadiya Rêber Apo di nava hewldaneke mezin de ne.
Mûstafa Karasû wiha domand: “Gelê Kurd û dostên wan ku 23 sal in xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikevin wê di sala 24’an vê xwedî derketinê mezintir bikin. Herwiha hem azadiya gelê Kurd hem jî azadiya Rêber Apo wê teqez misoger bibe.”
‘Li Efrînê Qirkirin heye û li hember vê jî cîhan bêdeng e’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê di dewama gotinên xwe de bal kişand ser dagirkirina Efrînê û ev nirxandin kir: “Xelkê Efrînê 2 mehan bi rengekî fedayî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe da. Ji sivîlan jî gelek kes şehîd bûn. Dewleta Tirk bi piştgiriya ji hêzên navneteweyî wergirtî êrişeke wiha kir. Naxwe di sedsala 21’ê de ti dewlet nikare tiştekî wiha bi hêsanî bike. Ji ber ku ti sedemeke vê dagirkeriyê nîne. Lê belê dewleta Tirk a ku li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê dimeşîne, li Efrînê nekarî xwe li jiyana Kurdên azad rabigire. Piştevanên dewleta Tirk jî di serî de Elmanya, dewletên Yekîtiya Ewropa û DYE ne. Dewleta Tirk xwe spart van hêzan û gel qir kir. Li Efrînê ji zext û zilmê wêdetir, qirkirin heye. Li hemberî vê yekê cîhan bêdeng e. Wê ewqas êşkence bê kirin, demografî bê guhertin, gelê Kurd bê qirkirin lê cîhan jî wê bêdeng be!
‘Xwedîderketina li Efrînê erka her kurdî ye’
Bêguman di vir de para hin Kurdên noker jî heye. Hêzên ENKS’î yên ser bi PDK’ê ve, dagirkeriya li wê derê rewa dikin. Mîna ku li wir dagirkerî nîne hewl didin rewşê asayî nîşan bidin. Dewleta Tirk jî xwe dispêre vê rewşê û vê polîtîkaya xwe dimeşîne. Xelkê Efrînê jî li dijî vê yekê berxwedanekê mezin dike. Li Şehbayê, li benda vegera li Efrînê ye û ji bo vê têdikoşe. Wan bi rêzdarî silav dikim, bi rastî jî sekneke bi mînak e ku welatê xwe naterikînin. Xelkê Efrînê bi mayina li Şehbayê nîşan didin ku çiqasî ji Efrînê hez dikin, çiqasî bi qîmet dibîne û çiqasî pê re dilsoz e. Xwedîderketina li Efrînê erka her Kurdî ye. Divê gelê Kurd bi temamî piştgiriyê bide xelkê Efrînê, piştgiriyê bide têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê.”
‘DAÎŞ, hêza ku ji aliyê dewleta tirk ve li dijî Şoreşa Rojava tê bikaranîn e ‘
Karasû êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê jî nirxand û got, Bêguman DAÎŞ rêxistineke ji rêzê nîne. Di nûçeyan de em dibihîzin; bi sedan zarok û sivîl dîl girtine. Ji DAÎŞ’ê tê ku sivîlan, zarokan bikuje. Hêzên QSD’ê wê dawiya dawî DAÎŞ’ê tasfiye bikin. Lê belê DAÎŞ hîn jî weke gefekê heye. Lewma divê şoreşgerên Rojava zanibin ku DAÎŞ ji dewleta Tirk û hin hêzan din piştgiriyê werdigire. Divê li gorî vê yekê tedbîrên xwe xurtir bikin. DAÎŞ hêzeke ku tê bikaranîn e. Di serî de dewleta Tirk vê hêzên li dijî Şoreşa Rojava bi kar tîne. Bersiva li vê yekê jî divê xurtkirina Şoreşa Rojava be.
Armanc ew e ku gelê Ereb û gelê Kurd li ber hev rake. Ji ber ku tişta herî zêde DAÎŞ û dewleta Tirk jê aciz e tifaqa navbera Kurdan û Ereban e. Lewma ev êriş ji aliyekî ve weke êrişek li ser vê tifaqê ye. Divê Kurd û Ereb tifaqa xwe xurtir bikin. Lewma ez şervanên QSD’ê silav dikim ên ku li dijî DAÎŞ’ê têdikoşin û şehîdan bi rêz û minet bi bîr tînim.
