Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

26/01/2022
in Uncategorized
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Xanim-Qamişlo

Diyar Heso: Ruhê serkeftina Kobanê afirandî rastî ye û ya diket ser milê me jî ew bû ku em vê rastiyê raxin ber çavê her kesî.

 

Çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an bi armanca têkbirina destkeftiyên gelê Kurd, bi piştgiriya dewletên weke Tirkiyê êrişî bajarê Kobanê kirin. Çeteyên ku qet para xwe ji mirovahiyê negirtine bi hemû hovîtî û qirêjiyên xwe êrîşî Kobanê kirin û hêvî dikirin ku di demekî kurt de bigêhêjin armancên xwe. Lê belê ji ber ku gelê Kobanê bi fikir û ramanê azad xwe perwerde kirine. Keç û xortên bajarê Kobanê li hember hovîtiya çeteyên DAIŞê bi vînek mezin li ber xwe dan û tekoşîn kirin. Di Kobanê de careke din yekbûna gelê Kurd pê khat û di heman demê de hestê mirovahiyê li hember hêzên tarî û dagirker bûn yek. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê ji bo Kobanê rabû  ser piyan û  bi yek dilî bi şervanên YPJ’ê û YPG’ê re milbimil, ji bo  biratiya gelan destanên qehremaniyê nivîsandin.

Li ser destan û efseneyên Berxwedana Kobanê, komîna film ya Rojava  di destpêka sala 2021’an de dest bi çêkirina filmê bi navê ‘Berxwedana Kobanê’ kir û çêkirina dîmenên wê şeş mehan dirêj kir. Ji bo zanyariyên zêdetir li ser filmê ‘Berxwedana Kobanê’ çêker û alîkarê derhênerê film Diyar Heso ji me re axivî.

Hiso diyar kir ku armanca çêkirina film zindikirina çîrokên berxwedanê û parvekirina tevaya cîhanê ye û axaftina xwe wiha domand: “Serkeftina Kobanê, serkeftina gel û nirxên mirovayiyê li hemberî tarîtiyê bû. Bi sedan çîrokên qehremaniyê li nava kolanên Kobanê pêk hatin. Ev film bersiva her pirsekê li ser berxwedana Kobanê ye. Bersiva pirsên wekî Çima Kobanê bi ser ket? Çawa van şervanan dikarîbûn ewqas li ber xwe bidin?”

Hiso bal kişand ser  sedemên derengmayîna kişandina dîmenên film û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Filmê Berxwedana Kobanê bi giştî  bi dawî nebûye. Lê kêşana dîmenên film bidawî bûne. Kêşana dîmenan li bajarê Kobanê û derdora wê pêk hatin.  Ji zehmetiyên ku me derbas kirin, firehbûna çîroka berxwedana Kobanê. Ji ber hebûna bisedan kolan û bi hezaran mal. Her wiha hebûna bi hezaran xelkên Kobanê, şoreşgerên Kurdiastanî û Enternasyonalîst; Enternasyonalîst ku di nava  berxwedanê de cihê xwe girtibûn. Ewqas berxwedanî û bûyerên ku qewimîn, zehmete ku mirov  bikaribe di filmekî dema wî  sê saat de bi cih bike. Hin sedemên derengmayîna çêkirina film anîna hin amûrên teknîkê yên pêwîst ji derve yî herêmê, kişandina hin dîmenan li bajarên din ji ber hebûna dagîrkeriya tirkî û gefên wê li ser bajarê Kobanê, belavbûna  nexweşiya koronan û rewşa avhewayê”

Çêker û derhênerê alîkar yê filmê berxwedana Kobanê Diyar Heso da zanîn ku piraniya  lîstikvanên ku cihê xwe di film de girtine, ew kesên ku di nava berxwedana Kobanê de bûn û axaftina xwe wiha qedand: “Hîn Lîstikvanên film, di berxwedanê de cih girtîne û praniya wan cara yekeme listokvaniya filmekî dikin; Hin ji wan di  dema şer de şervanbûn û di Kobanê de şer dikirin. Hin jî kesên ji Kobanê ne ku kêliyên şer jiyan kiribûn. Her wiha lîstikvan ji herêma Cizîr û Efrîn jî hebûn. Kesên Kurdistanî  ne ku ev çîrok ya wane. Ew kesên ku herî zêde nêzî rastiyê ne û ew yên herî zêde dikarin van hestan derxin pêş. Derfeta me ya sereke ji bo çêkirina film, hebûna çîrokê û rastiya wê bû.”

 

Lîstikvana filmê Berxwedana Kobanê Nejbîr Xanim diyar kir ku bextewar e ji ber beşdarbûna xwe ya di filmekî ku destanên lehengan derdixe holê û axaftina xwe wiha dewam kir : “Beşdarbûna di filmekî mîna yê Berxwedana Kobanê cihê kêfxweşiyê ye. Di vê berxwedanê de, li hemberî hovîtî û êrîşên dijmirovahiyê, bi pêşengîtiya şervanên YPJ-YPG’ê û şervanên Enternasyonalîst, bi sedan gelên demorakrasîxwaz piştgiriyek mezin nîşanî hemû hêzên dagîrker dan û tekez kirin ku vîna gelên azadîxwaz û şervanên qehraman nayê şkandin.”


Post Views: 72
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.