Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

QSD: Em pabendî peymanên têkildarî parastina mafên zarokan in

27/01/2022
in Uncategorized
A A
QSD: Em pabendî peymanên têkildarî parastina mafên zarokan in
Share on FacebookShare on Twitter

27 Çile 2022, Pencşem -03:19:00

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

QSD`ê bersiva daxuyaniya UNICEF`ê ya têkildarî rewşa “Eşbal El-Xîlafê” da û diyar kir ku ew ji bo parastina wan zarokan û ewlehiya gel neçar man ku wan zarokan di girtîgehê de bigire. Her wiha eşkere kir ku ew pabendî lihevkirinên taybet yên parastina zarokan e.

DAIŞ’ê di êrişê zîndana Sînaa de xwastin zarokên ‘Eşbal El-Xîlafê’  yên girtî jî li hember gel bi kar bînin û dest pê qirkirinekê bikin. Berpirsyarê çapemeniya QSD’ê Ferhad Şamî jî li hember vê xeterîyê raya giştî şîyar kiribû.

UNICEF`ê ya 25`ê Çileyê di derheqê zarokên ‘Eşbal El-Xîlafê’ yên girtigehê de  daxuyaniyeke ji bo parastina mafê zarokan da/ QSD’ê bersiva vê daxuyaniyê da û got, em hemfikirin ku mafê van zarokan bê parastin û walatên wan xwedî li zarokên xwe derkevin û di perverdeyekê ewlehîde derbaz bikin ku bikaribin dîsa vegerin nava civakê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di daxuyaniyê de wiha got:

QSD`ê daxuyaniya UNICEF`ê ya di dîroka 25`ê Çileya 2022`yan de têkildarî rewşa zarokên di operasyonên li dijî DAIŞ`ê de hatine girtin û bi navê “Eşbal El-Xîlafê” tê naskirin, wergirt. Fermandariya Giştî ya QSD`ê daxuyaniyê pêwazî dike û di heman demê de destnîşan dike ku divê rêzerastiyên li jêr neyên paşguhkirin:

QSD`ê wek vebijareke demkî neçar ma wan zarokan bigire, da ku wan biparêze û di heman demê de civakê ji wan biparêze. Ev tedbîrên demkî ne heta ku çareseriyên guncew bibîne.

Zarokên “Eşbal El-Xîlafê” ji çeteyan hatine cudakirin û hucreyên wan ên taybet hene. Ev yek li gorî perspektîfên NY`yê pêk hat. Hêzên me lîste tevî hûrguliyên têkildarî wan zarokan şandin. Li ser wê yekê, hêzên me derfet da gelek rêxistinên mirovî ku destekê bide wan zarokan û bernameyan ji wan re deyne, da ku wan ji nû ve perwerde bike.

Hêzên me di radeya yekemîn de mîna ku bûne qurban bi wan zarokan re mijûl bû. Em pabendî lihevkirinên parastina zarokan in. Ruxmî ku ew zarok di perwerdeyên leşkerî û îdeolojiya tundraw re derbas bûne, hêzên me di Gulana 2021`an de, gelek tedbîrên taybet li gorî pîvanên navneteweyî yên ji bo parastina zarokan li dijî wan zarokan girtin.

Gelek caran me bang li NY û civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe têkildarî vê mijarê bînin cih û çareseriyên rastîn jê re peyda bikin. Van zarokan vegerînin welatên wan da ku ji nû ve perwerde bikin û tev li civakê bibin, ji bo ku jiyaneke asayî ya zarokan bijîn. Her wiha hêzên me bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku desteka pêwîst ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bikin, da ku navendan ji bo ji nû ve perwerdekirina zarokên sûrî û yên biyanî ava bikin û wan vegerînin welatên wan. Lê heta niha ev bangewazî bê bersiv mane.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek zarokên DAIŞ`ê radestî welatên wan kirin.

NY û piraniya dewletên endam di sêrî de welatên ku hemwelatiyên wan di nav DAIŞ`ê de hene, ev dosya paşguh kir û sozên ku dane pêk neanîn. Rêveberiya Xweser bi tenê hiştin ku barê meşandina têkoşîna li dijî DAIŞ`ê rake.

Li ser van rêzerastiyên li jor, QSD`ê bang li NY`yê dike ku bi awayekî cidî û çalak welatên ku hemwelatiyên wan di nav DAIŞ`ê de hene, bibin. Bi lez jinan û zarokên DAIŞ`ê bibin. Her wiha bang li UNICEF`ê û rêxistinên mirovî dike ku destekê ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bikin, da ku navendên ji nû ve perwerdeyê li gorî pîvanên mirovî dûrî girtîgehan ava bikin.”

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.