‘Eger ev êriş bi ser ketibûya wê ji bo DAÎŞ’ê bibûya pêngavek’
Eger ev êriş bigihîşta armanca xwe, wê ji bo DAÎŞ’ê bibûya pêngavek. Planên hin hêzan hebûn ku DAÎŞ’ê bi xurtî derxînin holê. Ev plan hatin têkbirin.
Bêguman hêzên QSD’ê bi temamî pêşî li vê planê girtin. Divê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê dewam bike. Ev yek jî divê ne tenê têkoşîna gelê Kurd be. Divê têkoşîna gelê Ereb, bi taybetî jî gelên Rojhilata Navîn be.
‘Ti eleqeya DAÎŞ’ê bi olê, bi îmanê re nîne’
Mûstafa Karasû wiha domand: ” Ti eleqeya DAÎŞ’ê bi olê, bi îmanê re nîne. Lewma gelê Ereb û bawermend divê li dijî DAÎŞ’ê helwestê nîşan bidin. Li dijî zerara ku DAÎŞ dide biratiya gelên Rojhilata Navîn divê helwesteke hevpar bê nîşandan. Li Rojhilata Navîn sîstemeke demokratîk ava dibe û xwe dispêre biratiya gelan. Ji ber vê yekê dewleta Tirk dixwaze bi destê DAÎŞ’ê Rojhilata Navîn dagir bike. Lewma hêzên demokratîk, gelên herêmê divê li hemberî dewleta Tirk helwest nîşan bidin.”
‘Êrişên dewleta Tirk yên li ser Şengalê divê weke êrişên DAÎŞ’ê bêne dîtin’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê û got, dewleta Tirk careke din êrişî Şengalê kir. Fermandar û şervanên YBŞ’ê yên şehîd bûn bi rêz û minet bi bîr tînim. Armanca van êrişa, têkbirina xelkê Êzidî ye. Dewleta Tirk dijminê azadî û demokrasiyê ye. Li ku dera Rojhilata Navîn demokrasî û azadî pêk tê, dewleta Tirk wê derê ji bo xwe weke metirsiyê dibîne. Ji ber ku dema li Rojhilata Navîn demokrasî û azadî bi pêş ket, hingî dewleta Tirk wê ji hev belav bibe. Ji bo karaktera xwe ya qirker û mêtinger biparêze êrişî tevgerên azadîparêz û şoreşger dike. Dizane ku eger sisetemek ewleh û demokrat li Şengale bi istikrar ava bû wê ji Rojhilata Navîn re bibe mînek. Ji ber vê yekê bi salane êrişî Şengalê dike. Êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê divê weke êrişeke DAÎŞ’ê bê dîtin.
‘Xelkê êzidî piştî ewqas berdêlan dest ji xweseriya xwe bernade’
Çawa ku DAÎŞ’ê xwest civaka Êzidî qir bike, dewleta Tirk jî heman tiştî dike. Eger li hemberî DAÎŞ’ê helwest tê nîşandan divê li dijî dewleta Tirk jî helwest bê nîşandan. Eger ev nayê kirin, hingî helwesta li dijî DAÎŞ’ê sexte ye.Bêdengî tê wateya hevkariya bi êrişên dewleta Tirk re ku xwedî zîhniyeta DAÎŞ’ê ye. Cudahiya navbera DAÎŞ’ê û dewleta Tirk tinê ew e ku yek jê bûye dewlet, li qada navneteweyî bûye xwedî cihek, ya din hê nebûye xwedî cîhek. Divê bi vî rengî bê nirxandin.
‘PDK sixûriyê dike, dewleta tirk jî êriş dike’
PDK jî zemînê ji dewleta Tirk re amade dike. Xelkê Êzidî dibêje, PDK îstîxbaratê dide, dewleta Tirk jî êriş dike. Fikra giştî ya xelkê Şengalê bi vî rengî ye. Ji ber ku herî zêde PDK li ber rêveberiya xweser a li wê derê radibe. Bi vî rengî bi dewleta Tirk re bûye yek. Iraq jî ji ber zextên PDK û dewleta Tirk bêdeng dimîne. Ew jî bi bêdengiyê dibe hevpar. Bi vî rengî ne tenê êrişan ji nedîtî ve tê, di heman demê de teşwîq dike.
