Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star a Ewropayê serkeftina QSD`ê pîroz kir

27/01/2022
in Uncategorized
A A
Kongra Star a Ewropayê serkeftina QSD`ê pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

27 Çile 2022, Pencşem – 12:45:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê serkeftina Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD`ê pîroz kir û got, divê civaka navneteweyî û hêzên navneteweyî berpirsyariyên xwe bînin cih û eniya têkoşînê li dijî dijminê mirovahiyê bikin yek

Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê daxuyaniyek da û serkeftina Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hember çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir.

Duh QSD`ê ragihandibû ku plana DAIŞ`ê û hevkarên wê ya li dijî girtîgeha Sînaa têk çûye û piştî şerên 7 rojan, girtîgeh bi giştî hat kontrolkirin. Herwiha da zanin ku operasyona li dijî DAIŞ’ê ya paqişkirina bajar berdewam e.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de got, Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojeke dîrokî bû ku bi tîpên zêrîn hat nivîsandin. Serkeftineke din li Hesekê li serkeftinên QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li hember dijminên mirovahiyê DAIŞ’ê ku dewleta Tirk desteka wê dike, zêde bû. Wan bi vê êrişên DAIŞ’ê xwest di salvegera dagirkirina Efrînê de xewnên xwe yên mêtingeriyê di dagirkirina herêmên ewle de pêk bînin, lê di salvegera rizgarkirina Kobanê de ev xwewna wa dîsa têk çû.

Kongra Star da xuyakirin ku êrişa li ser girtîgeha Sînaa ji hewldanên dewleta Tirk ji bo vejandina DAIŞ`ê bû, lê bi saya berxwedana QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew êriş û armanca dewleta dagirker têk çû.

Koordînasyona Kongra Star teqez kir ku bi yekitiya gelan hemû komplo wê têk biçin û serkfetina QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gel salvegera 7`an a rizgarkirina Kobanê pîroz kir û şehîdên berxwedanê bi rêzdarî silav kir.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bê guman berpirsyariya tunekirina DAIŞ`ê ne tenê dikeve ser milê gelê herêmê, divê civaka navneteweyî û hêzên navneteweyî berpirsyariyên xwe bînin cih û eniya têkoşînê li dijî dijminê mirovahiyê bikin yek.”

Post Views: 41
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.