Êzidî jî li dijî êrişan divê timî di parastinê de nemînin. Divê bersiva pêwîst êdî bidin. Piştî ewqas berdêl û şehîdan Êzidî wê dest ji berxwedanê bernedin. Wê dest ji Xweseriyê bernedin. Ne PDK, ne dewleta Tirk nikarin pêşî li xweseriya Şengalê bigirin. Dewleta Iraqê ji ber têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk û PDK’ê re xweseriyê nas nake, lê belê pêşiya xweseriya xelkê Êzidî vekiriye û ti zerara wê li dewleta Iraqê nîne. Êzidî bi vê helwesta xwe ya bi biryar û têkoşîna xwe wê xweseriya xwe dest bêxin .”
‘Divê desthilata AKP-MHP’ê were hilweşandin’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû wiha berdewamî da gotina xwe: “Ji bo ewlehiya Tirkiyê divê desthilata berdest a AKP-MHP’ê were hilweşandin. Divê gelên Tirkiyê êdî bi vê desthilatê re nejîn. Ev desthilat desthilateke faşîst e. pir qels bûye lê sedema neketina wê muxalefeta lewaz e. ÎYÎ Partî û CHP li şûna ku Kurdên tekoşina herî mezin li dijî vê hukumeta faşîst dimeşinin xwedî derkeve, Kurdan û mitefikên Kurdan rexne dikin û jê dûr disekinin. Herî dawî dibêjin ji rakirina destlêdana Semra Guzel re ew ê bibêjin, erê. Muxalefeteke wiha dibe? EV tê vê maneyê; li Tirkiyê têkoşîna rastî ya demokrasiyê HDP dide.”
‘Derdorên demokrasıyê neyên cem hev faşîzm hilnaweşe’
Karasû diyar kir ku CHP û ÎYÎ Partî têkoşîna demokrasiyê nadin, tenê muxalîfên AKP’ê ne û got, Desthilata faşîst qels bûye lê derfetên dewletê bi kar tîne û dixwaze her kesî bêdeng bike. Nehilweşandina wê jî qelsbûna muxalefetêye. Li dijî vê lêgerîna tifaqa HDP’ê girîng e. Divê hêzên demokrasiyê yên herî zindî yên Tirkiyê bi derdorên din re were cem hev. Ji vî alî ve pir girîng e ku 8 partî bi hişmendiya tifaqekê tevbigerin. Divê her kes bi berpirsyarî rabe. Ez bang li Partiya Sol dikim, çima ne li nav vê tifaqê ye? Bêyî tifaqa demokrasiyê desthilata AKP-MHP’ê wê çawa were hilweşandin? HDP û 8 partiyên din ma nikarin daxwazeke hevpar bikin? Em Partiya Sol û yên din ku sivikatî li vê tifaqê dikin, rexne dikin. Divê dev ji vê helwestê biqerin. Kî nebe parçyeke çalak ê vê tifaqê berpirsê dirêjirina temenê AKP’ê ew in.
‘Bila têkoşîna li dijî AKP-MHP’ê were geşkirin’
Em bawer dikin di dawî de wê aqil serwer bibe, tifaqa demokrasiyê wê çêbibe û li dijî desthilata AKP-MHP’ê wê têkoşîn geş bibe. Em bixwe vê têkoşînê didin. Heke desthilata AKP-MHP’ê hatibe vê rewşê ev bi encama têkoşîna me ye. Em berxwedaniyeke mezin didin. Çi kesê ku demokrasiya Tirkiyê dixwaze, divê vê bibîne û pîroz bike. Em vê ji bo demokratîkbûna Tirkiyê dikin. Herî dawî em ê vê pêk bînin. Em ê Tirkiyê demokratî bikin û Kurdistanê azad bikin. Bi vê bingehê em bang dikin ku têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê were geşkirin.”

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.